Çeteyên ku radest bûyîn wê bişînin Cerablûs û Îdlibê

Komên bi çek ên li navenda Sûriyeyê diyar dibin, dest bi radestkirina çekên xwe yên giran rejîma Sûriyeyê kirin. Wê van koman, li gel malbatên wan bişînin Cerablûs û Îdlibê ya ku Tirkiyeyê dargirkiriye.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, li Herêma Hama û Humûsê di navbera komên bi çek û rejîma Sûriyeyê de lihevkirin pêk hatiye. Ev lihevkirin ji bo Talbîse, Rastan û El Hûla digire nava xwe.

Mala Çavdêriyê wiha got: “Şervan çekên xwe yên giran û derfetên xwe radestî hêzên Rûsya û rejîma Sûriyeyê dikin.” Ev radestkirin roja Pêncşemê destpê kiribû.

Midûrê Mala Çavdêriyê Ramî Abdul Rahman ê ji AFP’ê re axivî, anî ziman ku dema radestkirina çekan bi dawî bû, wê kesên bi çek li gel malbatan wan veguhêzin. Hat ragihandin ku wê van veguhêzên Cerablûs a ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û herêmên Îdlibê ya li ser sînorê Tirkiyeyê.

Bi vê lihevkirinê ji bo veguhezandina saziyên hikûmeta li Talbîse, Rastan û El Hûla ya ji bo li Hûmûsê re derbasî Şam û Helebê bibin.

Xûtaya Rojhilat a ku di meha Nîsanê de ji aliyê rejîmê ve bi du operasyona hate rizgarkirin. Pir balkêşe ku operasyona Xûtaya Rojhilat û êrîşên dagirkirina Efrîn a ji aliyê artêşa Tirk ve rastî hev hat. Hat ragihandin ku herêmên Kurdan ên hatin valakirin komên çete hatin lê bicihkirin. Dewleta Tirk xeta ji Cerablûsê destpê dike heta Efrînê paqikirina etnîkî dike.