Sûcên şer ên dewleta Tirk nabînin

Li hemberî dewleta Tirk ku bi sûcên şer ên bêhejmar dixwaze bigihêje armanca xwe, tu bertek ji hêzên navneteweyî nayê. Ligel ku gelek delîl û belge hatin parvekirin, OPCW bêdeng û xemsar e.

Leşkerên Tirk ku bêyî exlaqa şer êrîşî gerîla dike, tu derfet û rêbaz nehişt ku bi kar neyne. Bi taybet ji sala 2021’an ve li Siyanê, Mamreşo, Girêsor, Werxelê, Ciloya Biçûk, Zendura, Girê Hakkarî, Şehîd Şahîn, Kuro Jaro, Şkefta Birîndara, Sîda, Çemço, Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amediyê, Çiyayêreş ên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê û li gelek qadên gerîla teqemeniyên qedexekirî û gazên jehrî bikaranîn. Ger em van kom bikin em ê bi xeteriyeke ku çarenûsa bajarekî ji Hîroşîmayê tirsnaktir bike re rû bi rû werin. Ev teqez rastiyeke ku qet zêdehî nîne ye. 

GERÎLA HER CURÊ BELGEYÊ KU BIKARANÎNA KÎMYEWÎ PIŞRAST DIKE PÊŞKÊŞ KIR

Gerîla van pêkanînan bi belgeyên pir zelal parve kir. Belgekirina dîmenên Şehîd Baz û Şehîd Helbest bêguman herî zêde ji bo gerîla zehmet bû, lê ev yek jî parve kir. Gelek caran navên gazan, qabên wan, rengên wan, bandorên wan û kêliyên bikaranîna wan belge kir. Di wê şerê qiyamet de gerîla çima ewqas girîngiyê da vê? Helbet ji bo eşkerekirina rastiya rûyê artêşa Tirk ku aliyê şer ê neheq û zalim e, ji cîhanê re bû. Hikûmeta Erdogan ku xwe bi maskeya dostaniya bi Filistînê re nixumandiye, desthilatdariyeke ewqas ji hest û exlaqê qut bûye ku wê tu car hestên mirovî hîs neke. Çawa ku niha di tabloya tarûmar a Sûriyeyê de di rewşa kordînatorê de ye, di komkujiya gelê Filistînê de jî para wî ne kêm e. Dewleta Tirk ku şerefa bûyîna 2’emîn artêşa herî mezin a NATO’yê dijî, di pişt perdeyê de ji bo berjewendiyên xwe polîtîkayên ku tu exlaq nas nakin dimeşîne. 

ŞERÊ HÎBRÎDÊ STRATEJIYA ELIMANDINÊ YE

Baş e çima raya giştî ya cîhanê ewqas xemsar nêz dibe? Di Şerê Hîbrîdê de ku stratejiya wê ji aliyê aqilên qurnaz ên serdema nû ve tên diyarkirin, ewqas rêbazên bêexlaq tên şopandin ku ev her ku diçe asayî dibe. A rastî rêbaz ji mirov re nas tê; ava beqê hêdî hêdî germ dike. 

Li gel ku niha li seranserê cîhanê bi mîlyonan mirov tên qirkirin jî, hê jî şerekî nehatiye binavkirin tê meşandin. Li her derê qirkirin û talan heye, lê tu kes wê wêrekiyê nîşan nade ku bibêje ‘ev şerê cîhanê yê sêyemîn e’ ji ber ku ji ber polîtîkayê neyê fêmkirin ku şer e. Hegemonyaya serdema me ku ji ber berjewendiyên desthilatdariyê serî li her curê pêkanînên nemirovî dide, qîrînên Kurdan ji nedîtî ve tê. Sedema ku OPCW’ê êrîşên gaza kîmyewî yên li dijî herêmên gerîla ji nedîtî ve tê, xizmetkirina polîtîkayên şerê Hibrîdê ye. 

LI IRAQÊ NE RÊXISTINA NEQANÛNÎ, KÎMYEWIYA NEQANÛNÎ HEYE

Hikûmeta Iraqê ku PKK xistiye nava rêxistinên qedexekirî, çavê xwe ji gazên qedexekirî û teqemeniyan re girtî ye. Eger ku hikûmeta Iraqê li ser herêmên ku gerîla lê dimînin, xwedî gotin be, wê demê diviyabû ewil dewleta Tirk ku bi salan in sûcdarê qirkirina xweza û mirovan a li vê herêmê ye, asteng bikira. Gerîla ku zêdeyî 30 sal in li herêmê hêza serwer e, tu car zirarê neda vê erdnîgariyê. Li gel vê, hed û hesaba zerara ku dewleta Tirk di 3 salên dawî de daye herêmê û mirovên sivîl nîne. Di vê pêvajoyê de valakirina zêdeyî 400 gundan, ne ji ber hebûna gerîla ye, ji ber teknîka şer a dewleta Tirk a giran û hov e. Rastiya vê ji gundiyên ku bi salan li nêzî herêmên gerîla jiyan kirine, dikare bê piştrast kirin. 

Gelê Kurd ji dîroka xwe ve her tim bi qaweta xwe li çiya û kelehên ku nayên derbaskirin, têkoşîna parastina rûmeta xwe daye. Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk ku bi îdeolojiya Rêber Apo a baweriyek mezin bi hewldanên mirovan tîne, hatiye afirandin, tunelên şer ku teknolojiyên herî pêşketî ya serdemê vala derxe, bi temamî bi aqil û keda xwe çêkiriye. Li tunelên şer tevî 3 sal in bênavber her curê bomberdûman û gazên kîmyewî tê bikaranîn, berxwedan bi ezîmeke nehatiye dîtin didome. 

GERÎLAYÊN AZADIYÊ DI HER ŞERT Û MERCÊ DE BI ISRARA XETA APOYÎ BER BI SERKEFTINÊ VE DIÇE

Berxwedana muhteşem a Rêber Apo ya li Îmraliyê û îradeya muezem a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, ne tenê hikûmeta Tirk planên hemû komplogeran bin guhê hev xistiye. Hikûmeta Erdogan ku bi her curê piştgiriyê û bêyî girîngî pê dayîna rewşa gelê welêt ketiye şer, teqez ne li hêviya vê encamê bû. Encamên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ku bi eksana Îmraliyê tê meşandin, faşîzma AKP aniyê li ber hilweşînê. Gerîla bi şerê xwe yê ku bi biryardariyeke bêhempa dide, têkneçûna xwe ji hemû kesên aqlêselîm re îspat kiriye. Her bloka ku bi israr naxwaze vê yekê fêm bike, wê roj bi roj hêza xwe winda bike.