Şanoya Çiya li nava gerîla digere û hunera xwe nîşan dide

Koma 'Şanoya Çiya' ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava Komîteya Çand û Hunerê ya TEV-ÇAND'ê de karê hunerê dike, li çiyê li nava gerîla digere û hunera xwe nîşan dide.

Koma Şanoya Çiya herî dawî tragediya 'Antîgone' ya Sofokles li 'Kurdistanê' anî û pêşkêş kir.

Lîstika şano ya bi navê 'Kurdistan' ku Ekîn Ronî derhêneriya wê dike, li Herêmên Parastinê yên Medyayê gelekî bala gerîla dikişîne. Ekîn Ronî ji me re qala lîstikê kir.

Ronî diyar kir ku wan tragedyayek di sala 440. a beriya zayînê de hatiye nivîsandin, li Kurdistanê anîne û got, "Tragedya Antîgone ya Sofokles, me bi navê 'Kurdistan' li çiyê pêşkêş kir. Di lîstika me de Antîgone ku lîstikvana sereke ye, jin e. Di wergerê de me navê Kurdistanê nivîsand û di civakeke feodal a klasîk de me lîstik afirand. Ev lîstik ku yek ji girîngtirîn lîstikên şanoya berxwedanê ya Yewnan e, qanûnên exlaqê yên bawerî-civakî û nakokiya navbera qanûnên dewletê û rejîmê radixe pêş çavan."

Ekîn Ronî da xuyakirin ku wergera bi Kurdî ya lîstikê ji aliyê hevala wan Kurdê Tavya ve hate kirin û wan ji wergera ku beriya niha ji aliyê Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû kirin jî sûd wergirtine.

Ronî anî ziman ku her çend wan di lîstikê de bi awayekî zelal neanîbin ziman jî, 2 bira yên gerîla û pêşmerge dikarin werin fêhmkirin û got, "Yek ji du birayên Kurd civakparêz e, yê din jî dewletparêz. Cenazeyê yê dewletparêz bi merasîma fermî tê veşartin. Yê civakparêz jî li meydana şer dimîne. Li wir tê hiştin. Veşartina cenazeyê wî tê qedexekirin. Bê ax tê hiştin. Antîgoneya me jî Kurdistan e, jinek e. Ji hevalên me yên ciwan ên lîstikvan Bêrîtan bi rengekî hêja, ev rola xwe lîst. Kurdistan Zîn e, Edûlê ye, Welat e. Û welat temsîl dike. Wijdanê welatê me temsîl dike. Kurdistan li gel hemû qedexe û zordariyan jî biryarê dide ku xwedî li birayê xwe derkeve. Ji bo cenazeyê birayê xwe veşêre gelekî li ber xwe dide. Qala hilweşandina qanûnên rejîmê bi destê wijdanê civakî dike."

Ekîn Ronî diyar kir ku di vê lîstikê de berxwedan û hêza exlaqa civakî heye û wiha dewam kir: "Di navbera qanûnên civakê û qanûnên sîstemê de nakokî hene. Vê yekê bala me kişand. Bi dîtina me şano pêşengî ye. Ya girîng ew e ku şano bi kîjan çand û felsefeyê tê kirin. Me li çiyê 3 caran ev lîstik pêşkêş kir û ji bo koma me bû karekî girîng. Gerîla derket ser dikê û gerîlayên din jî lê temaşe kirin. Ji bo me xweş bû... Huner pîroz e û em serbilind in ku li nava gerîla hunermend in û ji aliyê gerîla ve tên temaşekirin. Em bi cewhera gerîla re dibin yek. Şano ji bo gerîla çalakiyek e. Yek ji çalakiyên gerîla ye."

Li ser projeyên xwe yên nû jî Ekîn Ronî got, "Me lîstikeke nû nivîsand. Medya Doz, Kurdê Tavya û min, ji aliyê tîmek ji sê kesan ve hate nivîsandin. Navê lîstika nû 'Dara Jiyanê' ye. Wê ji aliyê Harûn Amed ve bê birêvebirin. Qala rojên damezrandina PKK'ê dike ku li gundê Fîsê yê Licê derbas dibe. Malbata Zogûrlû, dayika Îsmet, jiyana wan û şoreşgerên tevlî civînê bûn... Bi rêbazeke hunerî em dîrokê, welat û partiyê dinirxînin. Di lîstikê de qala têkoşîna dayika Îsmet tê kirin ku ji bo darek li hewşê nahêle bê birîn. Qala rojên 26-27'ê Mijdara 1978'an dike. Di sala 40. a PKK'ê de me lîstikeke bi vî rengî nivîsand. Hêvîdar im wê xweş be."