Wê jin û gel encamê diyar bikin

Kurd, jin û kedkar di serî de civak lê dinihêre ku her sê tifaq çi dibêjin û bi rastî jî wê çi bikin. Dengên gel ji bo tu kesî ne tiştekî garantî ye. Ji bo şoreşeke demokratîk divê mirov zêdetir bixebite û têbikoşe.

Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ ya ku piştî jina Kurd Jîna Emînî li Îranê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate qetilkirin, di meha duyemîn de didome. Jin û civaka Îranê ji nişka ve rabûn serhildanê û her kes li hemberî vî tiştî mat man. Pê re jî di meha duyemîn de ev serhildan didome û dîsa jî mirov mat dimînin. Kesên ku ev serhildan biçûk didîtin û digotin ‘Wê zêde nedome’ niha ji hemû kesan zêdetir şaş mane.

Serhildana bi pêşengiya jinan a gelên Îranê di meha duyemîn de veguheriye şoreşa jinan û azadiya gelan. Ji niha ve belavî nav hemû jinên cîhanê bû û li her qadê ji bo vê piştgirî tê dayîn. Hemû nêzikatiyên qedexeker û astengkirinê yên Dewleta Îslamî ya Îranê tu encam nestend. Bûyer didomin û pê re jî şîddeta wê zêdetir dibe. Agahî tên ku dewlet li hemberî çalakvanan zextan dike û qetlîam zêdetir kiriye. Lê dîsa jî tê dîtin ku wê jin û gel gotina xwe ya dawîn bibêjin.

Li Iraqê di 10’ê Cotmeha 2022’an de di salvegera yekemîn a hilbijartinan de, serokkomar û serokwezîr hatin hilbijartin. Wisa xuya dike wê hikumeteke nû were avakirin.  Lê vê hikumeta ku bi tifaqa alîgirên Îran û DYE hatiye avakirin, wê aqûbeta wê çawa be, ji niha ve ne diyar e. Bi qasî ku di çapemeniyê de cih digire di hikumeta nû de Şîîyên ku alîgirên Îranê ne, Sunniyên ku alîgirên DYE ne û PDK cih digirin. Di vê rewşê de Sadr û YNK hatine vederkirin.

Gelekî zelal e ku rêveberiya Hamaney a ku li Îranê bi gelan û jinan re lihevkirinê nake, li Iraqê bi DYE re li hev dike. Tê dîtin ku heman peyman li qadên wekî Lubnan û Yemenî jî tê kirin. Di vê rewşê de ne zelal e ku wê li Iraqê îstîkar pêk were yan na. Heke li Bexdayê rêveberî were avakirin dibe ku îcar jî li Hewlêrê krîza hikumetê dest pê bike. Ji aliyê din ve di warê siyaseta welatparêziya Kurdan, li hemberî îxtîmala ku êrîşên TC û PDK’ê zêde bibe, divê Silêmanî were parastin.

Li Sûriyeyê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de rewş tevlihevtir e. Tayyip Erdogan ê ku li Astaneyê bi Pûtîn re rûniştibû, teqez e ku ji bo êrîşeke dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destûr û piştgiriyê dixwaze. Divê were zanîn ku Pûtîn jî dixwaze Tayyip Erdogan di hilbijartinê de bi ser bikeve û dawiya dawîn wê Pûtîn destûra vî tiştî bide. Ligel DYE û Îranê bi pêşveçûna pêvajoyê re, îxtîmala ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke TC’yê pêk were, zêdetir dibe.

Li Tirkiyeyê wê her tişt êdî zelal bibe. Li Tirkiyeyê ya ku salvegera 43’emîn a darbeya faşîst û leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an pêk hat, êdî divê şoreşeke demokratîk û antîfaşîst pêk were. Dîktatoriya faşîst a ku 43 sal in heye, wê êdî nikaribe temenê xwe dirêjtir bike. Serdemên berê yên Komara Kemalîst jî ji van 43 salan ne cihêtir bû.  Wê tu wate û aliyekî wê yê were qebûlkirin tunebe ku ji dêvila faşîzma AKP û MHP’ê rêveberiyeke din a faşîst pêk were. Ji ber vê li Tirkiyeyê beriya nan, nav û hewayê pêdivî bi rêveberiyeke demokratîk û veguherîneke demokratîk a radîkal heye.

Îro li Tirkiyeyê beşeke mezin jî dixwazin demokratîkbûn bi lezgînî pêk were. Lê tê nîqaşkirin gelo wê bi şer an jî bi hilbijartinê faşîzma AKP û MHP’ê were hilweşandin. Êdî her kes qebûl dike ku dewleta Tirk li her derê li dijî Kurdan şer dike. Ji Efrînê heta Xakurkê bi qasî 800 kîlometreyan şerekî eniyê heye. Aliyê din ê şer jî ji Stenbolê heta Silêmaniyê didome.

Rayedarên AKP û dewletê qala mezinbûn û girîngiya şer dikin. Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê jî derbarê şerê li Zap, Avaşîn û Metînayê diyar dike ku ew gihiştine pêngava serfiraziyê. Li ser vî esasî ciwan û jinên Kurd di serî de bang li hemû gelê Kurd û dostên wan hatiye kirin ku bila têkoşîneke xurt bimeşînin.

