50 koçber xeniqîn

Li peravên Yemenê, 50 koçber xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rayedarên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (ÎOM), qaçaxçiyên mirovan koçberên ku li peravên Yemenê dîtin li botan siwar kirin û avêtin nava deryayê. Rayedaran gotin, li botê 120 kes hebûn û 50 kes xeniqîne ku piraniya wan ciwan in. Rayedarên ÎOM'ê diyar kirin, cenazeyên 29 penaberên ku ji aliyê penaberên rizgarbûne li qiraxa deryayê hatin veşartin, hatine tespîtkirin. 22 penaber jî hê winda ne.

Mirovên ji vê karesatê rizgar bûn gotin, bota qaçaxçiyan ji bo 'penaberên nû bîne' vegeriya ye Somalî.

Şefê mîsyona Yemenê ya ÎOM Laûrent de Boeck anî ziman, ku penaberekî ji karesatê filitiye gotiye, qaçaxçî piştî ku bi kesên dişibiyan rayedaran axiviye, hatine ew avêtine nava deryayê.