‘Têkoşîna mafê tenduristiyê hesasiyeta di warê azadiya wê de ye’

Bingeha civaka ku nikare bi derfetên xwe yên xweser tendirustiya xwe biparêze, hebûn û azadiya wê yan di bin gefan de ye yan jî ji binî ve ji nav destên wê derketiye. Têkoşîna mafê tendirustiyê, hesasiyeta di warê azadî û hurmeta ji bo xwe ye.

Qada perwerdehî û tendirustiyê ya ku wekî zanistê ketiye nav destê desthilatdarî û dewletê, rê li ber gelek pirsgirêkan vekiriye. Fêmkirina van pirsgirêkan gelekî girîng e. Zanista ku bûye wekî dewletan çawa ku bûye amûra herî bi bandor a hegemonyaya îdeolojîk, perwerdehî û tendirustiya ku bi desthilatdariyê re bûye yek, xwedî heman karakterî ye.

Perwerdehî tê wateya ku civak tecrubeyên xwe wekî zanînên teorîk û pratîk ji endamên xwe re û bi taybetî ji ciwanan re rave bike. Civakîbûna zarokan bi çalakiya perwerdehiyê ya civakê dikare pêk were. Perwerdekirina zarokan ne karê desthilatdarî û dewletan e, peywira herî girîng a civakan e. Ji ber ku zarok û ciwan ên civakê ne. Gihandina zarok û ciwana a li gorî kelepor û xwezay xwe ya civakî him heq e û him jî peywirek e. Şibandina wekî xwe meseleyeke girîng e, pirsgirêka domandina hebûna xwe ye. Tu civak mafê hebûna xwe û peywira perwerdekirina ciwanan nabe ku bi hêzeke din re bike, nabe ku vê peywirê dewrî hêzeke din bike. Dewlet an jî hin alavên desthilatdariyê jî bin, nabe ku vê peywirê dewr bike. Yan na wê xwe teslîmî yekdestiya serweran bike.

PÎROZBÛNA MAFÊ PERWERDEHIYÊ

Pîrozbûna mafê perwerdehiyê, ji ber hebûna wê pêk tê. Di serî de dê û bav, tu hêz nikare bi qasî civaka wê nêzî ciwan û zarokan be û ne jî pêdiviya nêzbûnê bi wan re peyda dibe. Di dîrokê de yek tişta ku şaristaniyan li dijî civakan kirine ev e ku civakê ji zarok û ciwanên wê dûr bixe. Pergala şaristaniya dewletparêz, vê çalakiya xwe bi du rêyan pêk tîne, yan ên mezin îmha dike yan jî zarok û ciwanan dike kole, ji bo ku di nava desthilatdariyê sûdê ji wan bigire, li ser navê perwerdehiyê wan hildide ba xwe.

Yek ji armanca herî girîng a şeran ev e ku, zarok, keç û jin û ciwanan ên ku nirxên hêja ne, bi van rêyan di nav xwe de dihelînin û bişaftinê li ser wan ferz dike. Bingeha burokrasiya pêşîn wisa dest pê kir, dîroka şaristaniyê jî bi vê metodê xwest civakê qels bike û hêza alavên burokratîk ava bike. Avakirina civakê ya li dijî civakê, li hemberî civaka xwezayî avakirina civaka desthilatdarî û dewletê. Di vê avakirinê de zarok û ciwanên ku ji civaka xwe ya xweser hatine dûrxisti ziman, çand û dîrokeke gelekî cihê tê hînkirin. Di vê perwerdehiyê de biyanîkirina ji cewhera xwe dibe armanca bingehîn. Him di warê îdeolojîk de û him jî di warê maddî de, nasnameyeke dewletparêz tê bidestxistin. Bi vê re ev tişt tê avakirin bêyî desthilatdariyê nikaribin bijîn. Dewlet û desthilatdarî ji bo hebûna wan dibe tekane rê. Ev beşên ku bişaftin li ser wan hatiye kirin, xwe wekî dewlet û desthilatdariyê dihesibîne û bi vî tiştî re rola wan dibe tişta li dijî civakê. Carinan civaka dewletparêz û xwezaya civakî dibin wekî hev. Ev şaş e û li dijî hev e. Dîroka şaristaniyê li ser vî tiştî hatiye avakirin. Yek ji sedema ku desthilatdarî vê perwerdehiyê desteser dike, ev rastiyên dîrokî heye. Yan na peywira perwerdehiyê ji bo civakê ne li xema wan e. Sermayedarek çiqasî karkeran perwerde bike, desthilatdarî jî bi wî mantiqî evd û karkerên di bin hukmê xwe de perwerde dikin. Navê wê burokrasî jî be, ji asta jêr heta asta jor endamên xwe wekî evdan digihîne.

DESTESERIYA LI SER ZAROK Û CIWANAN A BI RÊYA PERWERDEHIYÊ

Bi taybetî desthilatdariya netewe-dewlet desteseriya xwe ya li ser zarok û ciwanan bi rêya perwerdehiyê ava dikin. Feraseta xwe ya dîrok û hunerê, feraseta xwe ya dînî û felsefî li ser kesan ferz dikin û ev kes êdî ne yên malbatên xwe ê zarok û malên hur ên desthilatdaran in. Biyanîbûna mezin dibe sazî. Birjûwazî di warê perwerdehiyê de li ser civakê ev çîn e ku li ser civakê desteseriya herî mezin ava dike. Perwerdehiya seretayî û navîn tê ferzkirin, kesên ku dixwazin bibin xwedî kar jî dîplomaya wan a zanîngehê tê bibîrxistin, li ser civak û ciwanan xeleqa biyanîbûn û girêdayîbûnê zêde dibe, vê pêvajoya ketina nav qefesê jî ferz dibe. Zordestî, hêza maddî û perwerdehiyê dibin çekên dijwar ên mêtingeriya li ser civakê.

