Seyîd Evran serketin e, serketin jî Seyîd Evran e

Heval Seyîd Evran bi ked û têkoşîna dehan salan, li hemû qadên jiyanê tovên hêviya rojên ronî li her devera Kurdistanê çandin û heqîqet ji bin siya tarîtiya dagirkeran derxist û bi serketinê re kire yek parçe.

Seyîd Evran, ango mîrateya zindîwar û pêşengê leheng ê kevneşopiya Çapemeniya Azad û ebdalê heqîqetê ku heya kêliya ponijîna dawî ya hilimkêşanê dilsozê berzkirina ala azadiya Kurd û Kurdistanê bû, şoreşger, têkoşer û azadîxwazê xwedî pîvanê bedew û manedar ê mîrateya Mazlûm Dogan, Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan, Denîz Firat, Qasim Engîn û dehan rêwiyên heqîqetê ye.

Heval Seyîd ji ber naskirina xwe ya rêxistinî ya kûr û ji ber têgihaştina xwe ji cewherê têkoşîna rizgariya Kurd re, bi hest û berpirsiyariyeke gelek mezin erk girtine ser mile xwe pêk anîn. Ti carî pirsgirêkên tendirustiyê ne dikarîn pêşî li erkên wî bigirin û bi giyana şoregerên Apoyî yên radîkal zêdetirî 30 salî, bi fedayî jiyana xwe bexşî têkoşîna mezin a azadiya gelê Kurd û tevayî gelên herêmê kir. Lew re jî; veguherî yek ji pêşengên rasteqîn ku bi heqîqetê re bûye yek beden û weke siwarekî ebdal, bê terdud, li hemû qadên Kurdistanê zanist, ezmûn û mîrateya xwe ya şoregerî belav kir û nifşên ku meşeleya wî li jor bihêlin afirandin.
 
Heval Seyîd Evran bi ked û têkoşîna dehan salan, li hemû qadên jiyanê tovên hêviya rojên ronî li her devera Kurdistanê çandin û heqîqet ji bin siya tarîtiya dagirkeran derxist û bi serketinê re kire yek parçe. Ango; Seyîd Evran serketin e û serketin jî Seyîd Evran e. Diyalektîka dualîteyek wisan serketî bû ku ti maneya binketinê nas ne dikir û ne jî di ferhenga wî de ev tişt hebû. Ji ber vê jî, bi hişmendî û pêşbîniya pêşerojeke azad, bi rûkenî, hezkirin, evîndarî û biryardarî têkoşîn û berxwedana dehan rêwiyên heqîqetê di kesayeta xwe de teyisand û veguherîbû çavkaniyeke pêbawer û kaniyeke hêvî û baweriyê.

Seyîd Evran bi destpêkê Şoreşa Rojava re, bi lez û bez, cihê xwe di nava refên pêşîn de digire. Di wê baweriyê de bû ku ronîkirina tarîtiyê yek ji erkên wî yên dîrokî ye. Lewma jî bi wê enerjiya xwe ya tenê serketinê nas dike re, tevlî xebatên avakirina kadroyên ku dikarin kêliyên Şoreşa 19 Tîrmehê belge bikin û biteyisînin bû û ji Dêrikê heya Efrîn û Helebê bi yek tempoyê berxwedana Rojava bi cîhanê re parve kir û bendewarî, hesret û hêviyên gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê rave kirin. Çi bendên li ber ragihandina heqîqetê hebûn nas nedikir û bê dudilî têkoşînek hêjayî mîrateya berxwedêr ku hilgirtibû ser milê xwe, dimeşand. Ezmûn û dîroka têkoşîna xwe ya 30 salî parve dikir û weke perperoka aşiqê heqîqetê nefes bi nefes li ser rêya heqîqetê xwe dida şewitandin. Bi wê hêza ku dida afirandin, çerxa şoreşa hişmendî û îdeolojîk a Rojavayê Kurdistanê digerand, textên celad û hovan dihejand û ronahî nîşan dida. Bi zanista ku ji kaniya paradîgmaya Rêber APO vexwariye û pê hatiye biçekkirin, tevayî kêliyên heqîqetê dihunandin û weke kedkarekî dilsoz û pabendê serketinê lêgerîna rastiyê bi fedayetiyeke bê hempa nîşan dida.

Seyîd Evran ji bo dijmin û neyarên Kurdan metirsiyek mezin û şevpestek tirsnak bû ku xewn ji çavên wan direvand, lê ji bo ebdal û mirûdên heqîqetê, hêvî, mizgînî û jêdera hêrsa mezin a li dijî neyar, dijmin û dagirkeran bû. Dengê berxwedana zîndana Amedê, Qestel Cindo, Serê Kaniyê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bû. Bilindahiya Hawar û Lêlûnê, hêrsa Firat û Dîcle, kevneşopiya Tilê Endarê û Til Xelefê, gerîlayê bedew ê çiyayên Kurdistanê, hest, enerjî û şiyana mezin a fikir û felsefeya Rêber APO bû.

Di kesayeta rêheval Seyîd Evran de mirov hewcedariya gel û tîna wî ji azadiyê re ferq dikir. Bi rûkenî û safîbûna dilê wî re jî, mirov hêza afirandinê bi dest dixist û motîvasyona xuliqkariyê diafirand.

Bi van taybetmendiyên xwe bingeha hêz û enerjiya têkoşîna li hemberî her cure qirkirin û asîmîlasyonê ava dikir. Li aliyekî rastiya şoreşê vedigot û li aliyekî jî nifşên ku barê vê rastiyê hildin ser milê xwe û ala wê bilind bikin ava dikir. Lew re jî; xwedî rola bingehîn û pêşeng ê avakirin û sazûmankirina têkoşîna ragihandina 19 Tîrmehê ku di kesayeta wî de pêşeroja payînkirî dihate teyisandin. Ji bona vê jî xwedî wê kedê ye ku bi dehan şagirtên senteza wî ya şoreşwarî dişopînin li pey xwe hiştine û bi wê keda xwe jî veguheriye kevirkoşeya binyada civata Çapemeniya Azad.

Xwedîderketina li mîrateya Çapemeniya Azad a 30 salî ya heval Seyîd Evran bi rêwîtiya bêwestan a ber bi heqîqetê ve û şopandina rêya wî re pêkan dibe. Heval Seyîd xwedî wan azweriyan bû ku di berdêla parastina rûmeta Kurd û gelên herêmê de çi têkoşîna were xwestin divê bê dayîn.

Ji bona ronîkirina heqîqetê jî em li ser rêya Seyîd Evranan ti zehmetî û astengiyan nas nekin. Tenê bi giyana serketî ya rêheval Seyîd Evran, pênûsa wî, ezmûn û mîrateya giranbuha ya li pey xwe hiştiye re, ala wî ku ji kalikê xwe wergirtiye û bi PKK re bilind hiştiye re, her li jor bimîne.