Zarê şarê wêran: Welat

Jiyana Welat bi hunermendî û karkeriyê destpê kir, bi heman rengî bi dawî bû. Niha hemû stranên welatê me behsa Welatan dike.

Mirov ji dayika xwe, ji bavê xwe, ji xwuşk û birayê xwe hez dike. Mirov ji xwendinê ji dibistanê hez dike. Mirov ji dostê xwe, ji evîndara xwe û ji hevjîna xwe hezdike. Lê …

Ti hezkirin, ti evîn nagihêje hezkirin û evîna xakê. Hele sedsal ev sedsal be, wê demê nîqaşa vê kirin jî ewê ne di cih de be û ew ê şerma herî mezin be ji bo mirovahiyê. Heta rastiyeke weke Welatê Kurdistanê hebe behsa hezkirinên teng û takekes kirin ew ê şaştî û heqareta herî mezin be. Ez ê zêdetir dirêj nekim û ji we re; her çiqas ew ê ne têrker be jî, wekî mînaka welatparêziyê ango ez ê behsa Welatê, Welatê Rojê bikim.

Heger ji min re bipirsin û bibêjin; ji bo me mînakek e dilnizmiyê bide, bêyî ku bikevim nava gumanekê ez ê mînaka Hevalê Welat bidim. Heger ji min re bibêjin ji bo me mînakek e kedê, welatparêziyê, karkeriyê, hunermendiyê û hêviyê bide, dîsa bêguman ez ê bibêjim Welat. Behsa her şehîdekî welatê Kurdistanê pêwîste bê kirin. Ji ber ku ne jiyana Kurdekî welatparêz ne jî şahadetê Kurdekî welatparêz ne ji rêzê ye. Ji ber wê hêjayî nivîsandin û behskirinên bi wate ye.

Dema li Wêranşarê xebatên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) destpê kir, beriya gelek kesî wî berê xwe da wê saziyê û pêşengtiya wê xebatê beriya gelek kesî wî kir. Bêyî ku navber bide bi salan pêşengtî ji vî karî re kir. Her çiqas zextên dijmin li beramber wî, li beramber wê saziyê hebû jî heval Welat ti car gav paş de neavêt û negot ‘ez ji bo xwe ango ji bo malbata xwe bi guman im û ez nikarim werim saziyê.’ Heval Welat bi çanda welatparêziyê mezin bibû. Birayê wî jî di nava Tevgera Azadiyê de şehîd ketibû. Ji ber wê wekî gelek welatparêzan wî jî xwe li beramber şehîdan û li beramber şervanên azadiyê dehndar didît. Ji ber wê bû ku heta kêliya dawiyê jî  ew ji rêya rast veneqetiya û canê xwe diyariyê şoreşê kir.

Di aliyê hunerê de gelek jêhatî bû û hema bibêje hemû amûrên muzîkê lê dida. Ji tembûrê, klasik, elektro û bas gitar heta flut û bilûrê hema bibêje gelek amûrên muzîkê dizanîbû lêbida. Ji ber ku hevalê Welat mirovekî hestê xwe gelek hundirîn û kûr bû. Ev dibû sedem ku lêdana amûrên wî jî gelek bi hestewar be. Kîjan amûr bigirta destê xwe bi hestên xweş û xurt dizanî bû lêbida. Dema heval welat li Wêranşar di nava xebatên NÇM ê de bû gelek şagirt û bi taybetî zarokan perwerde dikir. Dîsa di aliyê wêne çêkirinê de jî gelek jêhatî bû. Bi taybetî wêneyên zarokan gelek hez dikir bixêze. Dilê heval Welat hîn weke zarokekî pênc salî pak û paqij bû. Ji ber wê bû ku heval Welat her tim bi zarokan re mijûl dibû û wêneyên zarokan xêz dikir.

