Qada Perwerdeya Mexmûr: Ziman hebûna civakê ye!

Qada Perwerdeyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Roja Zimanê Kurdî pîroz kir.

Qada Perwerdeya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi boneya roja zimanê Kurdî daxuyaniyek da û got: “Em Rojê Cejna Zimanê hemdem yê Kurdî, li hemû gelê Kurd, mirovahiya pêşverû û bi taybet li Rêberê Rêberan, Rêber Apo pîroz dikin.”

Daxuyanî li Dibistana Seretayî ya Şehîd Mihemed Kurt bi tevlîbûna mamoste û xwendekaran ji aliyê xwendekar Amed Ayar ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser rola Zimanê Kurdî û wiha hate gotin: ‘‘Zimanek heyînekê zindî ya ku mirovan ji tebayên din cuda dike ye. Bê ziman mirov, bê mirov jî civak nepêkan e. Mirovê bê ziman, civaka bê welat weke firindeyekê bê per û zindiyeke bê giyane.”

Di daxuyaniya Qada Perwerdeya Mexmûrê de bal hate kişandina ser van xisûsan:

“Eger di hişmendî û ziman de civakek xwe pêşnexistibe, ew civak her tiştên xwe bi şer çareser dikin. Ew rêbaz, rêbazek têkçûyinê ye û dibe sedemê têkçûna civakê. Ji ber wê her civaka bixwaze xwe baş birêve bibe, berî her tiştî zimanê xwe pêştêxin û bi ziman, civaka xwe digihînin rêza civakên herî pêşketî.Dagirker jî ji bo netewên di bin dagikeriya xwe de, tine bikin, berî her tiştî zimanê wan civakan tine dikin. Bi rêya bijaftina ziman, civakan di nava xwe de dihelînin. Beriya bi dehên salan, dema dagirkerên Tirk lez didan bijaftina zimanê Kurdî û tinekirina Gelê Kurd. Weke bersiv rewşenbîrên Kurd di vê rojê, yanî 15. 05. 1932’an de alfebaya xwe bi rêya Kovara Hewar û bi hestên nîştîmanperwerî ya ku xwe dipesêre reseniya Kurdî danweşandin. Bi weşandina wê ji dagikeran re dan diyarkirin ku hûnê ti caran bi ti şêweyî nikaribin pêşiya nirxên me yên netewî bigirin û me tine bikin.”

‘BI DAGIRERKIYÊ DIXWAZIN TIRKÎ LI SER KURDAN BIDIN FERZKIRIN’

Her wiha rewşenbîr jî divê bi erkên xwe rabin û vî zimanê bikin zimanê herî pêşketî. Îro em dibînin ku neyarên gelê Kurd, bi taybet dewletaTirk ya faşîst lez daye bijaftina zimanê Kurdên Bakur Kurdistanê. Ji bo bikare vê bijaftinê demek zû ser bixe, dest bi qirkirina fizikî jî kiriye. Ji bo bikare Gelê Kurd ji dîrokê rake û helandinê li ser hemû Kurdan bide pêkanîn; êrişên xwe derbasî Efrîn û Başûrê Kurdistanê kirine. Li Efrînê li gel qirikirinên fizîkî û talankirinê; zimanê Tirkî jî li ser gelê me dide ferzkirin.”

BANGA XWEDÎDERKETINA LI ZIMAN

Em weke qada perwerdeya Wargeha Şehîd RÛstem Cûdî bang li tevayî Kurdê birûmet dikin, bila her kes li hemberî vê zilmê rabe û li zimanê xwe xwedî derkeve. Her wiha em soz didin, heta zimanê Kurdî bigihe rêza zimanê herî pêşketî, em ê bêrawestandin bixebitîn. Dîsa biboneya vê rojê cejna zimanê hemdem yê Kurdî, li hemû gelê Kurd, mirovahiya pêşverû û bi taybet li Rêberê rêberan, Rêber Apo pîroz dikin.”

Daxuyanî bi dirûşma ‘Bijî Rêber APO’ û ‘Cejna Zimanê Kurd pîroz be’ û ‘Bimire bijavtin’ bi dawî bû.