10 hezar şîrketên Elmanyayê bi fikar in

Piştî Serokê DYA’yê Donald Trûmp ji peymana nukleerê ya bi Îranê re vekişiya û şûnde şîrketên Ewropî bi fikar in. 10 hezar şîrketê Elman ên têkiliyê bazirganiyê bi Îranê re hene, nerazî ne.

Biryara Serokê DYA’yê Donald Trûmp a ji vekişîna peymanê roja 8’ê Gulanê eşkere kiribû. Her çendî ev biryar li rawestiya be jî, li Elmanyayê rê li ber fikarên cidî vekiriye. Li gel gefên rêveberiya Amerîkayê yên li ser şîrketên Elman, fikar hê zêdetir bûn. Sefîrê Elmanya yê DYA’yê Rchard Grenell roja Sêşemê li ser hesabê xwe yê Twîtterê gotibû: “Divê şîrketên Elmanya yên li Îranê kar dikin bi lezgînî bên rawestandin.”

Deh hezar şîrketên Elmanya bi Îranê re di nava têkiliyê bazirganiyê de ne. Di nava van de komên mezin ên bazirganiya Sîemens û şîrketên otomobîlê jî hene.

Li gorî nûçeya rojnameya Fransa Le Monde, piştî peyamên sefîr û şûnde Serokê Federasyona Odeyên Pîşesazî û Bazirganiyê Erîc Schweîtzer, anî ziman ku gotinên Grenell ji bo mezinbûn û pêşketina aboriya Elman rê li ber fikar û metirsiyan vekiriye. Endamê Midûrê Odeya Bazirganî ya Elman-Îranê Mchael Tockûsse jî wiha got: “Birêz Grenell demeke kurte bûye sefîr” û wiha dom kir: “Ne xwedî wê raye û biryarê ye ku gef û fermanan bide Wezareta Karê Derve û şîrketên Elman ên girêdayî wê.”

Bi hezaran şîrketên ku bi Îranê re kar dikin, nêzî 100’an li Îranê navendê wan hene û li vir xwedî karker in. Li beramberî vê di navbera Îran û Elmanyayê de asta kar hê jî sînordar e. Ji Elmanyayê ji bo Îranê 3 milyar eûro îxracat hatiye kirin. Îxracata ji Îranê jî 5000 milyon eûro ye.

Bi biryara Trûmp re têkiliyê bazirganiyê dikeve di bin metirsiyekî mezin. Schweîtzer got: “Biryara Amerîkayê aboriya Elmanyayê bi awayekî xurt bandor dike” û ji bo parastina têkiliyên bazirganiyê yên Elmanya-Îranê bang li hikûmetê kir kû alîkarî bike.

Her çendî YE’yê û hikûmeta Elmanya ji bo parastina şîrketan peyam dabe jî lê ev daxuyanî dilê şîrketan rehet nekiriye.