Yekîtiya demokratîk û têkoşer

Ji bo çareseriya vê problemê divê mirov ji du aliyan ve nêz bibe. Ya rast dibê pirsa ‘Yekîtiya çawa’ were kirin. Dema ev pirs were kirin, bi awayê şênber du bersiv derdikevin holê. Yek jê têkildarî têkoşînê û ya din jî têkildarî demokrasiyê ye.

Ber bi dawiyê ve faşîzma AKP û MHP’ê li derve û hundir zext, teror û êrîşên dagirker didomîne. Ev jî diyar dike ku divê berxwedana antîfaşîst di her warî de were geşkirin. Bêguman ji bo geşkirina berxwedanê yekîtî û ji bo wê jî divê nêziktêdayina demokratîk hebe. Yekîtiya Demokratîk a Kurd a li ser bingeha têkoşîna li dijî feraset û siyaseta faşîst, mêtinger û qirker, îro ji bo her pirsgirêkê dibe hêza çareseriyê. Tişta di pratîkê de vê nêrînê piştrast dike.

Piştî têkçûna di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de rêveberiya AKP’ê ya ku bi MHP û Ergenekonê tifaqek çêkir, tê zanîn ku piştî 24’ê Tîrmeha 2015’an jî şerê qirkirina Kurdan dabû destpêkirin. Di nava pênc salên dawîn de, rêveberiya AKP, MHP û Ergenekonê tu rê nema ku neceribandin, tu Kurd nema ku ew nekirin hedef û tu qad nema ku êrîş nekirin. Heke mirov bibêje qetlîama li ser Kurdan a herî mezin di van pênc salên dawîn de ye wê ne dûrî rastiyê be. Li gorî ‘Plana çokdanînê’ ya ku di 30’ê Cotmeha 2014’an de di civîna Desteya Ewlekariyê ya Millî de biryara wê hatibû dayin, li dijî Kurdan êrîşa ‘qelandina kokê’ hatibû destpêkirin.

Tifaqa AKP, MHP û Ergenekonê di dema pêvajoya êrîşa qirkirina Kurdan de, tê dîtin wekî di 7’ê Hezîranê de di 23’ê Hezîranê de jî pêvajoyeke dîrokî heye. Rêveberiya tifaqa faşîst a ku di 23’ê Hezîrana 2019’an de di hilbiartina herêmî ya Stenbolê de têk çûbû, vê carê jî tola têkçûnê xwest ji Kurdan derxîne û êrîşên di 24’ê Tîrmeha 2015’an de dabû destpêkirin jî zêdetir dike. Piştî hilbijartinê zext û girtinên li ser HDP’ê zêde kir, ji aliyê din ve jî li ser PKK’ê operasyonên taybet kir û dixwaze êrîşên îmha û tasfiyeyê zêdetir bike. Di vê pêvajoya salekê de tu êrîş û qetlîam nema ku rêveberiya AKP, MHP û Ergenekonê li ser Kurdan nekir. Ev êrîş bi qasî ku li ser zindiyên Kurd e, evqasî jî li dijî Kurdên mirî ye jî. Êrîşên hovane yên li dijî cenazeyên şehîdan û goristanan jî nîşaneya rastîn a van êrîşan e.

Di salvegera yekemîn a 23’ê Hezîranê de em dibînin ku êrîşên tifaqa AKP, MHP û Ergenekonê ya ji bo qirkirina Kurdan hatiye asteke zêde. Ji aliyekî ve êrîşî Kobanê dike, jinên Kurd qetil dike. Ji aliyê din ve êrîşî Silêmaniyê dike û zarokên Kurdan qetil dike. Ji aliyê din ve êrîşî Heftanînê dike û Başûrê Kurdistanê dagir dike. Bi rêveberiya Îranê re tifaqê dike û hêzên azadiyê yê Rojhilatê Kurdistanê dike hedef. Li Bakurê Kurdistanê jî êdî ji bo girtinê parlementer û hevşaredar nemane, îcar jî berê xwe didin Kongreya Civakî ya Demokratîk. Ev jî diyar dike ku dawiya AKP, MHP û Ergenekonê hatiye.

