Yekîtiya Kurdan û gelan derba kuştina faşîzmê ye

Çîna serdest a Tirk a ji rê derketî ku Tirkiye kiriye goristana gelan û qirkirin jî ji bo xwe kiriye hinceta hebûnê, ji du tiştan ditirse; yek ji wan yekîtiya neteweyî ya Kurdan e, ya din jî tifaqa demokratîk a Kurdan a bi gelên Tirkiye û herêmê re ye.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû di bernameya televîzyonekê de got: "Eger ENKS bi PYD'ê re li hev bike û pê re tevbigere wê bibe hedefa me ya meşrû. Ne tenê ENKS her kesên bikevin nava heman nêzîkatiyê hedefa me ya meşrû ne. Em di vê mijarê de helwesta xwe bi rengekî eşkere radigihînin." Çavûşoglû bi vî rengî di şexsê ENKS'ê de peyam da PDK, YNK û rêxistinên din ên Kurdan û gef li wan xwar. Adresa bingehîn a peyamê jî rêveberiya federal a Başûrê Kurdistanê ye; "Eger tu rabe hewl bide yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk bîne, tuyê tank, top û balafirên me li hemberî xwe bibîne, bila her kes li gorî wê yekê gavê biavêje."

Dewleta Tirk a mêtinger qirker tirsa ji yekîtiya neteweyî ya Kurdan vê carê bi devê Çavûşoglû careke din ji tevahiya dinyayê re ragihand. Ev gotinên Çavûşoglû dubare jî bin mikurhatina li polîtîkayên qirker a dewleta Tirk a faşîst e. Êrişa dagirkeriyê ya li Başûr bi berfirehî tê meşandin beşek ji polîtîkayên qirkirinê ye. Bêguman bersiva Kurdan a li dijî êriş û zîhniyeta faşîst mêtinger qirker divê avakirina yekîtiya neteweyî be. Di vê pêvajoyê de ku çarenûs diyar dibe helwesta yekîtiya neteweyî ji bo gelê me hinceta hebûn û azadiyê ye.

Hefteya ku Çavûşoglû bi vî rengî axivî Serokê MHP'ê D. Bahçelî ji bo meşa demokrasiyê ya HDP'ê got, 'HDP bi agir dilîze'. Axaftinên Çavûşoglû û Bahçelî hev temam dikin, polîtîkaya faşîst qirker a dewletê ya li dijî Kurdan û gelên Tirkiyeyê radixe pêş çavan. Her kes zane ku dewleta Tirk xwedî karakterekî çawa yê faşîst nijadperest e. Dîroka sed salî ya komarê bi jenosîdan dagirtî ye. Çîna serdest a Tirk a ji rê derketî ku Tirkiye kiriye goristana gelan û qirkirin jî ji bo xwe kiriye hinceta hebûnê, ji du tiştan ditirse; yek ji wan yekîtiya neteweyî ya Kurdan e, ya din jî tifaqa demokratîk a Kurdan a bi gelên Tirkiye û herêmê re ye.

Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê yekîtiya neteweyî ya Kurdan û pêkhatina tifaqa demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ji bo xwe weke hilweşîna dewleta faşîst qirker dibîne, lewma şer sor dike, komkujiyan dike û bi komên neteweperest nijadperest êrişê dibe ser Kurdan, hêzên demokrasiyê û jinan, bi vî rengÎ hewl dide teslîm bigire. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê çarenûsa xwe bi temamî bi polîtîka û îdeolojiya neteweperest nijadperest ve girêdaye. Her ku nijadperestiyê sor dike hestên Neo Osmanî jî dinepixin, bi ber bayê daxwaza dagirkirina Sûriye, Iraq, Lîbya, Rojhilata Navîn û Efrîkayê dikeve. Dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî Kurdan û gelan li pêşiya hezeyana neteweperest nijadperest weke astengiya herî mezin dibîne û bêpîvan bi rengekî bêexlaq êrişê dibe ser Kurdan, gelên Tirkiyeyê û îradeya siyasî ya gelan HDP'ê.

'Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê' ya HDP'ê tirseke mezin berda dilê dîktatoriya faşîst a dijminê yekîtiya gelan Erdogan-Bahçelî. Gotina 'HDP bi agir dilîze' ya Bahçelî nîşaneya vê tirsê ye. HDP'ê bi hêza hêza demokrasiyê û raya giştî ya demokratîk daket qadan, derbeke xurt li dîktatoriya faşîst xist. Tirs û xofa ku dîktatoriya faşîst berda nava civakê di asteke girîng de ji holê hate rakirin. Wêrekî û bi xwe bawerî da her kesî. Baroyên ku mafên wan hate desteserkirin xist nava liv û tevgerê. HDP bi têkoşîna xwe ya li kolanan, rojeva rastî ya Tirkiyeyê diyar kir, bi navê gelan derket pêş. Nîşan da ku ew partiya mûxalefeta bingehîn û hêza desthilatdariya demokratîk a li Tirkiyeyê ye.

Di têkoşîna demokrasiyê ya HDP'ê de mîna beriya niha her tim jin hêza bingehîn a serketinê ne. Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dirûşma 'Li her derê têkoşîna jinan' dest bi pêngava berxwedanê kirin û kirin ku 'Meşa demokrasiyê' ya HDP'ê bi ser bikeve. Heta ku têkoşîna jinan bidome serketin wê teqez pêk were û serketin wê ya gelan û jinan be. Jin navê wêrekiyê ye li dijî tirsê, navê berxwedanê ye li dijî zilmê, navê jiyanê ye li dijî mirinê. Sekna bi rûmet a jinan a ku serî natewîne ruh û ava jiyanê ya berxwedana li dijî faşîzmê ye. Her ku jin li ber xwe dide, her ku têdikoşe ti rejîmeke faşîst nikare li ser piyan bimînin. Di meha demokrasiyê ya HDP'ê de sekna berxwedêrî ya jinan careke din hate dîtin.

Meşa demokrasiyê ya HDP'ê bi rengekî eşkere nîşan da ku têkoşîna li dijî faşîzmê çawa û li ku divê bê dayin. HDP'ê nîşanî CHP û yên mîna CHP'ê da ku têkoşîna li dijî faşîzmê ji bilî kolan û meydanan têkoşîneke rast nîne, demagojî ye, rewakirina faşîzmê ye, dirêjkirina temenê faşîzmê ye.

Rastî ev e; HDP yekane hêza mûxalefeta bingehîn a rastî ya Tirkiyeyê ye. Ya ku yekîtiya demokratîk a gelan pêk bîne, ya ku azadî û demokrasiyê bîne Tirkiyeyê HDP ye. HDP her ku li qadan û kolanan têkoşîn bilind kir wê xurt bibe. HDP'ê her ku gel li hev kom kir, bi rêxistin kir û veguherî hêza tifaqa demokratîk wê mezintir bibe. HDP her ku îradeya azad a gelên Tirkiyeyê, çînên bindest û jin kir hêza rêveberiyê li Tirkiyeyê wê hingî hîmên komara demokratîk jî deyne.