Zîzek: Hevgirtina bi Kurdan re tekane rêya azadiyê ye li tevahiya Îranê

Fîlozof û Aqilmend Slawî Zîzek têkildarê xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi peyamekê piştgiriya xwe nîşan da û got; “Têkoşîna Îraniyan çawa têkoşîna me hemûyan e.”

Peyama Zîzek bi vî rengî ye;

"Divê em ji Îranê fêr bibin...

Îro, hemû wan demagojiyên girêdayî taybetmendiya çandî (ku gelek caran ji aliyê hêzên paşverû ji bo rewakirina zordestiyên etnîkî û olî têne bikaranîn) wateya xwe winda kirine: niha em dikarin bibînin ku têkoşîna Îraniyan çawa têkoşîna me hemûyan e.

Ji ber nexweşî û westandinê tenê tişta ku ez dikarim bikim ev şîrove ye.

Tişta ku li Îranê diqewime di dîroka cîhanê de xwedî girîngiyeke diyarker e: Tevgerek ku têkoşînên cihêreng di yekîtiyek organîk de (tekoşîna li dijî çewisandina jinan, li dijî bingehparêziya olî û tekoşîna azadiya siyasî li dijî terora dewletê) li hev kom dibe. Îran ne beşek ji welatên rojavayî yên pêşketî ye, ji ber vê jî dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" ji tevgera Metoo ya li welatên rojava pir cuda ye: ev tevgera Îranî, bi milyonan jin ku rasterast bi hemû nakokiyên heyî re şer dikin û hemû mêr xistine nava tevgerê -bi awayekî ku ev meyla xwedî taybetmendiyên dij-zilam an mêr-fobîk nîne, berevajî tiştê ku pir caran di femînîzma rojavayî de tê dîtin. Jin û mêr mil bi mil beşdar dibin û li dijî dijminê hevbeş ê bingehparêziya olî ya ku terora dewletê piştgiriya wê dike re dibin yek.

Zilamên ku di tevgera Jin, Jiyan, Azadiyê de cih digirin baş dizanin ku têkoşîna ji bo mafên jinan têkoşîna azadiya wan bi xwe ye: zordestiya li ser jinê ne mijarek îstîsna ye, lê ev heman deqe ye ku têde zilma ku di hemû aliyên civakê de cih girtiye, bi awayeke herî zelal tê dîtin e.

Xwepêşanderên ku ne Kurd in, di vê nuqteyê de bi zelalî dibînin ku zilma ku li ser Kurdan tê kirin, parçeyek ji heman zilmê ye ku azadiya wan bisînor kiriye: Hevgirtina bi Kurdan re tekane rêya azadiyê ye li tevahiya Îranê. Her wiha xwepêşander bi zelalî dibînin ku bingehparêziya olî tenê demekê dikare li ser desthilatdariyê be, ku hêza tazî ya dewletê bi awayên mîna ya ku li Îranê jê re polîsê ewlehiya exlaqî tê gotin - ya ku xwepêşander dibînin ew e ku hukûmetek ku ji bo berdewamiya xwe, hewcedarê polîsê exlaqê ye, bi rastî jî xiyanetê li ezmûna olî ya ku ji bo bidestxistina rewatiya xwe bikar tîne, dike. Tişta ku niha li Îranê diqewime, ne tiştekî bi rabirdûyê ve girêdayî ye, belku heman tişte ku em li cîhana welatên pêşketî yên rojavayî (ango tundûtûjiya siyasî, bingehînparêziya olî û zordestiya li ser jinan hêdî hêdî berbelav dibin) hêvî dikin.

Mafê me li Rojava nîne ku em Îranê weke welatekî bihesibînin ku divê paşverûtiya xwe [aborî, siyasî û çandî] ji Rojava telafî bike. Divê em li Rojava ji Îranê ders werbigirin, em ê di demeke nêz de li Emerîka, li Polonya, li Rûsyayê û li gelek welatên din tevgerên mîna Îranê bibînin.

Encamên rasterast ên van protestoyan çi dibe bila bibe, girîng e ku ev tevger zindî bimîne, torên civakî li dora wê werin damezrandin û her çiqasê dibe ku zordestiya hukûmetê bi awayeke demkî bikaribe wê paşve bikişîne jî, lê bikare di bin çermê civakê de jiyana xwe bidomîne û bibe bingehek ji bo jidayikbûneke nû. Êdî ne bes e ku tenê hevxemî û hevgirtina xwe bi çalakvanên Îranî re diyar bikin: pirsgirêka wan ne tiştekî dûrî me û girêdayî çandeke cuda yan egzotîk e. Berevajî vê yekê, îro hemû îfadeyên ku bi taybetmendiya çandî ve girêdayî ne (ku gelek caran ji aliyê hêzên paşverû ve ji bo rewakirina zordestiya etnîkî û olî têne bikaranîn) wateya xwe winda kirine: lewre niha em dikarin bibînin ku têkoşîna Îraniyan çawa têkoşîna me hemûyan e.

Li xwe miqate be!"