Zêdebûna zilma eniya faşîst û qirker, di heman demê de peywirên têkoşînê yên li dijî vê pergala zilmê jî derdixe pêş. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê gelekî diyar e ku têkoşîna li dijî faşîzma AKP û MHP’ê ji nan û avê hewcetir e. Ji xeynî komeke biçûk a nokeran her kes bi vê rastiyê dizane. Em vî tiştî herî zêde di hêrsa gelê Şeladizê û ya Başûrê Kurdistanê dibînin. Di berxwedanên gel ên li Rojava û Bakur, di serhildanên Kurdan de yên li derveyî welat de em vî tiştî dibînin. Em di azwerî û berxwedana jin û ciwanên Kurdan de vî tiştî dibînin. Herî zêde jî em di çalakiyên berxwedanê yên gerîlayên Kurd de dibînin. Gerîlayên ku li ser xeta Zîlan de dibin fedaî. Li çiya, bajar, zindan, li derveyî welat em di her qada jiyanê de dibînin.

Îro li ser xeta azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd ji biçûkan heta mezinan têkoşîneke berfireh dimeşîne. Her roj şehîdan bide jî, gelê Kurd ji bo azadiyê gihiştiye biryara berxwedaneke wisa. Êdî vê berxwedana azadiyê sînorên Kurdistanê jî derbas kiriye, Tirkiye di serî de, li her dera Ewropayê belav dibe û bandora xwe li hemû dinyayê dide hîskirin. Îro jî diyar e ku ji bo hemû mirovayetiyê bûye hêviya azadî û heyecanê. Diyar e ku Çalakiyên Tolhildanê yên Şehîd Helmet encamên gelekî girîng derxistiye holê.

Lê ligel van tiştan ji bo ku mirov feraset û siyaseta faşîst û qirker biavêje ser sergo, ev tiştên tên kirin têr nake. Divê têkoşîna antîfaşîst li her qadê zêde bibe û zêdetir were xurtkirin. Berxwedana gerîlayan a li çiya û bajaran di serî de, divê her cure berxwedana antîfaşîst zêdetir were mezinkirin. Di heman demê de divê ev têkoşîn li her çar parçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê belav bibe. Divê rewşa ku faşîzmê teşhîr dike were derbaskirin û xeta têkbirina wê were bidestxistin.

Dema qala têkoşîneke wisa tê kirin, yekser meseleya yekîtiyê tê rojevê. Di vê çarçoveyê de yekîtiya neteweyî ya Kurdan, yekîtiya bi gelên Tirkiyeyê û hêzên şoreşger û demokratîk, tifaq û hevgirtina bi gelên cîhanê derdikeve pêş. Di hin waran de tifaq û yekîtî hene. Sermesele di nav HBDH û HDP’ê de hin yekîtî hene, ji bo berxwedana antîfaşîst a li Tirkiyeyê xwedî roleke girîng e. Li parçeyên cihê yên Kurdistanê xebat û nîqaşên yekîtiya neteweyî ya Kurdan jî didome. Di asta herêmî û kurewî de jî têkoşîna gelê Kurd tê naskirin û li gorî demên berê piştgirî jî zêde bûye. Lê ji bo têkbirina pergala faşîst û qirker û avakirina berxwedaneke xurt ev yekîtî û tifaq têr nake. Divê ev yekîtî û tifaq were xurtkirin. Di warê yekîtiyê de ev dibe problem

Ji bo çareseriya vê problemê divê mirov ji du aliyan ve nêz bibe. Ya rast dibê pirsa ‘Yekîtiya çawa’ were kirin. Dema ev pirs were kirin, bi awayê şênber du bersiv derdikevin holê. Yek jê têkildarî têkoşînê û ya din jî têkildarî demokrasiyê ye. Yanî ev yekîtî divê têkoşer û demokratîk be. Yekîtiyeke ku wê li dijî feraset û siyaseta faşîst û qirker tênekoşe û wê têk bebe, gelo wê çi wate û sûda wê hebe? Yekîtiya ku li ser esasê têkoşîna azadiya Kurdan pêk neyê wê bibe yekîtiya xwarin û qedandina nirxand. Ji aliyê din ve jî yekîtiyeke ku xwe naspêre esasên demokratîk wê ne têkoşînê lê parvekirin û xwarina nirxan ji xwe re bike hedef.

Nexwe ji bo nîqaşkirina yekîtiya neteweyî û pêkanîna wê, divê mirov bala xwe bide van her du tiştan. Ev yekîtî divê li dijî dijminên faşîst, qirker û mêtinger têbikoşe û siyaseta demokratîk a Kurdan jî bike hedef. Yekîtiya demokratîk a Kurdan a li ser bingeha têkoşîna li dijî hemû paşverûtiyan, doza Kurdan di serî de, wê ji bo problemên civakî bibe hêza çareseriyê. Diyar e ku ji xeynî vêya tu çareseriyeke rastîn û cîddî tune.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA