Tu hêz nikare pêşiya têkoşîna jinan bigire

Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Mûstafa Karasû di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de bi navê ‘Tu hêz nikare pêşiya têkoşîna azadiya jinan a li ser bingeha îdeolojîk bigire’ nivîsek weşand. Di nivîsê de ev tişt derketin pêş.

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya hemû jinan pîroz dikim.

Divê ji serî ve em qala vî tiştî bikin ku hemû jin kedkar in. Tu ked ne bi qasî welidandin û mezinkirina zarokan e. Mirovayetî û civak bi mezinbûna zarokan çêdibe. Bêtir jî jin vî karî dikin. Zarokên mirovan naşibin ên zindiyên din. Yê herî qels û bêçare yê mirovan e. Bi salan heke lê neyê nihêrtin û parastin, nikare li ser pêyan bimîne. Ji ber vê jî dema jin zarokan mezin dikin, ev keda herî pîroz e. Ji ber vê jî divê mirov hemû jinan di nav kategoriya kedkaran de bihesibîne. Ev ne kedeke were kirîn û firotin . Divê were zanîn ku ev kedeke mezin e û bergîdaniya wê ya civakî heye. Ji ber vê jî divê di her qada jiyanê de mirov bi cihêkariya pozîtîf nêzî jinan bibe.

Şerê hebûna mirovan civak e. Jiyana civakî bi mirovan re dest pê kiriye û hemû nirxên mirovî jî di nav vê civakîbûnê hatiye afirandin. Di warê avabûn û geşbûna civakîbûnê de rola jinan diyar û eşkere ye. Heke em bibêjin jinan mirov û mirovayetî ava kirine, em ê qala rastiyekê bikin. Ji ber vê jî divê bi awayekî cîddî û berfireh mirov li ser cînsa jinan bisekine. Ji ber ku heta cînsa jinan neyê fêmkirin, di warê mirovayetiyê de nirxên erênî jî nayê fêmkirin.

Du paragrafên di parêznameya Rêber Apo de, balê dibe ser vê rastiyê;

“Ji ber vê jî di warê kûrbûna têkiliyên civakî de mirov li ser jinê bisekine, wê ev tişt ne bi tenê watedar be, di heman demê de ji bo vekirina girêkên civakî û derbaskirina wê jî wê girîng be. Ji ber ku nêrîna mêran zêde ye, şikandina vê nêrîna li ser jinê dişibe parçekirina atomê. Ji bo şikandina vê korîtiyê hewldaneke mezin a entellektuelî û hilweşandina serweriya mêran hewce dike. Di eniya jinan de jî divê wê jina ku di warê civakê de hatiye avakirin ji hev were veçirandin û hilweşandin. Hemû utopya, bername û prensîbên ku di têkoşînên demokratîk, exlaqî û polîtîk û çînî de bi ser neketine, şopên awayê têkiliyên serwer tê de hene. Hemû têkiliyên ku koletî, despot, faşîzm û mîlîtarîzmê xurt dikin, çavkaniya xwe ji van awayên têkiliyan werdigire. Heke em dixwazin wateyên baş bidin peyvên wekhevî, azadî, demokrasî û sosyalîzmê divê têkiliyên li ser jinan ji hev veçirînin û parçe bikin.

“… Serwextbûna bi hemû naverok û teşeyên koletiya li ser jinê ya ku bi hezaran salan bi dest û aqilê mêran tê kirin, divê bibûya gava pêşîn a sosyolojiya rastiyan. Ji ber ku koletî û awayên mêtingeriyê yên di vê qadê de, prototîpa hemû koletî û mêtingeriyên civakî ne. Di heman demê de têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan û destkeftiyên vê têkoşînê bingeha têkoşîna azadî û wekheviyê ye.Yek ji sedema ku têkoşîna azadî û wekheviyê li ser bingeheke rast nameşe ev e ku feraset û saziyên li ser jinê baş nehatine fêmkirin û têkoşîna li dijî vî tiştî baş nehatiye krin. Heke bingeh ne zexme , avahî wê di erdhejeke biçûk de wê hilweşe. Ji ber vê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî divê mirov li jinê bisekine, hewldanên wekhevî û azadiyê bispêre ser rastiya jinan û bike bingeha hewldanên zanistî, exlaqî û estetîk. Metodeke lêkolînê ya ku xwe ji rastiya jinan vegirtiye û jinan naxe navenda wekheviyê, wê têkoşîna wan a wekhevî û azadiyê bi ser nekeve…”

