81 parlementerên Iraqî, banga lezgîn civînê li parlementoyê kir

81 parlementerên cihyê yên ji komên cuda yên li Parlemtoya Iraqê, li ser encama hilbijartina Başûrê Kurdistanê û zelalkirinê, banga lezgîn a civîna parlementoyê kir.

Piştî ku hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi dawî bû, gelek alî ji encaman nerazîbûn. Bi taybet li Herêma Kurdistanê gelek partî û hizib nerazîbûnên xwe anîn ziman. Li ser vê mijarê herî dawî îro 81 parlamenterên parlamentoya Iraqê ku ji fraksiyonên cuda pêktên, daxwaznameyek radestî serokatiya parlamentoyê kirin.

Di daxwaznameyê de wiha hat gotin; “Ji bo welat ji ber endama karastbar a hilbijartinê nekeve rewşek nebaş a ji ber sextekarî û veşartina rastiya hilbijartinan ji gelê Iraqê, runiştinek lezgîn a parlamentoyê li ser vê mijarê lidar bixin. Guftûgo bê kirin û biryara dawî ya ji bo rizgarkirina Iraqê ji vê rewşê bê dayîn.

Encamên hilbijartinên parlamentoya Iraqê yên 12’ê Gulanê, bûye sedemê nerazîbûnên gelek aliyên siyasî. Aliyên siyasî diyardikin ku di encamên hilbijartinê de ‘sextekarî’ hatiye kirin.