Yasaya darvekirina giştî

Mirov nikare qebûl bike ku bi deh hezaran girtî li ber çavan bi hêviya mirinê ve werin hiştin. Lê  gotina,''em vê qebûl nakin' encamê nayîne û têrê nake. Divê mirov çalakiyeke wiha deyne holê ku girtiyan ji komkujiyê xilas bike.

Faşîzma AKP-MHP'ê bi navê 'Yasaya Nû ya  Înfazê'' qanûnek çêkir û bi cih kir. Bi vê çarçoweyê çi alîgirên AKP-MHP'ê hebin, hemû diz, kujer, tecawizkar ji girtîgehan têne berdan. Li zindanan bi esasî hemû girtiyên siyasî yên muxalîfên desthilata AKP-MHP'ê, ango şoreşger, sosyalîst, demokrat, siyasetmdar, nûçegihan, wekîl, şaredar, rewşenbîr, nivîskar û piranî  Kurd dimînin.

Hinceta vê efûya ji bo alîgiran dibe îhtîmala berbelavbûna vîrûsa koronayê ya li girtîgehan. Ango bi sedema ku hêla vîrûsa koronayê dibe ku li girtîgehan berbelav bibe, dibe ku alîgirên AKP-MHP'ê bikuje, bi tevdîrî alîgirên xwe ji girtîgehê derdixin. Baş e, dema ku van derdixin vîrûsa koronayê li girtîgehan berbelav nabe? Helbet berbelav dibe, çawa nabe. Ji ber ku, ji bo ku li girtîgehan berbelav nebe ti tevdîr li girtîgehan nehatine standin. Baş e, ku vîrûs li girtîgehan berbelav dibe, wê wan girtiyên li girtîgehê nekuje? Helbet wê bikuje, çawa nakuje.

Aşkere ye, AKP-MHP bi sedema ku wê vîrûs li girtîgehan berbelav bibe, alîgirên wan bikuje bi efûyeke taybet ew têne berdan, ên ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê jî, bi gotina, 'bila bimirin' li girtîgehê têne hiştin. Li vir gotina, 'bila bimirin' ne ku em dibêjin. Xwedêgiravî yasa dema ku li meclîsê dihate axaftin, dema ku wekîlekî CHP'ê gotî, ''Idrîs Balûken wê bi hêviya mirinê ve were hiştin?'' Ji nav rêzên AKP-MHP'ê bi rengê koroyekê ev gotin hate gotin. Ango xwedêgiravî wekîlên  AKP, MHP'ê ji bo Idrîs Balûken ku ew jî li heman meclîsê dema ku wekîl bû, dibêjin,''bila bimire.'' Naxwe ''Yasaya Nû ya Înfazê'' ya ku ji hêla desthilata AKP-MHP'ê ve hatî derxistin, 'Yasaya Darvekirina Giştî'' ye ku ji bo muxalîfên AKP-MHP'ê hatiye derxistin.

Aşkere ye, desthilata AKP-MHP'ê bi tirsa ku 'wê bimirin' ji bo alîgirên xwe yên girtîgehê bi efûyeke taybet derxistin, muxalîfên xwe jî bi gotina,'bila bimirin' li girtîgehê dihêlin.  Li gel ku dizanîn vîrûsa koronayê wê berbelav bibe û komkujiyeke giştî li ser girtiyan çêbibe jî ji bo ku ew li zindanan bêne hiştin ji yasayê re gotin, erê. Bi vî rengî hişmendiya şefên faşîst Devlet Bahçelî û Tayyîp Erdogan ku gelek caran li mîtîngan digotin, 'em li gel îdamê ne' pratîze dibe. Bi vî rengî ji şoreşger û demokratên girtî, ku bi girseyî ew girtin û li gel êşkence û zextê jî nekarîn wan teslîm bigrin dixwazin tolê hilînin.

Pêşî divê em vê xalê baş bizanin: Efûya alîgiran a ku bi navê, ''Yasaya Nû ya Înfazê'' ne ku cara pêşî tê rojevê. Em baş pê dizanin ku pêşnûmeya efûya ji bo alîgiran beriya bi salan ji hela MHP'ê ve hatiye hazkirin û şefê faşîst Devlet Bahçelî gelek caran aniye ser zimên. Wê demê ji bo ku AKP'ê rast nedît nenîbûn rojeva meclîsê. Naxwe wê demê jî îtîraza AKP'ê li ser demê bû. Ango bi fikra, 'ne dema wê ye'' hatibûye taloqkirin. Niha ev atmosfera ku hêla vîrûsa koronayê rê li mirina girseyî vedike, ji bo efûyataybet weke 'dema rast' hatiye dîtin. Ji atmosfera ku hêla vîrûsa koronayê bi xwe re aniye sûd werdigrin û ji bo alîgirên xwe biryar li ser efûyê dane.

Ango yasaya efûyê ya ji bo alîgiran ne yasaya AKP'ê lê di rastiya xwe de yasaya MHP'ê ye. Weke her carê û di her karî de bûyî, di efûya navborî de jî ya ku fikir çêkirî û biryar li ser  dayî MHP ye, ya ku tevlî vê bûyî û bi cih anî jî AKP ye. Desthilata AKP'ê bi qilawiztiya MHP'ê ber bi konçalên bêhna genî jê tê bilez diçe.