Jiyana civakî bi rolên jin û mêran hatiye avakirin. Têkiliyên hilberandinê jî bi serweriya li ser jinan ava bûye. Çîna mêtinger ava bûye, bi çanda mêrserwer pêk hatiye û teşe girtiye. Li ser jinên ku mêtingerî li ser wan hatiye kirin jî çîna civakên mêtinger ava bûye. Ev rastiyên civakî ne ku hatine avakirin. Têkilî û çanda mêtinger ev rol diyar kirine. Pergala mêtinger û dewletparêz xwe wisa didomîne. Di astên civakî yên koleyî û feodal ên ku Marks û Engels pênase kiriye jî qala têkiliyên jiyan û hilberînê tê kirin. Di nav jiyana dîrokî û civakî de, hin guherîn pêk tên lê naveroka wê naguhere. Ji ber vê jî em ji hemûyan re dibêjin pergalên mêtinger, dewletparêz û mêrserwer.

Têkiliyên hilberînê biçûk nayê dîtin û warê diyarkirina karakterê pergalên civakî yên jin û mêran, xwedî bandoreke mezin e. Pergala têkilî û zextan a mêtingeriyê jî li ser van têkiliyan teşe digire. Gotina Marks a ku dibêje têkiliyên hilberînê karakterê civakê diyar dike, mirov dikare ji bo têkiliyên jin û mêran jî bibêje. Heke ev rastî biçûk were dîtin, wê di têkoşînên azadî, demokrasî û sosyalîzmê de jî encameke baş neyê stendin.

Di pratîka Sovyetê de pergala mêtinger a desthilatdar ji holê ranebû û bi awayekî din tê hilberandin. Ji ber vê jî sosyalîzma rastîn a li Sovyetê pêk nehat. Vê têkiliya ferasetê her roj û her saet ji nû ve tê hilberandin. Ji ber vê jî hemû gavên tên avêtin jî bêwate dibin. Ji ber vê jî ji bo ku mirov fêm bike civakek çawa ye, divê mirov li têkiliyên jin û mêran û li rola wan binihêre û guherînê di vê qadê de bike. Rêber Apo ev rastî dîtiye û gotiye ku têkoşîna ji bo azadiya jinan ji têkoşînên çîn û neteweyî girîngtir e. Bêguman ev gotin têkoşînên çîn û neteweyî bêqîmet nake. Lê diyar dike ku bi têkoşîna azadiyê ya jinan re, têkbirina feraseta mêrserwer û pergala wê, ji bo azadî û demokrasiyê çiqasî girîng e.

Beşdarbûna jinan a têkoşîna azadî û demokrasiyê û parêzvantiya wê ya azadî û demokrasiyê, li gorî mêran zêdetir e. Di mêrbûnê de çanda serweriyê ya 5 hezar salan gelekî hişk e. Jin di dîrokê de bi hezaran salan koletî li ser wê hatiye kirin lê her dem ji vê koletiyê aciz e jî. Ji ber vê jî dema jinek ji rewşa koletiyê rizgar dibe û azweriya wê ya azadiyê jî zêde dibe. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya ku jin tê de ye û pêşengiyê jê re dike, azadî û demokrasiyeke kûr ava dike. Jixwe têkoşînên azadî û demokrasiyê yên ku jin ne tê de ne, her dem kêm in û di dawiyê de têk diçe.

Azadbûna jinan bi tenê ne azadbûna jinan e. Afirandina hemû nirxên civakî ne. Ji ber ku di nirxên civakî yên berê de, şopa çanda mêrserwer heye. Ev jî bi tenê jinan nake kole, bandoreke neyînî dide hemû civakê. Ji ber vê jî geşedanên şoreşî yên ku xwe dispêrin azadiya jinan, şoreşa di nav şoreşê de bi xwe re tîne. Şoreşa jinan şoreşa hemû bedewî û başiyan e. Di şoreşên azadiya jinan de, tu xerabî û qirêjî nikare li ser pêyan bimîne. Divê were zanîn ku azadiya jinan giyanê civakê diguherîne. Ji ber ku di bingeha hemû qirêjiyan de, feraseta mêrserwer heye.

