15 koçber xeniqîn

Ji koçberên Afrîkayî ku hewl didan ji Cezayîrê biçin Spanyayê cenazeyê 15 kesan hatin dîtin.

Ji koçberên Afrîkayî ku hewl didan ji Cezayîrê biçin Spanyayê cenazeyê 15 kesan hatin dîtin. Hate ragihandin ku 19 koçber hatine rizgarkirin û lêgerîna li 5 kesên winda dewam dike.

Li gorî nûçeya radyoya dewletê ya Cezayîrê ku agahiyên xwe dispêre Fermandariya Ewlekariyê ya Peravê, tîmên ewlekariya peravê dema li dewriyê digeriyan li ser boteke plastîk li koçberan rast hat. Hate ragihandin ku tîmên ewlekariyê 19 ji wan rizgar kirine û cenazeyê 15 koçberan dîtine.

Tîmên parastina sivîl dan xuyakirin ku ev trajedî dibe ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê rû dabe.

19 kesên hatin rizgarkirin rakirin nexweşxaneyê û tê gotin ku rewşa wan a tenduristiyê nebaş e. Noqvan jî li 5 kesên winda digerin.