2020 dibe ku bibe sala herî germ
Li gorî Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) tevî La Ninayê jî ku bandora germahiya global kêm dike, sala 2020'î dibe yek ji salên herî germ ên dîrokê.
Li gorî Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) tevî La Ninayê jî ku bandora germahiya global kêm dike, sala 2020'î dibe yek ji salên herî germ ên dîrokê.
La Nina tê wê wateyê, ku germahiya li Okyanûsa Pasîfîk, li gel guhertina ba û baranê ya li atmosfera tropîkal, di asteke bilind de dicemide. La Nina li gorî El Nino xwedî bandoreke berevajî ye. Li gel La Nina jî 2020 dibe yek ji salên herî germ.
Sekreterê Giştî yê WMO'yê Petteri Taalas bi daxuyaniyekê got, "La Nina li ser germahiya global xwedî bandoreke cemidandinê ye, lê belê têra hevsengiya gazên bi bandora sera yên li atmosferê nake. Ji ber vê yekê jî 2020 dibe yek ji salên herî germ û tê payin ku 2016-2020 bibe pênc serdemên herî germ ên qeydkirî."
Berdevka WMO'yê Clare Nullis jî ragihandibû ku li gorî pîvanên ji destpêka salê ve hatine kirin, germahiya 2020'an a li nîvê bakur ê dinyayê bigihêje asta rekorê.
Nullis anî ziman ku divê mirov li bajaran û her devera lê ne li hemberî germahiya zêde tedbîrên xwe werbigirin.