Rêber Apo ji bo jinan gotiye ku ew mêtingeha pêşîn û dawîn e. Ji ber ku bindesta pêşîn e, wê di nava dîrokê de potansiyeleke xurt a serîhildanê jî pê re ava bibe. Jixwe di tevgerên şoreşger de û di têkoşînên demokrasî û azadiyê de, her dem di astên bilind de cih girtine. Di dema Şoreşa Fransiyan a di sala 1789’an de desthilatdarên wê demê gotine, heke hemû dinya jin bûya, me yê çi bikira û tirsa xwe ya ji ber serhildana jinan diyar kirine.

Rêber Apo di vê çarçoveyê de di têkoşîna azadiyê de serdemek nû ava kiriye. Di nav rastiya civakî ya dîrokî de dîroka jinan analîz kiriye. Xeta azadiya jinan spartiye ser xeteke terorîk. Asoya di femînîzmê de bi pêş ve biriye û nêrîneke nû ya azadiya jinan ava kiriye. Jineolojî wekî nêrîneke zanistî û îdeolojîk daye pêş têkoşîna azadiya jinan. Bi vê re jin bûne pêşengên têkoşînê û hatine asta ku karakterê têkoşînê diyar bikin.

Avakirina teza ‘Kuştina mêrbûnê’ di xwe de daye destpêkirin û li ser hemû rêxistinê ferz kiriye û piştre jî îdeolojiya rizgariya jinan li ser çarçoveyeke teorîk ava kiriye û di têkoşîna azadiyê ya jina de şoreşeke ferasetê ava kiriye. Têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd di dinyayê de geş bûye û ev jî têkiliya xwe bi xeta teorîk û îdeolojîk a têkoşîna jinan heye. Rêber Apo bûye afirînerê îdeolojiya azadiya jinan. Divê ev rastî were dîtin. Jinên Kurd dizanin ku Rêber Apo afirîner û rêberê xeta azadiya jinan e. Ji ber ku Rêbertî ev hêz daye têkoşîna jinên Kurd. Jixwe dema hatiye dîlgirtin, gotiye ku xebata min a azadiya jinan xebateke min a destanwerî ye û nîvco maye. Bi analîzên xwe yên ji bo xeta azadiya jinan rê li ber geşbûna têkoşîna jinan vekiriye.

A niha li her dera dinyayê têkoşîna azadiya jinan bi pêş dikeve. Ji aliyê din ve jî bandora takekesparêzî ya modernîteya kapîtalîst di gelek tevgerên jinan de tê dîtin. Jin di nav pergaleke civakî ya demokratîk de dikare azadiya xwe bi dest bixe û bibe hêzeke xurt a civakî. Ji ber ku jinan civakîbûn ava kiriye û di pergaleke civakî de dikare rola xwe pêk bîne. Li Ewropayê jî bandorên modernîzmê li ser tevgerên jinan heye. Ev jî rê li ber feraseta çîna bûrjûvaya biçûk vedike. Ev jî dibe sedem ku têkoşîn negihêje armanca xwe. Îdeolojiya azadiya jinan a ku Rêber Apo derxistiye holê di warê derbaskirina van qelsiyan de jî wê bi bandor be.

Em dixwazin balê bikşînin ser vî tiştî ku divê têkoşîna azadiyê civakî be, ev ne ji ber helwesta me ya îdeolojîk e. Rol û karaktera jinan a di nav dîrokê de vî tiştî li ser me ferz dike. Civakîbûn helwesteke aîdî jinan e. Takekesparêzî û dijberiya civakê jî ji ber modernîteya kapîtalîst e.

Mirovayetî di nav dîrokê de bi pêxember, fîlozof, ewliya û zanayên xwe ketiye nav lêgerîna heqîqetê. Heqîqet jî lêgerîna jiyana azad û demokratîk e. Ev jî jiyana demokratîk a civakî ye, ya ku azadiya jinan tê de cih digire. Berevajî vî tiştî jiyana azad û demokratîk nikare xwe bigihîne heqîqetê. Ji bo mirovayetiyê bi tenê heqîqetek heye ew jî jiyana civakî ya demokratîk e ya ku azadiyajinan bûye giyan û cewhera civakê.