Sîhanok Dîbo: Dewleta Tirk bi rêya Îxwan dixwaze dorê li Misrê bigire

Nûnerê MSD'ê yê li Misrê Sîhanok Dîbo diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Îxwaniyê di ser Lîbyayê li tevahiya Efrîkayê belav bike û bi vî rengî Misrê dorpêç bike.

Hêzên herêmî û navneteweyî yên li piştperdeya şerê li Lîbyayê ne, van çend mehên dawî yekser tevlî şer bûn.

Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê (ANL) ya bi serkêşiya General Xelîfe Hefter ku mehên dawî yên sala 2019'an bi piştgiriya vekirî ya Rûsya, Misir, Îmarat û desteka 'bêdeng' a DYE'yê bi pêş ve diçe, Hikumeta Mûtabaqata Neteweyî (HMN) ya ku piştgiriyê ji Tirkiye, Qatar û Îtalyayê werdigire li bajarên Trablûs û Mîsratayê asê kir.

ANL'ê heta destpêka meha Nîsanê bi pêş ve çû û gelek herêm ji HMN'ê stand ku koalîsyona pêkhateyên Îxwanî Muslîm û Selefî ye. Lê belê van du mehên dawî rewş berevajî bû û ANL'ê bêyî ku bi xurtî li ber xwe bide gelek herêm terikand.

HELWESTA NATO Û DYE'YÊ RÊVEÇÛNA ŞER GUHERT

Daxuyaniya Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg a 14'ê Gulanê ku gotibû, "NATO amade ye piştgiriyê bide HMN'ê, bandor li paşketina ANL'ê û pêşketina HMN'ê kir. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) jî gelek caran aciziya xwe ya ji ber bandora Rûsyayê ya li Lîbyayê anî ziman.

Dewleta Tirk jî ku Lîbyayê weke mîrateya Osmanî dibîne, destwerdana leşkerî kir, bi hezaran çeteyên Selefî û Îxwanî Muslîmîn şand vî welatî. Vê yekê kir ku Misir ku mezintirîn hêza li herêmê ye bikeve nava liv û tevgerê.

Serokkomarê Misrê Abdulfettah El Sîsî hefteya derbasbûyî Fermandarê Giştî yê ANL'ê General Xelîfe Hefter û Serokê Meclîsa Nûneran a ser bi ANL'ê Akîle Salih li Qahîreyê pêşwazî kir.

XEFER ÇÛ MISRÊ, SARRAC JÎ ÇÛ TIRKIYEYÊ

Piştî hevdîtinê Belavoka Qahîreyê hate weşandin ku li gorî wê; divê agirbest pêk were, alî di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de li maseya danûstandinan vegerin, hêzên biyanî hemû welêt biterikînin. Heman demê Serokwzîrê HMN'ê Fayîz El Sarrac jî çû Enqereyê û bi Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan re rûnişt.

Ji qada navneteweyî piştgiriyeke xurt ji bo Belavoka Qahîreyê hate nîşandan. Dewleta Tirk, Qatar û HMN'ê diyar kirin ku wê belavokê qebûl nekin.

Nûnerê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê li Misrê Sîhanok Dîbo rewşa dawî ya li Lîbyayê, Belavoka Qahîreyê û gavên gengaz ên Misrê yên li dijî polîtîkayên dagirker ên dewleta Tirk ji ANF'ê re nirxand.

'POLÎTÎKAYA BELAVKER Û DAGIRKER A DEWLETA TIRK WEKE GEFEKÊ TÊ DÎTIN'

Sîhanok Dîbo got, "Destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê tenê bi Lîbyayê sînorkirî nîne. Destwerdana leşkerî, siyasî, aborî û îdeolojîk tevahiya Bakurê Efrîkayê eleqedar dike. Ev yek parçeyek ji şerê serweriya li Derya Spî ye."

Sîhanok Dîbo lihevkirina Yewnanistan û Îtalyayê li ser serweriya li Derya Spî û lihevkirina navbera dewleta Tirk û hikumeta Sarrac a li Lîbyayê ya bi heman rengî, weke mînak ji vê yekê re nîşan da û destnîşan kir, ku polîtîkaya dagirkeriyê ya dewleta Tirk ne tenê ji aliyê Misrê ve her wiha ji aliyê gelek hêzên li herêmê ve weke gefekê tê dîtin.

