Festîvala Dersim a Ewropa di roja duyemîn de ye

Festîvala Dersîm a Ewropa ku duh li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê destpê kiribû, îro jî didome.

Festîvala Dersîm a Ewropa 2017’an a ji aliyê Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Federasyona Komeleyên Dersîm ê Ewropa (FDK) û Federasyona Yekîtiya Dersîm ê Ewropa (ADEF), Cemiyeta Ji nû ve Avakirina Dersîmê, Komeleya li Dijî Qirkirina 38’an a Dersîmê, federasyonên mîna Spor Dersîmê û saziyan ve hevpar hatiye lidarxistin didome. Festîvala bi dirûşmên “Meşa me ya heq û heqîqetê diwam dike”, “Ji qetilkirina xweza, nasname, bawerî û çandê re Na”, Çeme Mûnzûrî Dêrsimo Xoser de bê bendu phêl bido” hate lidarxistin, ji aliyê gelek komele û saziyên li Ewropayê ve tê piştgirîkirin.

Di çarçoveya festîvalê de wê di tevahiya rojê de gelek aktivîteyên cuda cuda bên lidarxistin. Li ser dika giştî ya festîvalê ji derveyî helbestên ku hunermend vebêjin û axafinên siyasetmedaran wê bi standên komeleyên herêmî hatin vedan jî gelek aktivîte bên lidarxistin û wê ji aşxaneya Dersîmê jî cûreyên xwarinan bên pêşkêşkirin.

‘ÎRO LI ROJHILATA NAVÎN DÎROK TÊ NIVÎSANDIN’

Festîvala ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hate girtin û şûnde, ji rêberê bawermendên Elewiyan Pîr Riza Yagmûr axivî û diyar kir ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn têkoşîna 1,400 salan a heqîqetê bi rêve dibin û got: “Li dijî me ev sed sal e ku qirkirin û qetlîam tên kirin. Em têkoşîna xwe ya li dijî qetlîam û tarîtiyê têkoşîna ronahiyê dikin, didomînin. Em li ser xaka xwe li dijî van qetlîaman di nava têkoşînê de ne.”

Pîr Riza Yagmûr, têkoşîna di roja me ya îro de li Rojhilata Navîn tê meşandin şiband keştiya Nûh û wiha got: “Îro li Rojhilata Navîn dîrokek tê nivîsandin. Ev dîrok ji bo Tirk, Kurd, Ereb, Fraris, Elewî, Xiristiyan û Sunî bi hev re bijî, weke neynok û goşt, meşekî nû ye. Ev dişibe keştiya Nûh.”

Festîval bi bernameya hunermendan ên çandî ve dewam dike.