5 kes li Hollandayê ji ber plana êrîşê hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsînê de ku li ser êrîşeke terorê ya ku meha Îlonê pêşî lê hate girtin, hate ragihandin ku yek jê li Elmanyayê 5 kes hatine girtin.

Meha Îlonê daxuyaniyek hatibû dayin û hatibû ragihandin ku 7 kesên endamê komeke çete ya tund a Îslamî ku dixwest li Hollandayê êrîşeke mezin a terorê li dar bixin, hatin destgîrkirin. Di operasyonê de gubre û malzemeyên din ên ji bo çêkirina bombeyan tên bikaranîn hatibûn dîtin.

Tê texmînkirin ku wê di dema xwepêşandaneke mezin de êrîş bihata kirin. Lêpirsîna li ser plana gengaz a êrîşê dewam dike û hate ragihandin, 4 kesên din hatine girtin. Her wiha hate gotin, kesek jî li bajarê Maînz ê Elmanyayê girtî ye û ji bo radestî Hollandayê were kirin, li benda biryara dadgehê ye.

Hate ragihandin, kesê li Elmanyayê girtî ye welatiyê Sûriyeyê ye, lê agahî nehate dayin ku yên li Hollandayê girtî ne welatiyên kîjan welatî ne.