16 welatên YE dozgeriya têkoşîna li dijî sûcên malî ava dikin

16 welatên endamê Yekîtiya Ewropayê (YE), tevî mûxalefeta gelek endamên din jî, di mijara avakirina dozgeriya hevpar a dijî sûcên malî de li hev kirin.

Li gorî biryara ku duh ji aliyê Konseya Yekîtiya Ewropayê ve hat eşkerekirin, dozgeriya nû wê li dijî hîleyên di fonên malî û bacên li herêmên sînor de têbikoşe. Hat ragihandin, ev belavoka ji mohra 16 welatan pêk tê, ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê û Parlamenta Ewropayê re hatiye şandin.

Fikra avakirina dozgeriyeke hevpar a li dijî sûcên malî, yekemcar di sala 2009'an de derket holê. Welatên weke Hollanda, Swêd û Macarîstan li dijî vê derdiketin.

Di mijara dozgeriya hevpar a malî de, ku danûstandinên li ser wê sala 2013'an dest pê kirin, bi tevlîbûna herî kêm 9 welatên endamê Yekîtiya Ewropayê re avabûna wê pêkan bû. Ev organîzasyona hevpar wê tenê welatên tevlî vê organîzasyonê bûne, eleqedar bike.

Welatên navborî jî ev in: Elmanya, Fransa, Spanya, Belçîka, Bûlgarîstan, Hirvatîstan, Qibris, Yewnanîstan, Fînlandiya, Luksembûrg, Slovenya, Romanya, Slovakya, Portekîz, Lîtvanya û Çekya.

Tê plankirin navê vê organîzasyona hevpar a li van welatan bê avakirin, wê Ofîsa Dozgeriya Cemaweriyê ya Ewropayê (EPPO) be.

Tê texmînkirin, ji ber karên ne li rê yên fonên bingehîn ên Yekîtiya Ewropayê û baca li ser sînor, her sal 50 mîlyar Euro bac nayê dayîn.