Gelekî zelal e ku şerekî mezin pêk tê û krîza ekonomîk jî tê de, ev şer her tiştî diyar dike. Kesên bala xwe nadin vî şerî diyar e ku ew ê nikaribin çalakiyeke siyasî ya cîddî jî bikin. Ji aliyê din ve gelek kes diyar dikin ku ‘Tirkiye ketiye pêvajoyeke nû ya hilbijartinê’. Xebatên rojane yên Tayyip Erdogan û Kemal Kiliçdaroglû jî vî tiştî zelal dike.

Şerekî evqasî girîng pêk tê gelo wê hilbijartin çawa be? Hinek alî diyar dikin di vê rewşê de wê hilbijartin pêk neyê û gotina hilbijartinê jî xapandinek e. Bêguman zemîneke van gotinan jî heye û divê mirov bala xwe bide vî tiştî jî. Di vî warî de divê mirov qebûl bike ku hilbijartina li Tirkiyeyê wê gelekî zehmet be. Tayyip Erdogan ê ku îro hilbijartin daye destpêkirin dibe ku sibê şerekî mezin an jî sedemeke mezin biafirîne û ji hilbijartinê bireve. Ligel van tiştan, divê mirov şer û hilbijartinê nexin dijberî hev, fêm bike ku her du bi hev re dikarin pêk werin, divê mirov şer ji xwe re bike esas û hilbijartinê li gorî wê bike.

Di vir de divê mirov vî tiştî ji xwe re bike esas ku ji bo li Tirkiyeyê faşîzm hilweşe û demokratîk bibe, ev tişt xwe dispêre şerekî şoreşger û bi têkoşîneke ku hewce bike hilbijartinê pêk bîne, dikare pêk were. Di vê çarçoveyê de di warê esasî de divê mirov ji bo demokrasiya antîfaşîst têbikoşe, siyaseta demokratîk jî bi pêş bixe û bi hilbijartinê re serkeftinê bi dest bixe.

Di warê siyaseta Tirkiyeyê de dîmenekî çawa heye? Gelekî zelal e ku li Tirkiyeyê bi vî awayî tifaq heye û xebatên hilbijartinê li ser esasê vê tifaqê were kirin. Hatiye diyarkirin ku namzetê ‘tifaqa Cûmhûrê’ Tayyip Erdogan e û Erdogan diçe Soçî û Astanayê, her hefte bi telefonê û rû bi rû bi Pûtîn re rûdinê û hewl dide hêzeke ku karibe di hilbijartinê de bi ser bikeve, bi dest bixe.

Namzetê ‘Tifaqa Milletê’ Kemal Kiliçdaroglû jî ji bo ku bibe namzet li ser rêya Washîngtonê ye. Wekî di sala 2002’an de Tayyip Erdogan kir. Yek ji Pûtîn ê din jî ji Bîden dixwaze piştgirî û destûrê bistîne. Bi vî awayî diyar dikin ku ew xwe dispêrin kê û dixwazin bibin Serokkomar. Vê rewşa trajîk a ku siyaseta Tirkiyeyê ketiyê jî nîşanî her kesî didin. Wê gel û jinên Tirkiyeyê encamê diyar bikin. Wê Kurd, Elewî, kedkar û karker encamê diyar bikin. Lê gelo Erdogan û Kiliçdaroglû ji van kesan re çi dibêje? Diyar e ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan tiştekî wan tuneye ku bibêjin. A rast dixwazin piştgiriyê ji DYE û Rûsyayê bistînin û hemû beşên civakê talan bikin.

A niha wekî tifaqa sêyemîn ‘Tifaqa Ked û Azadiyê’ hatiye avakirin. Bi pêşengiya HDP’ê ji aliyê şeş partiyan ev tifaq hatiye avakirin. Bernameyeke demokratîkbûnê ya girîng a vê tifaqê heye. Di serî de ji bo azadiya gelê Kurd û jinan, ji bo hemû pirsgirêkan çareseriyên cîddî ava dikin. Bi vê bernameya xwe dikarin demokrasiya li Tirkiyeyê pêk bînin. Di vir de pirsgirêkên wan tune. Lê gelekî teng û qels in, divê xwe berfirehtir bikin. Li pêşiya wan jî demeke dirêj tune. Tirkiye di bihara 2023’an de divê were guhertin, lê xwe li gorî vî tiştî naxin pratîkê. Wisa tevdigerin wekî ku ew ê bi xwe bi ser nekevin lê hinek kes wê rêveberiyê bidin wan. Têra xwe berpirsyar tevnagerin û hewl nadin.

Kurd, jin û kedkar di serî de civak lê dinihêre ku her sê tifaq çi dibêjin û bi rastî jî wê çi bikin.

Diyar e ku wê dengên xwe li gorî wê bidin û kesên dikarin probleman çareser bikin wê bînin ser rêveberiyê. Dengên gel ji bo tu kesî ne garantî ye. Diyar e ku kesên karibin pirsgirêkan çareser bikin û bi tempo bixebitin wê bi ser bikevin. Gel kê nas bike û baweriyê pê bîne, wê dengê xwe bidin wê. Ji ber vê divê ji bo şoreşeke demokratîk divê xebat û têkoşîneke mezintir were kirin.

 

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka