Zexta li TEVGER'ê ne li xêra YNK'ê ye

Kurt û Kurmancî, ev gava YNK'ê piştî têkiliyên bi Tirkiyeyê re hatiye avêtin. Heger partiyek yan jî hêzeke Kurd ji ber ku hêzeke xwest gaveke bi vî rengî biavêje, wê îradeya xwe ji dest bide. 

Terzê siyasetê yê hêzên Başûrê Kurdistanê, ne yê têgihiştinê ye. Hem siyaseteke gelekî rojane dikin, helwêsteke ku hêzên derve li ber çavan bigire jî nahêlin. Bêguman li dijî her hêzê siyaset tê kirin. Lê di vê de armanc divê xurtkirina gelê Kurd be; xurtkirina civaka Kurd be. Lê li Başûrê Kurdistanê, ji bo berjewendiyên rojane, ji bo ku derfetine diyar ên demkî ji bo mohleteke diyarkirî bi dest bixin, xwe dûrî wan siyasetan digirin ku di dem û mohleta dirêj de gelê Kurd û hêzên wî yên siyasî xurttir bikin.

Herî dawî, YNK'ê biryara girtina TEVGER'ê da û ev jî mînak e ji bo wê yeka li jor min behsa wê kir. Aliyê TEVGER'ê nîne ku bibe hedef ji bilî wê yekê ku siyaseteke ji ya YNK'ê cihê daye ber xwe. Bi vî awayî, ev biryareke bi temamî dij-demokratîk e. Ji bo çi ev biryar dan? Hûn vê pirsê li kolanên Silêmaniyê ji kê bipirsin, wê di cih de bersiva wê bide; ji ber ku Tirkiyeyê xwest. Muhtemel e ku bi vî rengî, bikin ku seferên balafiran ên ji Silêmaniyê di ser Tirkiyeyê re dest pê bikin.

Dema biryara YNK'ê dayî jî balkêş e. Gelê Kurd li bendê bû ku YNK beramberî biryara DYE'yê ya li dijî 3 rêveberên PKK'ê bibe xwedî helwestek, rabû ev biryara qedexeyê da; ev jî rê li ber peydebûna hin pirsan vedike. Hin kes wê hebin ku wisa hizir bikin, gelo YNK ji aliyê xwe bi vî rengî beşdarî biryara DYE'yê dibe.

Esasê pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî yên Başûr, kêmasiya demokrasiyê ye. YNK weke alternatîfekê peyde bû ji ber terza siyasetê ya PDK'ê ya zextker, tekperest û nedemokratîk. Bi helwesta demokratîk a siyasî wê li Başûr rêûresmeke nû ya siyasî bida destpêkirin. Heta, YNK'ê di destpêka xwe de fikrên sosyalîst jî diparastin. Halê hazir, helwestên nedemokratîk ên YNK'ê berevajiyê peydebûna weke alternatîfa PDK'ê ye. Nakok e bi sedema hebûna wê re. Ji xwe, ji ber ku YNK nebû xwedî helwestên demokratîk, li herêmên Soran ên navend Silêmanî ku ji berê ve li meyilên demokratîk bêhtir vekirî ye, gelek tevgerên xwedî îdîaya demokratîkbûnê derketin holê. Bi helwesta beramberî TEVGER'ê re gihiştina civakê ya di YNK'ê wê bêhtir neerênî be, aliyên neerênî wê derkevin pêş. Metna nivîskî ya TEVGER'ê ya di civîna KNK'ê de ku tê de rexneyên ji hed zêdetir û uslûba neguncaw jî nikare bibe sedem û hinceta vê helwesta YNK'ê li dijî TEVGER'ê. Ev metna nivîskî mirovî dikarî bike sedema rexneyan û jixwe mirovê ji vê re xweşbîn bûya. Lê belê, ev rewşa niha, sebaret bi mijara demokrasiyê ku pêdiviya Başûr pê heye, berepaşçûnê îfade dike. Ev yek dibe ku pirsgirêkên ji ber kêmbûna demokrasiyê zêdetir bike.

Hin şîrovekerên siyasî ji demekê ve wiha dinirxandin ku YNK wê bi daxwaza Tirkiyeyê berê xwe bide TEVGER û hin saziyên demokratîk û zextê li wan bike. Heta, dibêjin, dewleta Tirk navê hin saziyan û şexsan daye YNK'ê û jê xwestiye van saziyan bigire û destûrê nede ku ev kesên hanê bixebitin. Kurt û Kurmancî, ev gava YNK'ê piştî têkiliyên bi Tirkiyeyê re hatiye avêtin. Heger partiyek yan jî hêzeke Kurd ji ber ku hêzeke xwest gaveke bi vî rengî biavêje, wê îradeya xwe ji dest bide. Nexasim jî, dema ku ya ev daxwaz kirî dewleta Tirk be ku pêşeng e di neyartiya li dijî Kurdan de, ev rewş dike ku mirov bêhtir bihizire. Li aliyê din ne daxwazên dewleta Tirk û ne jî ferzkirinên wê xilas nabin. Nabe ku helwesteke bi vî rengî bibe ya partiyeke Kurd, ango razîkirina hêzekê ku li Rojava tesfiyekirina şoreşê ferz dike, li Bakur zextên qirrker li ser gelê Kurd zêde kirine, nabe ku helwesteke partiyeke Kurd be. Nabe ku têkiliyên bi vî rengî bi dewletekê re bên danîn ku li Rojava û Bakur dijminatiya Kurdan dike.

