Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bi wesîleya salvegera 41'ê ya Komkujiya Mereşê, armanc û bandora vê komkujiyê nirxand.
Karasû got, "Li Mereşê di sala 1978'an de bi sedan Kurd hatin qetilkirin. Ne tenê ev hate kirin, di heman demê de Kurdên Elewî hatin qirkirin. Kiryarê vê jî dewleta Tirk e ku ji Plana Şark Islahatê ve li Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Di bûyerên polîsiye de ji bo dîtina kiryar pirsa 'kê jê sûd wergirt' tê kirin. Li Mereşê ev yek eşkere ye, yê ku xwest Kurdan qir bike dewleta Tirk bi xwe ye. Di Plana Şark Islahat de Tirkkirin yanî qirkirin wê di serî de li rojavayê Firatê û li Dersimê bihata kirin. Li Dersimê ji xwe di sala 1938'an de destpêkê qirkirina fîzîkî û piştre jî qirkirina spî yanî qirkirina çandî hate kirin. Li Sêwasê jî bi komkujiyên fîzîkî re, bi koberkirin û qikriina çandî re ev xaka Elewiyan veguherandin xaka ku Tirkên Sûnî lê serdest in. Aqûbeta Meletî û Erzînganê jî ne cuda ye. Polîtîkayên bi heman rengî li Semsûrê jî hatin meşandin, tên meşandin.
QIRKIRIN TENÊ BI KOMKUJIYÊN FÎZÎKÎ NAYÊ KIRIN
Demên dawî tê nîqaşkirin ku dewleta Tirk li Rojava li dijî Kurdan polîtîkayên qirkirinê dimeşîne. Destpêkê li Efrînê, niha jî li Serêkaniyê û Girê Spî Kurdan ji herêmê derdixînin, hewl didin van deveran bê Kurd bihêlin û qirkirinê bikin. Bêguman hemûyan nakuje, bombeyan dibarîne bi sedan ji wan dikuje, bi bombardûmanê welê dikin ku kes nikaribin li herêmê bimînin û wan ji xaka wan derdixînin. Yanî qirkirinê dike. Qirkirin tenê bi komkujiyên fîzîkî nayên kirin. Eger tu gelekî, tu civakekê ji xaka wan derdixîne ev yek qirkirine. Beriya her tiştî gel û civak hebûneyên çandî ne. Xaka ku lê ne jî di heman demê de warê afirandina çanda wan bi xwe ye. Dema ku civak ji warê xwe tê kirin hingî ew çand, ew civak tê kuştin. Çawa ku masî ji nava avê bê derxistin dimire, civakeke etnîkî jî dema ji xaka xwe bê dûrxistin hingî mîna masiyê ji nava avê hatiye derxistin lê tê. Ev yek jî qirkirine. Mînak, qirkirina Ermenan tenê bi komkujiya fîzîkî nebûye. Bi qasî komkujiya fîzîkî her wiha sirgûna ku jê re tehcîr tê gotin hatiye kirin. Piraniya wan ber bi xaka Sûriyeyê ve hatine sirgûnkirin. Ji xwe piraniya Ermenan di rêya sirgûnê de mirin.
YA KU LI MEREŞÊ HATE KIRIN QIRKIRINE
Ya ku li Mereşê hate kirin qirkirin bi xwe ye. Bêguman li Mereşê, li rojavayê Firatê berê jî polîtîkaya qirkirinê hate meşandin. Lê belê bi temamî bi ser neketibû. Di salên 1970'î de bi komkujiyan qirkirin mezintir kirin, komkujiya Mereşê ya 1978'an jî derba dawî bû. Bi komkujiya Mereşê re ne tenê Kurdên Elewî yên li Mereşê bi temamî li cografya Kurdên Elewî qirikrin hate kirin. Li Mereşê, Meletiyê û Sêwasê Kurdên Elewî nehatin hiştin. Ketin ser rêyên Tirkiye û Ewropayê. Bi rêya bazirganên mirovan ku MÎT'ê û îstîxbarata polîsan bi rêxistin kirin ber bi Ewropayê ve hatin şandin. Ji vê tehcîrê, qirkirinê re jî 'Rêwîtiya hêviyê' hate gotin."
