Çalakiyên protestoyî yên li dijî Sarkisyan dewam dikin

Li dijî Serokkomarê berê yê Ermenîstanê Serj Sarkisyan ku bi erkên zêdekirî bûye Serokwezîr, li paytexta Ermenîstan Erîvanê xwepêşandan têne lidarxistin.

Bi hezaran kes roja Çarşemê li hev civiyan û Sarkisyan ê ku bûye serokwezîr şermezar kir. Xwepêşandêran rêyên sereke yên paytext Erîvanê girtin. Polîsan dest li xwepêşandêran werdan û bi dehan kes destgîr kirin. Gelek kes li dora rezîdansa Sarkisyan li hev civiyan û ber bi meydana mezin a li navenda bajêr ve meşiyan.

Roja Sêşemê bi deh hezaran kes li Erîvanê li hev civiyabûn û hewl dabûn ku pêşî li hilbijartina Sarkisyan bigirin. Çalakî bi banga lîderê mûxalefetê û parlamenter Nikol Paşiniyan hatibû kirin. Çalakiyên roja Sêşemê çalakiyên herî mezin ên salê dawî bû ku li Ermenîstanê pêk hat.

Paşiniyan roja Sêşemê weke "destpêka şoreşa şîfon a aştiyane" îlan kiribû û bang kiribû ku karê hemû saziyên dewletê bêne astengkirin.