Vedat Erdemcî bi nasnav Welat, di nava jiyanê de pir kêm dipeyivî. Ji ber wê me ew her bi bêdengiya wî nas dikir. Kesayeta wî ewqas dilnizim bû ku kêm dipeyivî lê pir kar dikir. Ji ber wê bû ku di deh pêçiyên wî de deh marifet hebû. Piştî demekê heval Welat bi xwesteka xwe zewicî û du zarokên wî çêbû. Wî gelekî ji malbata xwe û bi taybetî jî ji keça xwe hez dikir. Her tim hewldanê wî hebû ku zarokê xwe bi hestên welatparêziyê di aliyê hunerê de perwerde bike. Lê her çiqas xwestek û hêviyên Welat ji bo xwe û zarokên xwe hebe jî, di encamê de welatê hevalê Welat ne azad bû… Di aliyê aborî de Welat ji bo bikaribe zarokên xwe û malbata xwe xwedî bike neçar ma ku du kar an bi hev re bide meşandin. Welat demeke gelekî dirêj dahnê sibehê karê zibale komkirinê, piştî nîvro jî karê hunermenditiyê dikir. Di nava rojekê de mirov hevalê Welat him wekî karkerê komkirina zibalê ya bajêr him jî wekî hunermendekî Kurd dikarîbû bidîta. Ji ber wê Welat mînaka rastiya welatê Kurdistanê bi jiyana xwe ve pir xweş nîşanî me dida. Bêyî ku bikeve hesab an fikren nerast, bi dilnizmî û bi hezkirin xizmetê welatê xwe dikir. Him karkerê welatê xwe bû him jî hunermendê welatê xwe bû. Ti carî xwe ji partiyê qut an jî cuda ne dît. Mîsyona welatparêziya wî di hemû kêliyê jiyana xwe de bi sekna xwe nîşanî me dida. Him di her alî de bi zarok û malbata xwe ve mijûl dibû û him jî gelek kar û barê rêxistinê bêyî ku xwe paş de bikşîne bi fedakarî pêk dianî. Weke destpêkê jî min got Welat bi sekna xwe mînaka rastiya tekoşîna welatê me bû. Û beriya her tiştî ji welatê xwe hez dikir û dixwest welatê xwe yê bedew, ji dewleta Tirk a dijmin rizgar bike.

Belê weke her Kurdekî welatparêz Welat jî agirê hesreta azadiya welat dilê wî diavêt û dişewitî. Ji ber wê, di sala 2015’an dema pêngava Rêveberiya Xweser destpê dike hevalê Welat li Wêranşarê ye. Di çalakiyekê de cihê xwe digire û piştre çalakiya wan deşifre dibe. Gelek rê heye ku Welat ji xwe re hilbijêre, lê Welat bêyî ku dudil bibe biryara çûyina xaka Rojavayê Kurdistanê dide. Dema diçe Rojavayê Kurdistanê bênavber ji bo karê şoreşa welatê xwe dixebite. Bi taybetî di karên ragihandinê de gelek kedê dide. Hevalê Welat di her alî de ji bo şoreşa li her çar beşên Kurdistanê bi hêvî û bi biryar bû. Ji ber wê bû ku hemû erk û berpirsyariyên dihate pêşiya wî wekî welatparêzekî bi kêfxweşî pêk dianî. Dema dewleta Tirk erîşî Serêkaniyê dike hevalê Welat di şer de bi destê çeteyên DAÎŞ'ê ango çeteyên dewlata Tirk bi şêwazeke hovane şehîd dikeve. Heta dawiya jiyana xwe jî bi xaka xwe ve girêdayî dimîne. Welatê welatê Kurdistanê bêyî ku cihekî din hilbijêre bi xaka xwe û bi Şehîdan ve girêdayî dimîne û şehîd dikeve.

Dema welatê mirov ne azad be, di bin metîngerî û qirkirinê de be, dîsa mirovên dilsozê xaka xwe li beramber wan desthilatan di nava tekoşîn û şerekî de be, mirov dikare bibêje ferqa wan mirovan girêdayî xaka xwe ye û ferqa welat bi xwe namîne. Ji ber ku dema mirov dibe parêzvanê welat, taybetmendî û dîroka mirov gelek dişibin hev. Mirov dibe parçek ji welat, welat dibe parçek ji mirov. Welatparêz dibe welat, Welat jî dibe welatparêz. Ji bo wê ye kû piştî şer û tekoşîna Welatan, Amarayan, Şervanan, Dersiman… welat heta heta yê azad dibe û dibe diyarî ji dîrokê re, ji zarokan re.

Pênaseya Welat ev e; ew bû wekî pepûleyekî hate dinê û tama hemû kulîlkên welatê xwe kir û şopa xwe li ser hemû kulîlkên Welatê xwe hişt. Bêyî ku dilê hevrêyekê/î şev û roj xebitî. Jiyana hevalê welat, bi hunermenditî, bi karkeriyê destpê kir û bi hunermenditî, karkeriyê bi dawî bû. Niha hemû sitranên welatê me behsa welat û Welatan dike. Emê jî hertim bibin guhdarvanê ew sitranên we yên ku tê de tekoşîn, berxwedan û serkeftin tê ziman. Emê bibin him guhdarvan him jî pêkanînê sitranên we. Ew sitranên we yên kû qet xilas nabe û her berdewam dike.