Têkçûna sîstema tecrîdê

Têkçûna polîtîkaya tecrîdê nîşaneya têkçûna polîtîkaya qirkirina Kurdan e. Yên ku azadî, wekhevî, aştî, demokrasî û edaletê dixwazin, ji bo welat û cîhaneke azad divê bi her awayî tevlî têkoşîna azadkirina Rêber Apo bibin.

Bi komployê hate xwestin ku Rêber Apo bê îmhakirin, Tevgera Azadiyê bê tasfiyekirin. Ev plana qirêj bi saya pêşdîtina xurt a Rêber Apo, bi asya sekna wî ya îdeolojîk, felsefî û siyasî, bi berxwedana dîrokî ya gel hate pûçkirin. Piştî ku plana îmhayê hate pûçkirin, sîstema tecrîdê xistin şûna wê. Tecrî navê dewamkirina komployê bi şêweyê cuda ye. Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê ku navê nû yê dewamkirin û veşartina komployê ye, di sala bîst û duyemîn de bi rengekî bêrehm li Kurdistanê bi rengê qirkirinê, li Tirkiyeyê jî bi rengê faşîzmê tê meşandin.

Hêzên ku sîstema Îmraliyê ava kirin, li êrişên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan temaşe dikin, heta ku xizmetê ji berjewendiyên wan ên qirêj re bike piştgiriya wan dikin. Li Îmraliyê hiqûqa neteweyî û gerdûnî tê qetilkirin, qanûnên siyaseta berjewendiyên qirêj a navneteweyî dixebitin. Hiqûqa Yekîtiya Ewropayê û hukmên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, ji bilî nixumandina desthilatdariya mêtinger-despot nayê ti wateyê.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku maskeya edalet-hiqûqa gerdûnî daniye ser rûyê xwe, komployê ji nedîtî ve hat, doza hebûn û azadiyê ya gelekî danî asta dozeke şexsî, bi vî rengî bû hevparê sûcê herî mezin ê dîrokê. Cîhana berjewendiyan a modernîteya kapîtalîst ewçendî sar, qirêj û bêrehm e. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ji bo nixumandina sîstema hegemonîk a zalim tenê maske ne, amûreke polîtîk a ji bo nixumandina nebaşiyan e. Eşkere ye ku herî zêde gelê Kurd zane bê edaleta gerdûnî çi ye. Eger bi rastî jî sîstemeke edaleta gerdûnî hebe, bêguman sûcê vê sîstema edaleta gerdûnî li dijî Kurdan mezin e, deynê xwe jî mezin e.

Komplo xefika ne rewşa û li dijî hiqûqê ye. DYE, Îngilistanê, Îsraîlê û Yekîtiya Ewropayê serkêjî ji vê bêhiqûqiyê re kirin û piştgiriya herî mezin dan ku gelê Kurd bê qirkirin. Dijminatiya navbera dewleta Tirk û Kurdan kûrtir kirin û xwestin her du hêzan li gorî xwe bi kar bînin. Bi gotina Rêber Apo, polîtîkaya 'kîvroş bide revandin, tejî bide pey' kirin zirxê armancên xwe yên mêtingeriyê.

Xeta hevkariyê ya herêmî jî bi daxwazeke mezin cihê xwe di nava komployê de girt û wezîfeya rewakirina komployê bi eşqeke mezin meşand. Li Kurdistanê bi tasfiyekirina Tevgera Azadiyê re li ser qirkirina Kurdan hewl dan ku berjewendiyên malbatî hîn bêhtir li herêmê bike desthilatdar. Di vê oxirê de hemû nirxên Kurdan pêşkêşî bazarê kir. Vê rola nexêr hîn jî bi rengekî rûketî didomîne. Nokerên Kurd li kêleka desthilatdariya faşîst mêtinger a AKP-MHP'ê cih girtin û hewl didin PKK'ê tasfiye bikin. Li Bakur, Rojava û Başûr piştgiriya îstîbaratî, leşkerî, aborî û siyasî dide êrişên mêtingerî-qirkeriyê. Di nêçira gerîla de didin pêşiya qirkeran. Ji bo li Îmraliyê tecrîd bidome, bi salan e bêrawestan têkoşîneke siyasî û dîplomatîk dimeşînin.

Li gel hewldanên mezin ên komplogeran û hevkarên wan ên zêdeyî bîst sal in didomin, Kurd û jinên Kurd, gelên herêmê, hêzên demokrasiyê bi têkoşîna xwe ya ji bo azadî, wekhevî, demokrasî û edaletê, tecrîd êdî bêwate kirine. Daxuyaniya dawî ya CPT asta têkoşîna bêeman e ku zêdeyî bîst yek sal in bênavber didome.

CPT'iyê sîstema Îmraliyê weke sîstema tecrîdê û êşkenceya giran pênase kir. Ev pênasekirin mikurhatina li polîtîkayên têkçûyî yên avakarên sîstema Îmraliyê ye. CPT sîstema tecrîdê ku ketiye sala bîst û duyan yekemcar bi nav kir û helwesteke li gorî hiqûqa gerdûnî nîşan da. Hin hene dixwazin vê daxuyaniya CPT weke guhertina polîtîkaya Ewropayê ya li ser Kurdan şîrove bike. Lê belê hîn zû ye ku di vê çarçoveyê de bê nirxandin.

Eşkere ye ku yên sıstema Îmraliyê ava kirine, hatine wê astê ku nema dikarin vê sîstemê biparêzin. Di daxuyaniya KCK'ê de jî hate destnîşankirin; sîstema tecrîdê ya Îmraliyê bi hemû sparte û argûmanên xwe ji hev ketiye. Deriyên Îmraliyê şikestî ne. Bingeha xwe ya îdeolojîk û siyasî nemaye.

Wijdanê mirovahiyê roja destpêkê komplo, niha jî tecrîd mehkûm kiriye. Tecrîd li gel avakarên vê sîstemê bêrewa bûye. Têkçûna polîtîkaya tecrîdê tê wateya têkçûna polîtîkaya qirkirina Kurdan. Gelê me, jin, çînên bindest, hêzên azadî, wekhevî, aştî, demokrasî û edaletê dixwazin, ji bo welatek û cîhaneke azad divê heta ji wan bê tevlî têkoşîna azadkirina Rêber Apo bibin.