Tişta ku bi gava navborî tê xwestin ku bikin li ber çavan e: AKP-MHP dizan, kujeran, tecawizkaran berdide û hêzên demokratîk ên Tirkiyê û hemû azadîxwazên Kurd ên li dijî deshtilata AKP-MHP'ê bi hêviya mirinê ve têne hiştin û careke dî têne cezakirin. Tê xwestin ku ocdanê Kurdistanê û Tirkiyê bi vê gavê tine bikin.  Jixwe li zindanên ku bi rehînetî têne girtin, bi hêviya mirineke girseyî ve hiştine.  Lê her kes pê dizane lê li wê meclîsê ku xwedê giravî îradeya civakê ye, sedema ku Idris Balûkên, ku bi hezayanekê gotin, 'bila bimire' çûnûhatina li Imraliyê û Qendîlê ye, ku bi biryar û destûra Tayyîp Erdogan diçû û dihat.

Aşkere ye bi destê faşîzma AKP-MHP'ê hewl tê dayin ku bi deh hezaran girtiyên siyasî bi hêviya mirinê ve werin hiştin. Bi vê zext û gefxwarinê tê xwestn ku girtiyên ku bi ti êşkenceyê teslîm nehatine girtin werin çavtirsandîkri û pêkan be teslîm werin girtin. Tê xwestin bi vî rengî miroven herî bîrewer û rêxisinî yên Kurdistanê û Tirkiyê qetil bikin. Bi vî rengî dixwazin hovîtiya ku di dîrokê de mînaka wê nîne bi cih bînin.

Bêguman ji bo kirineke wiha mirov dikare her cure tişta nebaş bibêje. Mirov dikare bibêje dîktatorî, faşîzm, komkujî, hovîtî, nehiqûqî û bêexlaqîtî. Lê heke li dijî vê rê li ber çalakiyeke karîger veke wê watedar be ev gotin. An na, ku tenê wê li ser zimên bimîne ti maneya wê namîne. Dema ku mirov ji faşîzma AKP-MHP'ê re ya ku rejîma herî devbixwîn û hiqûqnenas a dîrokê ye, bibêje, 'tu wiha yî' ti maneya xwe nîne û ti encamê jî nayîne.

Naxwe divê çi were kirin? Aşkere ye ku rewşeke wiha, ango bi hêviya mirinê hiştine bi deh hezaran girtî bi ti awayî nayê qebûlkirin. Lê bi gotin,a ''em vê qebûl nakin' ti encameke têrkar dernayê holê. Her wiha bi gotina her cure gotina xirab jî ya ji bo faşîzma AKP-MHP'ê ti encameke baş dernakeve. Nxwe divê mirov qîma xwe bi vê neyîne û ji vê wêdetir biçe, ango divê mirov bikaribe çalakiyeke bi asteke wiha derxîne holê û girtiyan ji vê gava komkujiya giştî xilas bike.

Heke em rast biaxivin têkoşîna dijî faşîzma AKP-MHP'ê bi rengekî berbiçav kêm bûye. Helbet vîrûsa koronayê weke sedema vê tê nîşandan. Bêguman hêla vîrûsê cidî ye û hewceyî bi tevdîran heye. Lê ev nayê maneya ku têkoşîna antî faşîst were sekinandin. Bi bicihanîna banga 'li malê bimîne' ya faşîzma AKP-MHP'ê ti encam nayê standin. Li aliyekî faşîzma AKP-MHP'ê ku vê bangê dike, ew her cure karê xwe dike. Berê karkeran dide mirinê û dixwaze karê xwe zêdetir bike. Ji bo ku temenê desthilata faşîst dirêj bike, heta ku ji dest tê hewl dide ku ji vîrûsa koronayê sûd werbigire.

Naxwe divê mirov neyê lîstika faşîzmê. Pir girîng e ku ji ber ku vîrûsa koronayê heye mirov têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzmê kêm neke. Faşîzma  AKP-MHP'ê ji bo gelan vîrûseke ji ya koronayê bêhtir taloke ye. Naxwe têkoşîna dijî vîrûsê û ya dijî faşîzma AKP-MHP'ê mirov nikare ji hev qut bike. Li ser vê mijarê divê em ji asta gotinê bibihurin, werin asta çalakiyê û bikaribe çalakiyên encamgir bike. Dema wê ye ku em li girtiyên siyasî xwedî derkevin, ku faşîzmê ew li zindana bi hêviya mirinê ve hiştine.

Bêguman şert guheerîne û halê hazir bi rêbazên berê mirov nikare li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bisekine. Lê ev nayê maneya ku li dijî faşîzma mirov nikare bi ti awayî têbikoşe. Heke bi rêbazên berê mirov nikare têbikoşe, naxwe divê mirov afirende be, rê û rêbazên din ên têkoşînê bibîne û vê bi rengekî serkeftî bi ci bîne. Mîsoger e ku berxwedaneke wiha lê rawestiyayî û serkefî wê encamê bîne û serfiraz bike. Bûyera Suleyman Soylu nîşan da faşîzm di nav xwe de hildiweşe. Naxwe berxwedaneke antîfaşîst a lêrawestiyayî û afirende bi mîsogerî wê encamê bîne. Niha dema wê ye ku bi çarçoweya xwedîderketina li girtiyên zindanan bi rêbazên afirende berxwedana antîfaşîst wer geşkirin.

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka