Li gorî Eûrostatê, herî kêm 63 hezar 300 zarok, bêyî malbat û mezinên xwe, di sala 2016'an de bi rengekî qaçax derbasî Ewropayê bûne.
Hat ragihandin, ev hejmar li gorî sala 2015'an kêm bûye. Di sala 2015'an de 95 hezar zarok bi tena serê xwe bi qaçaxî hatibûn Ewropayê.
Rayedarên Eûrostatê li Luksembûrgê daxuyanî dan û diyar kir, ji sedî 89 ê zarokên penaber ên di sala 2016'an de xwe li welatên Yekîtiya Ewropayê girtin mêr in.
Ji sedî 68 ê van zarokan jî di navbera 16 û 17 salî de ne.
Ji sedî 21 ê zarokên bi tenê ji welate xwe reviyan e, di navbera 14-15 salî de ne.
Li gorî daneyên Eûrostatê, ji sedî 38 ê zarokên penaber ên hatine welaten Ewropayê, ji Afganîstanê û ji sedî 19 jî ji Sûriyeyê hatine.
Piraniya van zarokên malbatên wan ne bi wan re ne, xwe li Elmanyayê girtine.