Karasû pirsa "Di Îlona 1978'an de li Sêwasê piştî komkujiya Mereşê çi bû?" kir û got, "Di serî de Mereş, Meletî û Sêwasê li cografya Kurdan a Elewî mirov nehatin hiştin. Vê polîtîkaya qirkirina li dijî Kurdên Elewî hate kirin bandor li Tirk ên Elewî jî kir. Piştî komkujiya 1978'an cografya Kurd ên Elewî bêdeng bû. Piştre darbeya faşîst a 12'ê Îlonê ya leşkerî hate kirin û Kurdên Elewî hîn bi zûtir ji herêmê hatin derxistin. Ji xwe armanca bingehîn jî tepisandina tevgera azadiyê ya Kurdistanê û temamkirina polîtîkaya qirkirinê ya 60 salî bû. Herî zêde Mereşê û cografya Kurd ên Elewî para xwe ji vê polîtîkayê wergirtin."
Karasû destnîşan kir ku li Mereşê komkujî pêk hat, lê belê eger rastiya qirkirina Elewiyan û Kurdan neyê dîtin hingî nirxandineke rast jî nayê kirin.
Karasû got, "Komkujiya Mereşê ya 1978'an mîna Dersim 1938'an qirkirineke. Bêguman qirkirineke ku di nava şert û mercên nû de bi rêbazên nû hate kirin."
Karasû anî ziman ku li Dersimê sirgûneke bi zorê hate kirin, lê belê piraniya Dersimiyên li bajarên Tirkiyeyê belav bûn piştre li welatê xwe vegeriyan û got, "Lê belê Kurd û Elewiyên ji Mereşê û bajarên din bi rengekî ku nikaribin vegerin tehcîr bûn."
Karasû got, "Li Mereşê Qirkirina Kurd ên Elewî hate kirin. Mîna Qirkirina Dersimê. Ji ber ku li rojavayê Firatê Kurdên Elewî yanî Kurd nehatin hiştin bêguman em ê ji vê re bêjin Qirkirina Kurdan. Ji ber ku Plana Şark Islahat planeke qirkirina Kurdane. Li Dersimê, li Mereşê ev yek hate pêkanîn. Lê belê rêxistinên Elewiyan eger wê li Mereşê bibin xwedî, hingî divê ya hatiye kirin weke Qirkirina Elewiyan ragihînin û bi vî rengî lê bibin xwedî. Berevajî vê wê xwedîderketineke rastî nebe. Eger weke komkujiyeke herêmî ya li dijî xwe binirxînin, hingî wê qirkirina li dijî Elewiyan nebînin. Helwesteke bi vî rengî wê bibe nêzîkatiyeke lawaz a li hemberî darbeya dîrokî ya li Elewîtiyê hate xistin. Bi vî rengî wê nikaribin li dijî qirkirina Elewiyan polîtîkayeke rast bimeşînin. Divê hesab ji kiryarên komkujiyê bê pirsîn, lê belê qîma xwe bi vê nîne. Ji ber ku zîhniyeta bi vê komkujiyê re qirkirin plan kir, piştî komkujiyê Mereş bê Elewî hişt, Qirkirineke Elewiyan kir."
RÊBAZÊN TÊKBIRINA ARMANCÊN QIRKIRINA ELEWIYAN
Karasû destnîşan kir ku qirkirina Elewiyan bi sirgûnkirina wan hate kirin û got, "Zext, zilm û komkujî sed sal in bi heman armancê hatin kirin, tên kirin. Eger Elewî fêhm bikin ku li dijî wan qirkirineke bi çi rengî tê kirin, eger bibin xwedî zîhniyet, rêxistin û têkoşîneke rast hingî dikarin komkujiyê berevajî bikin."
Karasû ragihandin ku şermezarkirina Komkujiya Mereşê, bîranîna şehîdan bi têkbirina armanca komkujiyê dibe û got, "Ev yek jî bi du şêweyî pêk tê. Eger bi vê komkujiyê re Mereş bê Elewî, bê Kurd hate hiştin, hingî divê koça ji Mereşê bê berevajîkirin. Divê em karibin Mereşê, Elbistanê, Pazarcixê, Afşînê, Goksûn, Ekînozu, Nûrhakê û gundên wê ji nû ve zindî bikin. Em vê cografyaya ku Elewîtî lê heye, çanda wê lê heye ji nû ve çanda Elewîtiyê serdest bikin. Ya duyemîn jî divê em têkoşîna demokrasiyê bi hêzên demokrasiyê hemûyan re bimeşînin. Ji ber ku heta Tirkiye demokratîk nebe, dawî li qirkirina Elewiyan nayê, mafê Elewiyan nayê ewlekirin."