Tevgera Alimên Îslamê yên Kurd komxebatek lidar xist

Tevgera Alimên Îslamê yên Kurd bi komxebatekê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga têkoşînê kir.

Tevgera Alimên Îslamê yên Kurd li bajarê Hagen ê Elmanyayê li Medreseya Ehmedê Xanî komxebatek pêk anî.

Têkildarî encamên komxebatê daxuyaniyek hate weşandin.

Li gorî daxuyaniyê, li ser rewşa Misilmanên Kurd nîqaşên berfireh hatin kirin û hate gotin, "Rewşa Bawermendên Kurd, rola Şêx û Alimên Kurd ên di dîrokê de ji bo milletê Kurd carekê din hate bibîr xistin.

Di guftoyan de rewşa neyarên Kurdan bi taybetî, Senteza Îslama Tirk hate nirxandin.  Alimên Kurd gotin senteza Îslamî ya neteweperestiya Tirk bûye jehra nava Misilmanan bi giştî û Kurdên Misilman bi taybetî."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê Alimên Kurd careke din rola xwe ya pêşengiya Îslamî, Kurd û Kurdistanî pêk bînin.

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Divê bi karê xwe karibin Îslama Muhemmedî di nava civaka Misilmanên  Kurd de bi cih bikin.

Divê hevkarên dewleta Kemalîst ku neyarê Misilmanên durist û Milletê Kurd in werin rûreşkirin û rastiya wan û girêdana wan a dewleteke zalim û nîjadperestiya Tirk were vegotin.

Divê Civaka Kurd a Misilman were hişyarkirin, da kû van leystikên li ser ola Îslamê û  gelê me werin bêbandorkirin.

Divê Destên dirêj ên neyarê ola me Îslamê û gelê me, werin eşkere kirin û gelê me  were hişyarkirin.

Divê destên ku wek amîûr û bi cureyekî qirêjî ola me, li dijî gelê me bi kar tînin, werin eşkere kirin.

Leystikên qirêj ku gelê me bi hev bidin kuştin werin berterefkirin. Fitna nava milletê  me were yekalîkirin.

Divê berê her tiştê, destê dirêj ku ji qatilên alimên me yên Kurd û 17 hezar mirovên bê guneh pêk anîne û wek Hîzbul kontra di nava gelê me de tên binavkirin, Terîqet û cemaatên ku hevkariya vê dewleta qatil dikin, bi baweriyek paqij û emelekî salih werin bê bandorkirin.

Divê di serî de Kurdên Misilman û bi taybetî jî kesên Mele, Şêx, Seyîd û Oldarên rast, hîfza xwe çawa ji Îblîs dikin, her weha hîfza xwe ji dewleta qatil, zalim, minafiq û hevalbendên wan jî bikin.

Divê tu carî ne zarokên xwe û ne jî bi xwe, tevlî sazî û cemaatên vê dewletê û  hevkarên wan nebin.

Divê ji bo selametî û aramiya Îslamê û Misilmanan, Kurd û Kurdistanê, dij van Îblîsan  cehd were kirin.

Divê ji bo Kurd bigîhêjin azadiya xwe, tevlîhevî, fesadî, fîtne, ji nava me were derxistin. Divê em ser tifaq û desthevgirtinê kar bikin, neyarê Ol û Welatê xwe di zihniyet û xebatê de têk bibin.

Divê ji bo pêşî li kuştin û şerekî dijwar were girtin, rê li birêz Abdullah Ocalan were  vekirin, ew bigihêje azadiya xwe.

Divê dem li dest tecrîda ser birêz Ocalan were rakirin û hevdîtinên wî bi malbata wî re,  gel û heskiriyên wî re bê sînor, bê şert û mercan were pêkanîn.

Divê were zanîn: Rêya Tevgera Alimên Îslamê yên Kurd, rêya Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Şêx Seîdê Kal, Seîdê Kurdî, Mele Selîm, Qadî Mihemmed, Mele Abdullahê Timokî, Mela Siddîq Turhallî, Şeyx Mehmet Emin Bingol û şehîdên doza me ne.

Werin em ser rêça Şehîdên xwe destê hev bigirin.

Azadiya gelê me û Ola me nêzîk e, şikandina neyarê Ola me û miletê me di destên  me de ye."