'PIŞTGIRIYEKE XURT JI BELAVOKA QAHÎREYÊ RE HATE NÎŞANDAN'

Sîhanok Dîbo diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide di ser projeya Îxwanî Muslîm li herêmê serdest bibe û got, "Misir, destwerdana dewleta Tirk a li herêmê û jinûve zindkîkirina projeya Îxwanî Muslîm li herêmê weke gefeke mezin dibîne. Beriya çend rojan Belavoka Qahîreyê hate ragihandin. Di vir de bang tenê li Hefter nayê kirin. Bang li aliyên Trablûs, Tobrûk û Fîzanê jî tê kirin. Li qada navneteweyî piştgiriyeke xurt ji Belavoka Qahîreyê re hate dayîn. Lê belê Tirkiye û Qatar li ber vê rabûn."

'JI BO ŞER HÊ ZÛ YE LÊ NE DÛRÎ ÎHTÎMALAN E'

Van demên dawî Misir li ser sînorê Libyayê leşkeran bi cih dike. Der barê senaryoya ku Misir rasterast xwe tevlî nav şerê Libyayê bike, Dîbo got, ''Ji bo vê hê zû ye lê ne tiştekî wiha ye ku pêk neyê.''

Dîbo got, Misir wê bêhtir zorê li qenalên siyasî û dîplomatîk bike û got, ''Li gorî çavdêriyên me, dema ku em li raya giştî ya Misrê dinerin û dema ku em bi rayedarên Misrî re diaxivin hê zû ye ku mirov bibêje Misir rasterast destwerdaneke leşkerî li Libyayê bike. Misir zêdetir wê giraniyê bide pêvajoya leşkerî. Ji xwe Belavoka Qahîreyê, welatên Ewropayî, Rûsya û gelek hêzan destekeke mezin dane. Misir wê zorê li qenalên siyasî bike. Lê dewleta Tirk û Hikûmeta Mûtabqata Neteweyî ya Îxwanî Muslim ku li şer raweste dibe ku derî li îhtîmalên din jî vebe. Şer jî yek ji wan îhtîmalan e.''

'REWŞA DEWLETA TIRK DIŞIBE REWŞA DEMÊN DAWÎ YÊN OSMANÎ'

Dîbo her wiha got, dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî binpê dike û ji bo vê hemû hêzên li herêmê li gorî her senaryoyê haziriye xwe dikin. Dîbo domand: "Gavên niha yên Tirk dişibin gavên demên dawî yên Osmanî. Divê mirov bi bîr bixe salvegera Lozanê nêz dibe. Dewleta Tirk wê berê xwe bide kû derê? Pirsa girîng ev e.''

'PROJEYA DEWLETA TIRK LI MISRÊ DERB XWAR'

Dîbo her wiha got dewleta Tirk niha di siyaseta şer de ku li Rojhilata Navîn û Efrîkayê gefê dixwe û diyar kir, xeyalên Osmanî yên dewleta Tirk li Misrê derb xwariye, bi projeya Îxwanî Muslim a ku dixwest di ser Mûrsî re e li Misrê pêk bîne têk çûye. Piştî ku li Misrê derb xwar pêşî li berbelavbûnê hate kirin û proje ko bû. Lê dewleta Tirk û şîrikê wê Qatar dev ji mebesta xwe neqeriyane. Li Libya , Tûnis, Sûdan û Somaliyê, Yemenê van projeyan rê ve dibe. Bi vî rengî dixwazin Misrê dorpêç bikin. Ev li Misrê baştir tê dîtin."

Serokkomarê Misrê Sîsî General Hefter û Serokê Meclîsa Nûneran Akîle Salih Îsa li Qahîreyê pêşwazî kir. Li ser vê Dîbo got, "Zehmet xuya dike ku Lîbya dîsa di bin yek rêveberiyê de bimîne. Belavoka Qahîreyê jî bang li sê aliyên şer kir û xwest bi avaniyeke xweser li dora meclîseke hevpar werin cem hev. Encex bi vî rengî dikarin xwedî çareserî bin."

Nûnerê MSD'ê yê Misrê Sîhanok Dîbo got, forma netewey-dewletiyê li Rojhilata Navîn û Efrîkayê bi ser neketiye, sedema krîzan jî ev e û goti çareserî konfederaliya demokratîk a li ser hîmê neteweya demokratîk e.