Her diçe aloziyên nava Iraqê zêdetir dibe. Xwepêşanderên ketin avahiya parlamentê ev du roj in parlement vala nekirine. Dîmenên pir ecêb û sersûrman di nava rojê de hatin belavkirin li nava herêma Kesk û bi taybetî jî li nava parlamentê.
Li nava parlamentê ya vîna gel bûye cihê firotina tiştan.
Piştî alîgirên Mûqteda El Sadir ketin avahiya Parlamenta Iraqê û du roj in vala nekirine, Sadir peyamek da û bûyer weke ‘şoreş’ pênase kir. Sadir di vê peyamê de tîne ziman ku Herêma Kesk rizgar kirine û ev yek qonaxa yekem a çalakiya wan e. Ev yek jî gelek pirsên din bi xwe re tîne. A yekem Qonaxa duyemîn wê çi be û çawa destpê bike?
Her wiha Sadir di vê peyama xwe de qala guherîneke sîstema siyasî ya radîkal û Destûra Bingehîn a Navendî dike. Ev bi serê xwe peyamên metirsîdar in ji bo herêmê. Zengên bûyerên xeternak li avahiya Parlamenta Iraqê tê bihîstin.
Ji xwe duh bi şev ve alîgirên her du aliyan daketine qadan û dîsa hêzeke zêde ya leşkerî li herêmê belav bûye. Ev jî asta metirsiyê zêdetir kiriye. Li aliyê din jî hêzên alîgirê Nûrî Malikî yanî Çarçoveya Hemahengî diyar kirin ku wê dakevin kolanan û Herêma Keske. Her kêlî dibe şerek rû bide.
Li vir a girîng sîstema siyasî ya redîkal a navendî û guherîna destûra bingehîn li ser esasê berjewendî wê bike ku Iraq vegere rewşeke xeternak û mijara din jî destketiyên Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê bikeve xeteriyê.
Ji sîstema redîkal a navendî em çi fam dikin? Biryar yek navendî û yek alî be. Mîna sîstema Îranê û Tirkiye. Biryar ji devê kesekî bê dayîn û bicihanîn. Mînaka vê ji xwe welatê cîran rejîma Îranê û Tirkiye heye. Ev jî wê mafê hemû takên Iraqî bixe metirsiyê, dîsa pêkhate û baweriyên heyî bi temamî tine bê hesibandin.
Mijara din jî guherîna Destûra Bingehîn e. Bi vê yekê wê herêma Federal a Başûrê Kurdistanê jî para xwe ji vê yekê bigire. Her çendî Başûrê Kurdistanê weke federal serbixwe be jî, parçeyek ji xaka Iraqê ye. Ev jî wê raste rast bandoreke neyînî li ser bike, wê hemû destkeftiyên hatin bidestxistin, biçe.
Her wiha li vir mijara Şengal û statûya Şengalê heye. Ji xwe bi lihevkirina 9’ê Cotmeha 2020’ê ya di navbera Kazimî û PDK’ê de di rojevê de ye ku her kêlî dixwazin vê bixin meriyetê û ji holê rakin. Bi vê destûr û guherîna sîstema navendî re wê temamî bê hilweşandin. Xweseriya Şengalê hê destpênekirî wê dawî bê anîn. Dîsa gelek ol, bawerî û pêkhateyên din ji mafê xwe yên jiyanî û civakî bê bêparkirin.
Di vê rewşa giran a Iraq derbas dibe de, hinek aliyên Kurd hewl didin li Başûrê Kurdistanê jî dest bi xwepêşandanan bike. Xwepêşandenek li Başûrê Kurdistanê li ser esasê berjewendiyeke neteweyî nebe, wê temamî zererek pir mezin bide, di serî de destketiyên Başûrê Kurdistanê û paşê hemû Kurdistanê.
Ji xwe hewldanên tên kirin, piranî ji navbirina Kurdan e, di ser de jî eger rewşek ne rêxistinkirî û berjewendiyên neteweyî nebe, wê rê li ber kiryar û bûyerên vegera wê pir xirab encam bide.
Dema em li rewşê dinêrin herî zêde di vê babetê de Başûrê Kurdistan û rêveberiya heyî ji vê dûre. Ji bo wê raste rast wê bandoreke pir mezin li ser bê kirin. Hem neyekbûna navxwe ya aliyên Kurdî PDK û YNK dîsa di mijara Iraqê de jî PDK nêzî Sadire, em bînin bîra xwe di mijara hikûmetê de li hev kiribûn. Aliyê din jî YNK li gel Çarçoveya Hemahengî ya Nûrî El Malikî ye. Bi her awayî wê bandoreke xirab û texrîbatên mezin li ser Başûrê Kurdistanê bike.
Niha zenga şereke giran li ber deriyê mala Kurdan lê dide. Gelo li ber vê çiqasî projeyeke ya rêveberiya Başûr heye? Ji bo her rewşeke nelibendê çiqasî ji van guherîn û veguherînên xeternak re amade ye? Nayê zanîn. Lê dema mirov li dîrok û bûyerên berê rû dayî dinêre ku ti projeyek an jî helwesteke ku bikare pêşî bigre naxuyê. Hê mijara 16’ê Cotmeha 2017’ê li ber çavê me ye. Çi windahiyek mezin ji sedî 51’ê xaka Başûrê Kurdistanê hate dagirkirin.
Rewşa îro li Bexda rû dide, wê ne beşek wê temamî ji nav biçe.