'Tirkiye ya ku her devera wê edab girtiye'

''Şerê gemarî ku ji bo PKK were tasfiyekirin hatî kirin, Tirkiye lewitandibû û rizandibû. Tirkiye ji hêla civakî, siyasî, aborî, çandî ve edab gritiye û riziyaye. Sedat Peker, qemûşka birîna qemûşgirtî ya Tirkiyê rakir.''

Li Tirkiyê rêya hêsan a her cure dizî, talan, şelihandinê hatiye dîtin. Kî zêdetir dijminatiyê li Kurdan, şoreşger, demokrasiyê, adaletê bike, dizî, talan, şehildandin, kuştin jê re serbest e. Salên 90'î kê zêdetir dijminatî li PKK'ê, Apo û Kurdan bikira derî heta dawiyê lê vedibûn. Salên 90'î ji vê re ranta Apo, ranta PKK'ê dihate gotin. Li Tirkiyê gelek zengînên wiha çêbûn. Şerê gemarî yê bi navê ku PKK'ê tasfiye bikin dihate kirin, hem Tirkiye lewitandibû û hem jî rizandibû. Hatibû rewşeke wiha wê demê kê dijminatiya Apo û PKK'ê bikira jê re serbest bû her cure kuştinê bike. Avaniyên weke JÎTEM'ê ku dihate gotin bi ser dewlete ve ye, her cure kuştin dikir. Salên 1990'î avaniya ku Kurdan jê re hîzî-kontra gitin jî ji kuştinên kiryar nediyar bi hezaran jê pêk anîbû. Dewletê piştî girtina lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan bi fikra ku wê PKK tasfiye bibe operasyon li van avaniyan kiribû, lîderê wan Huseyîn Velîoglu jî di nav de gelek jê kuştibûn, gelek jê avêtibûn girtîgehê. Çawa ku hate dîtin PKK tasfiye nebûye û hebûna xwe bi rengekî xurt didomîne ev ên ku hatin girtin bi efûyên taybet hatin berdan.

Di demeke wiha de ku têkoşîna dijî PKK'ê geş bûye, kî zêdetir dijminatiya PKK'ê bike dizî, şelandin ji bo wan serbest e. Her wiha ew kê bixwazin dikarin bikujin, wê bibe kê kuşt, kiryar nediyar. Hate îdîakirin wekîlê AKP'ê jina Ozbek a bi navê Nadîra Kadirova kuştiye. Niha jî bi gotina Sedat Peker kurê Mehmet Agar ku yek ji qedroyê navendî yê 'Dewleta kûr'' e, nûçeginaneke jin a ji Asyaya Navîn a bi navê Yeldana Kaharman daye kuştin. Yê ku van dibêje Sedat Peker e ku demekê ji hêla hikûmetê ve dihate parastin, xwedîkirin, sûcên wî ji nedîtî ve dihatin. Niha hine dî derketine ku ji Sedat Peker zêdetir dijminatiyê li Kurdan, li PKK'ê û li demokrasiyê dikin! Ji bo ku yên din zêdetir dijminatiyê li PKK'ê, Kurdan û demokrasiyê dikin şekala Sedat Peker li nav ya zilaman nadeynin. Heke wiha biçe Tirkiye wê bibe qada şer ku di dijminatiya li Kurdan, PKK'ê û demokrasiyê ketine pêşbirikê.

Niha hin kes diyar dikin bê ka li Tirkiyê kî ji kê zêdetir ji welêt hez dike. Diyarkerê pêşî jî Devlet Bahçelî û peyayên wî ne. Jixwe her roj hinan bi îxanetê dideqîne. Ne tenê dideqînin, didarizînin û zirtên hewce jî dike. Niha Îyî Partî û Partiya Vatan a Dogu Perînçek ketine pêşbirkê bê ka kî zêdetir milliyetgir û welatparêz e.

Li Tirkiyê her kes hev tawanbar dike ku ne welatparêz e û îxanetê dikin. Tirkiye bûye welatekî wiha ku heta duh yên ku ji her kesî re xayinên welêt digotin, niha bi xayintiya li welêt têne sûcdarkirin. Sedat Peker ku duh her kes bi xayintiya li welêt sûcdar dikir, niha jî ji hêla hine dî ve bi xayintiya li welêt tê sûcdakriirn. Tê sûcdarkirin ku xizmetê ji dabeşer û dijminên dewletê re dike. Welat, milet, Sakarya heke ji bo dizî, talan, şelihandinê, ji bo bi serbestî kuştina mirovan were bikaranîn rewş wê were vê astê. Piştî demekê heke yên ku niha ketine pêşbirka welat, milet, Sakarya, heke siberojê hev bi xayintiyê tawanbar bikin şaş nebin. Devlet Bahçelî û Dogu Perînçek bi vê potansiyelê ne.Jixwe me dît ku Dogu Perînçek bi televizyonekê çawa erza Ismaîl Hakkî Pekîn şikand, ku ji Partiya VatanÊ ye û serokê berê yê îstîxbaratê yê serekerkaniyê bû. De qet piştre Î.H. Pekîn îtîat kiriye ku niha dîsa bi wan re ye.

Sedat Peker qeşûşka hin birînên Tirkiyê yên qemûşgirtî dîsa rakir. Rewşa ku ew duh tê de bû û niha tê de ye, jixwe nîşan dide ku her devera Tirkiyê edab girtiye. Her wiha li rewşa karsazên Azerî binerin ku duh li ser seran dihatin danîn. Em ê bêhtir bibînin ku yên ku ketine pêşbirka welat, milet, Sakarya çawa dikevin.  Ji ber ku yên ku bi gotina welat, milet, Sakarya xwe weke xwediyê rastî yê Tirkiyê dibînin, her demê pehînê li hev didxin. Carinan jê jî beşek ji van rêwîyên eynî rêyê ne.

Heta ku dijminatiya li Kurdan hebe, wê hewceyî gotinên welat, milet, Sakarya bin. Ji ber vê jî heta ku meseleya Kurd çareser nebe, nebe civaka wekhev û azad a vî welatî Tirkiye wê nkaribe ji van gemariyên xwe xilas bibe, her demê her devera wê, wê edab girtî be. Niha jî Tirkiye ji hêla siyasî, civakî, aborî û çandî ve edab girtiye, riziyaye.

Gelê Kurd, şoreşger û hêzên demokrasiyê divê kêrê bavêjin vê edabê, Tirkiyê ji vê gemariyê paqij bikin, Tirkiyê, bi Kurd, Tirk, Ereb, Çerkez, Sinî, Elewî û Xiristiyan, bikin welatê herî paqij û xweşik ê cîhanê.