Gavên bi vî rengî vê nîşan didin; çarparçekirina Kurdistanê normalbûye û hatiye qebûlkirin. Ji ber vê yekê, hêzeke qirrker a ku li parçeyekî eşkere zilmê li Kurdan dike, êrişê dibe ser wan, zêde ne xema hin partiyên siyasî yên Kurd e. Siyaset irin tiştek e, lê handana hêzên ku neyar in ji Kurdan re tiştekî din e. Li şûna ku biryarên bi vî rengî bide, diviyabû YNK'ê pêşî li dijî biryara li dijî 3 siyasetvanên pêşeng ên Kurd bibûya xwedî helwêst. Heger ileh diviyabû rêveberiya YNK'ê biryarekê bide, diviyabû li ser vê mijarê biyarê bida. Ji bo her çi partiya Kurd, dema ku biryarên mîna ya DYE'yê, hatin dayîn, divê tevahiya partiyên Kurd li dijî vê bin û helwêstê nîşan bidin. Heger ev helwêst di nava tevgerên siyasî yên Kurd de nebe rêûresmek hingê siberoja tevahiya partiyên siyasî yên Kurd wê bikeve tehlûkeyê. Heger li dijî rêvebereke/î YNK'ê biryareke bi vî rengî derkeve, gelo divê helwêsta partiyên din ên Kurd çi be? Ma gelo divê bibe ew helwêsta partiyên li Başûrê Kurdistanê, ku xwe li mijarê kerr û kor dikin? Yan na, gelo partiyên siyasî yên li Başûr îro fena dewleta Tirk dibêjin, Kurd tiştek in û PKK tiştekî din e! Bela xwe ji siyasetvanên Kurd vekin, milet jî wê vê pirsê bike.

Ma ne, slogana sereke ya gelê Bakur, PKK gel e, gel li vir e? Ma gelo partiyên siyasî yên Kurd wê vê rastiya ku milet dîtî, nebînin, yan jî gelo nabînin? Hin kêmasî û şaşiyên partiyeke siyasî hebin jî, divê aliyên wê yên hevgirtî û rastiyên wê jî hebin. Heger partiyeke siyasî gumanên li ser xwe zêde bike, her diçe wê ji taqeta xwe bikeve û bêtesîr bibe. Heger YNK bikeve nav wan siyasetan ku qidûmê wê bişikînin û taqeta wê nehêlin, dibe ku paşê bi derengî hay hebûna li şaşiyê bê kêr neyê. Milet wê bipirse; heger milet li dijî baregehên eskerî û dagirkeriya wê ya li Başûr rabe ser piyan, YNK wê bibe xwedî helwêsteke çawa? Siyaset karekî rewabûn û nirxên exlaqî ye. Çiqas pereyên wê û hêza wê ya eskerî hebe jî heger nirxên wê yên exlaqî û rewabûna wê qels bû, wê zehmet be ku ew tevgera siyasî li ser piyan bê girtin. Lewma jî divê YNK nebe xwediyê wan helwêstan ku wê dûrî wan nirxên exlaqî bike ku wê li ser piyan digirin. Berevajî vê, bi helwêsta xwe ya demokratîk hem di nava civakê de û hem jî li cem derdorên siyasî kerameta xwe biparêze. Bi ya daxwazên Tirkiyeyê kirin, ne li xêra YNK'ê ye. YNK'ê divê qet nebe cudabûna xwe ya ji hin hêzên siyasî yên li Başûr nîşan bide.

Em careke din bi îhtîmam îşaret pê bikin ku çavkaniya tevahiya pirsgirêkên li Başûr kêmasiya demokrasiyê ye. Çareserî jî bi bipêşxistina nirxên demokratîk wê çêbe. Rêbazên zextker ên hêzên mêhtinger û qirrker ên ku zilmê li Kurdan dikin, wê ti xêrê li Kurdan nekin. Li dijî neyariya li demokrasiyê ya hêzên dijberê Kurdan, Kurd divê bêhtir demokrasiyê derxin pêş. Jixwe, ya ku wê Kurdan azad bike û parastina destketiyên wan misoger bike jî demokratîkbûna welatên herêmê û tevahiya Rojhilata Navîn e. Ji bo vê jî, Kurd divê demokratîkbûyînê pêşî di jiyana xwe ya siyasî û civakî de bi ser bixin û misoger bikin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA