Sûcê herî berbiçav ê dîktator: Komkujiya Parîsê

Mîna komkujiya Parîsê bi sedan komkujî hene ku Tayyîp Erdogan kiriye. Di nava 18 salên bi rêveberiya dîktatorê faşîst Tayyîp Erdogan de timî komkujî tê kirin. Yek ji van jî komkujiya Roboskî bû ku beriya hefteyekê di salvegera 9'an de bû.

Kampanya Tevgera Jinên Azad a bi navê 'Sed sedemên ji bo darizandina dîktator' dewam dike. Ji bo sûcên ku şefê faşîst Tayyîp Erdogan ê li dijî mirovahiyê kiriye bên qeydkirin, bên bibîrxistin û neyên jibîrkirin ev kampanya gelekî girîng e. Xuya ye ku kampanya navborî wê di salvegera 8'an a komkujiya Parîsê de bigihêje asta herî bilind. Ji ber ku komkujiya Parîsê yek ji sûcên komkujiyê yên herî berbişav ên şefê faşîst Recep Tayyîp Erdogan bi rengekî plankirî û rêxistinkirî kiriye.

Ya rast, mîna komkujiya Parîsê bi sedan komkujî hene ku ji aliyê Tayyîp Erdogan ve hatine kirin. Di nava 18 salên bi rêveberiya dîktatorê faşîst Tayyîp Erdogan de timî komkujî tê kirin. Yek ji van jî komkujiya Roboskî bû ku beriya hefteyekê di salvegera 9'an de bû. Di vê komkujiyê de ku bi balafirên şer hate kirin, piraniya wan zarok 34 mirovên ji Roboskî hatin qetilkirin. Piştî van komkujiyan herî dawî li Şaxê mirov ji helîkopterê hatin avêtin û komkujî hate kirin. Hema bêje her roj sûcekî nû yê komkujiyan tê kirin.

Bêguman di nava van komkujiyan de yên ku herî zêde û timî tên kirin jî komkujiyên jinan e. Di bin rêveberiya dîktator Tayyîp Erdogan de kêlî nîne ku jin nehatibe qetilkirin. Vê rêveberiyê destavêtin, destdirêjî û komkujiya li jin û zarokan kiriye rewşeke ji rêzê. Bi gotina 'Di cewhera vê yekê de heye', hem van bûyeran ji aliyê ferasetê û siyasetê ve rast dibîne hem jî rewa dike. Bêguman ew bi xwe bi vî rengî bibîne jî her kes bi vî rengî nabîne. Di serî de Kurd û jin, hêzên demokratîk vê yekê weke sûc dibînin û hewl didin ji gelek aliyan ve hesabê vê yekê bipirsin. Yek ji sûcên li dijî mirovahiyê, ku heft sal in hesabê wê tê pirsîn Komkujiya Parîsê ye.

Weke ku tê zanîn Komkujiya Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de li navenda Parîsê pêk hat. Endamê MÎT'ê Omer Guney bi rengekî plankirî û rêxistinkirî sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li saziya Kurdan bi debanceyê qetil kir. Omer Guney ji bo komkujiyeke bi vî rengî ji aliyê MÎT'ê ve bi rengekî taybet hatibû perwerdekirin û ajanek bû ku ew bi vê armancê xistibûn nava Tevgera Azadiyê ya Kurd. Destpêkê hewl dabe xwe veşêre jî piştî demeke kurt eşkere bû û ji aliyê polîsên Fransayê ve hate girtin û radestî dadgeriyê hate kirin.

Dozgeriya Fransayê di encama lêkolîn û lêpirsîna demdirêj de komkujiya navborî bi her awayî ronî kir. Eşkere bû ku Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê ji aliyê Omer Guney ve hatiye kirin, Omer Guney endamekî MÎT'ê yê neteweperestê Tirk ê bi feraseta AKP-MHP'ê ye, komkujî ji aliyê MÎT'ê ya bi rêveberiya Hakan Fîdan ve hate plankirin, biryara komkujiyê jî ji aliyê Hikumeta Tayyîp Erdogan ve hate dayin û bi vî rengî îdîaname hate amadekirin.

Li ser vê bingehê her kes li bendê bû ku darizandineke girîng bê kirin, lê mehek beriya destpêkirina dadgehê ji çapemeniyê û raya giştî re hate eşkerekirin ku kujer Omer Guney li girtîgeha lê dima miriye. Bi vî rengî gotin 'bersûcê bê darizandin nema' û doza komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê betal kirin. Yanî bûyerek sûc a welê eşkere nehate darizandin. Dadgeriya Fransayê hesabê komkujiya Parîsê nepirsî. Li ser vê bingehê hate xwestin ku komkujiya Parîsê bê nixumandin û bûyera rastî ya mirina Omer Guney bê veşartin. Eger Omer Guney bi rastî jî miribe, Hakan Fîdan û Tayyîp Erdogan weke sûcdarên komkujiya Parîsê hîn li holê ne. Dadgeriyeke rasteqîn û adil diviyabû ev sûcdar bi rê û rêbazekê mehkeme kiribûya.

