103 balafirên şer ên Çînê li derdora Taywanê ne

Rayedarên Taywanê ragihandin ku wan li derdora giravê di 24 saetên dawîn de 103 balafirên şer ên Çînê û 9 keştiyên şer dîtine.

Wezareta Parastinê ya Taywanê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Di navbera sibeha 17 û 18’ê Îlonê de Wezareta Parastinê bi tevahî 103 balafirên Çînî keşf kiriye."

Wezaretê diyar kir ku ev hejmar ji bo heyama dawî "rekorek" e, di heman demê de destnîşan kir ku ev tevgera leşkerî ya Çînê wê li herêmê rê li ber pirsgirêkên cîddî yên ewlekariyê veke.

Hikûmeta Taywanê bang li Pekînê kir ku "Demildest van kiryarên yekalî yên wêranker bide sekinandin."

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Taywanê, di navbera sibeha roja Çarşemê û sibeha Pêncşemê de 68 balafir û 10 keştiyên leşkerî yên Çînê li nêzî giravê hatine dîtin.

Çîn girava Taywanê wekî eyaleteke xwe dibîne û peyaman dide heke hewce bike wê vê derê tevlî nav axa xwe bike.