BI RÊYA PERWERDEHIYÊ DERBEYEKE HERÎ MEZIN LI CIVAKÊ TÊ XISTIN

Ji ber vê jî dîroka şaristaniyê de dewlet û desthilatdarî bi rêya perwerdehiyê di vî şerî de ya li dijî xwe bi hêsanî dikare diyar bike ku herî zêde derb li civakê hatiye xistin. Mafê perwerdekirina civakan, yek ji wan mafan e ku pêkanîna wê dijwar e. Civaka ku li hemberî netewe-dewlet û hêzên mezin ên desteseriyên ekonomîk divê bi rêya perwerdehiyê hebûna xwe mîsoger bike, ketiye serdema herî dijwar a di dîroka xwe de. Hegemonyaya îdeolojîk bi şoreşa ragihandinê re, bi şerê medyayî ya li ser hemû civakê dimeşîne, bi qasî warê leşkerî û ekonomîk mêtingeriyê pêk tîne. Belkî jî ji wê kûrtir û bi bêdengî vî tiştî dike, ji nû ve mêtingeriyeke çandî ya serkeftî dimeşîne.

LI HEMBERÎ FETIHKIRINA ÇANDÎ Û MÊTINGERIYÊ ALAVÊN HEBÛNÊ YÊN HERÎ BINGEHÎN ÊN CIVAKÊ

Li hemberî vê fetihkirina çandî û mêtingeriyê, alavên hebûnê yên herî bingehîn ên civakê, berxwedanaq wê ya bi exlaqê xweser û têkoşîna wê ya polîtîk e, ev tekane rêya azadî û rizgariyê ye. Civaka ku ciwanên wê ji nav destê wê hatiye derxistin yan jî ciwanên ku civaka xwe winda kirine, ji têkçûnê wêdetir, mafê hebûna xwe winda kirine û tê wateya ku îxanet li wê kirine. Jê pê ve rizandin, belavbûn û tunebûn e. Li hemberî vî tiştî peywira herî sereke ya civakê, saziyên xwe yên perwerdehiyê ava bike yên ku alavên wê yên herî bingehîn e. Di warê naverokê de jî divê şîroveyên xwe yên zanistî, felsefî,hunerî û zimanî ji avadaniya zanist û desthilatdariyê veqetîne û divê şoreşa xwe ya wateyê bi ser bixîne. Berevajî vî tiştî pratîzekirina qadên exlaqî û polîtîk ên hebûna civakê wê ne mumkun be.

Bi vî awayî pirsgirêka perwerdehiyê saziyên exlaqî û polîtîk ên civakê ferz dike û peywira bingehîn a exlaq û polîtîkayê jî pêkanîna perwerdehiya civakê ye. Civaka ku nikare xwe perwerde bike, wê derfeta avakirina saziyên xwe yên exlaqî û polîtîk û liserpêyanhiştina wê ji dest bide. Civakeke wisa wê nikaribe di bin talûkeyan de bijî û ji rizîn û feşkilînê xwe rizgar bike.

PIRSGIRÊKA CIVAKÊ YA TENDIRUSTIYÊ

Pirsgirêka civakê ya tendirustiyê de jî meseleyeke hesas e. Bi qasî perwerdehiyê girîng e. Civaka ku bi derfetên xwe yên xweser nikaribe tendirustiya xwe biparêze bingeh, hebûn û azadiya wê yan di bin gefan de ye û yan jî ji binî ve ji dest daye.

GIRÊDAYÎBÛNA DI WARÊ TENDIRUSTIYÊ DE NÎŞANEYA GIRÊDAYÎBÛNA GIŞTÎ YE

Girêdayîbûna di warê tendirustiyê de yek ji nîşana girêdayîbûna giştî ye. Civaka ku pirsgirêkên xwe yên fizîkî û ruhî çareser kiriye, tê wateya ku derfetên wê yên rizgariyê di destê wê de ye. Nexweşiyên berbelav ên di bin civakên mêtingeriyê de, têkiliya xwe bi rejîma mêtingeriyê heye. Avakirina saziyên xwe yên tendirustiyê û gihandina pisporan divê wekî heq û peywireke bingehîn a civakan were dîtin. Desthilatdarî û dewlet dest datîne ser vê peywirê, ev jî tê wateya ku derbeyeke mezin li tendirustiya civakê hatiye xistin. Têkoşîna mafê tendirustiyê, hesasiyeta di warê hurmeta li hemberî xwe û azadiyê ye.

Modernîteya kapîtalîst dike ku perwerdehî û tendirustî bibin netewe-dewletî. Ev her du qadên ku civak pê pêş ve diçe, heta ku neyê desteserkirin, li ser van her du qadan heta ku serweriya serdestî neyê avakirin, domandina serwerî û mêtingeriya giştî gelekî dijwar e. Ji ber ku ew dizane bi zordestiyeke milîtarîst nikare civakê bike mal û milkê xwe, kontrola li ser perwerdehî û tendirustiyê jî ji bo desteserkirinan girîng e.

Em careke din dibînin ku di bingeha hemû pirsgirêkên hebûnî yên civakan de, dewlet û desthilatdariya serdest heye. Kar û sermaye heta ku ev serdestî tunebe, nikare bidome. Li hemberî vî tiştî heke têkoşîna pergalî ya şaristaniyê tunebe, tu kêşeyên civakî jî bi awayekî mayînde nayên çareserkirin.

Ji parêznameya ‘Sosyolojiya azadiyê’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye wergirtin.