Lê belê dadgeriya Fransayê ev nekir. Hem hesabê komkujiya 9'ê Çileyê nehate pirsîn hem jî mirina bi guman a kujer Omer Guney nehate eşkerekirin. Omer Guney bi rastî jî ji ber xwe mir yan jî hinekan ew kuşt? Her wiha Omer Guney bi rastî jî miriye yan bi gotina 'mir' ji girtîgehê hate derxistin û ew şandin devereke cuda? Dibe ku gelek pirsên bi vî rengî bên kirin. Bersiva van pirsan jî eşkere nîne û ji aliyê raya giştî ve nayê zanîn. Lewma bûyera mirina kujerê komkujiya Parîsê Omer Guney hîn nixumandî ye.

Bêguman sûcê destpêkê komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê ye, qetilkirina şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez e. Yê ku ev s3uc kir jî endamê îstîxbarata Tirk kujer Omer Guney e. Yên ku biryar li ser komkujiyê dan û kujer ji bo vê wezîfedar kirin, Serokwezîrê Dewleta Tirk Tayyîp Erdogan û Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan e. Tevî ku dozgeriyê bûyer bi vî rengî raxist pêş çavan jî dadgeriya Fransayê ji ber hin sedeman darizandina navborî nekir. Ya rast ev yek tê wateya hevkariya bi sûcê navborî.

Sûcê duyemîn jî; neparastina jiyana kujer Omer Guney li girtîgeha Fransayê û li ser vê bingehê mirin yan jî kuştina Omer Guney e, yan jî bi gotina 'miriye' hatiye windakirin. Yê ku ev sûc kiriye jî dewleta Fransayê ye, bi taybetî jî Wezareta Edaletê û saziyên pêwendîdar in. Dewleta Fransayê ku bi nedarizandina komkujiya 9'ê Çileyê veguherî hevkarê sûcê komkujiyê, bi neparastina ewlekariya jiyan kujer Omer Guney û eşkerekirina bûyera mirinê cara duyemîn bû sûcdar. Dema ku komkujiya Parîsê hate darizandin divê ev rastî hemû bên dîtin û ev hemû bi hev re bên darizandin.

Em ji vir li siyaseta vegerin ser siyaseta rojane. Pêwîste bi kurtasî ev rastî bên destnîşankirin. Di sala 2020'î de rêveberiya Tayyîp Erdogan ê faşîst ku dijminê kurdan e, çima bi vî rengî li ber rêveberiya Macron rabû û rêveberiya Macron jî çima ji bilî gotinan di pratîkê de tiştek li dijî rêveberiya Tayyîp Erdogan nekir? Bersiva pirsê didim: Ji ber ku nekarî komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê darizîne, nekarî hikumeta Tayyîp Erdogan ceza bike, her wiha pê re bû hevkarê sûc û veguherî sûcdarê duyemîn. Diyar e heta ku komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê mehkeme nekir wê ev rewş dewam bike, rêveberiya Fransayê, kî li ser desthilatdariyê jî be wê ji bilî gotinê li dijî rêveberiya dewleta Tirk nikaribe tiştekî bike.

Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê ku wê di rêza destpêkê ya îdîanameya darizandina dîktatorê faşîst Tayyîp Erdogan de cih bigire, gihîştiye asteke bi vî rengî. Lewma yên dixwazin Komkujiya Parîsê darizînin divê bûyerê bi vî rengî binirxîne. Yanî tevî sûcdarê komkujiyê divê hevkarê vî sûcî jî darizîne. Darizandina rast û encamgir tenê bi vî rengî dibe. Tenê bi biserde çûyîna siyaset û hiqûqa Fransayê, faşîzma Tayyîp Erdogan dikare bê darizandin.

Bêguman wê Tevgera Jinê ya Azad vê rastiyê bibîne û kampanya 'Sed sedemên ji bo darizandina dîktator' di vê çarçoveyê de bimeşîne. Tevgera Jinê ya Azad, Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokratîk ku heft sal in komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê mehkeme dikin û hesab ji sûcdaran dipirsin, wê vê yekê îsal di çarçoveya kampanyayê de bigihînin asta herî bilind û hewl bidin encamê jê werbigirin. Pêwîste û girîng e ku di çarçoveya pêngava berxwedanê ya 'dema azadiyê ye' de ev yek bi xurtî bê kirin.

Şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin, heft sal in ji bo têkoşîna azadiyê ya jinê û têkoşînên demokrasî û azadiyê hemûyan bûn çavkaniyeke xurt a sûdwergirtinê, bûn mîna ala azadiyê. Ew êdî bûne şûrê tûj ê têkoşîna azadiyê û tirsa dilê siyaset û zîhniyet a faşîst a bi serweriya mêr. Ji bo kesên ku dixwazin ber bi azadiyê ve bimeşin ew bûne ruh, îradeya qewîn, hişmendiya xurt û wêrekî û fedakariya encamgir. Em wan bi rêz, hezikrin û minetê bi bîr tînin, wan her tim dikin çirûska têkoşîna xwe ya azadiyê.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA