Serketinên heqîqeta Rêber Apo

Kesên dixwazin fêm bikin ku li dijî komployê berxwedaneke çawa hatiye kirin, hebûn çawa hatiye parastin û geşedan çawa hatiye afirandin û ji van tiştan encamekê derxînin divê karakterê azadîxwaz û têkoşer û li helwesta jiyanê ya Rêber Apo binihêrin.

Em dikevin sala 25’emîn a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku li dijî Rêber Apo hatibû kirin. Em dibêjin komploya navneteweyî, ji ber ku yên plana komployê kirine û bûne sedem ku di encamê de Rêber Apo dîl were girtin, ne TC ye. Ne hêz û ne jî qaweta TC’yê têra komployeke di vê astê de dikir. Şer jî bi tena serê xwe nemeşandin. Hêz û qaweta wan jî têra vî tiştî nedikir. Hêzên hegemon ên modernîteya kapîtalîst, DYE, Îngîltere û Îsraîl plana vê komployê kirine, ji xeynî gelek welatên din bi hevkariya Kurdên nêzî xwe, ev tişt kiribûn. Peywira TC’yê jî ev bû ku Rêber Apo ji Kenyayê teslîm bistînin.

Rola di komployê de ya hêzên navneteweyî ne bi tenê dîlgirtina Rêbertî bû.  Di warê avakirina pergala tabûtê ya Îmraliyê ku Rêber Apo tê de ye jî, roleke wan a diyarker heye. Nûnerê Konseya Yekîtiya Ewropayê li Îmraliyê Rêber Apo pêşwazî kiribû, ev jî diyar dike ku xwediyê rastîn ê tecrîd, êşkence û pergala Îmraliyê ya ku hemû qaîdeyên hiqûqê yên li ser Rêber Apo bin pê dike jî kî ne. Serokwezîrê TC’yê yê wê demê Bulent Ecevît di roportajekê de gotibû ‘Hê jî min fêm nekiriye ku DYE çima Rêber Apo teslîmî me kiriye’ û bi vê re li xwe mikur hatibû ku kê komplo kiriye.

Ji ber vê jî tişta beriya wê li aliyekî pergala modernîteya kapîtalîst a 25 salan, ji bo bandora Rêber Apo bişkîne, Tevgera Azadiyê ya Kurdan tasfiye bike û xwe bispêre vî tiştî pê re jî qirkirina Kurdan pêk bîne, hewl dide û şer dike. Hema bibêje hemû kes li hemberî vê pergala desthilatdar û dewletparêz xwe bêhêz hîs dike û vê pergalê hemû hêza xwe daye ser Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurdan û Kurdên azad.

Ev tê wateya ku 25 sal in li dijî faşîzma TC’ya qirker û mêtinger, Kurdbûna îxanetkar jî tê de li dijî pergala modernîteya kapîtalîst têkoşîneke dîrokî û bi heybet jî tê dayîn. Ligel ku li ser her kesan zextên wisa hene, yek meraqa sereke ev e ku Rêber Apo, Tevgera Azadiyê ya Kuran û Kurdên azad çawa hebûna xwe diparêzin û geşedanên çawa çêdikin, her kes hewl dide vî tiştî fêm bikin.

Erê bi rastî jî, gelê Kurd di serî de divê ji bo hemû mirovayetiya bindest ev rewş baş were fêmkirin, têgihiştin û tecrubeyên rastîn jê were derxistin û bibe rêbera têkoşînê.

Vê rastiya li hemberî me bêguman rastiya Rêber Apo ye. Ji ber ku heqîqeta Rêber Apo li hemberî komployê li ber xwe dide, têdikoşe û geşedanan ava dike. Tu geşedanek tuneye ku Rêber Apo ne di nav de ye, çavkaniya xwe jê nastîne û xwe naspêre wî. Kesên dixwazin fêm bikin ku li dijî komploya navneteweyî berxwedaneke çawa hatiye kirin, hebûn çawa hatiye parastin û geşedan çawa hatiye afirandin û ji van tiştan encamekê derxînin divê karakterê azadîxwaz û têkoşer û li helwesta jiyanê ya Rêber Apo binihêrin.

Em baş dizanin ku Rêber Apo ji bo Kurdan, mirovayetiya herêmê û dinyayê, ji bo jinan, ciwanan û bi giştî ji bo hemû kesên dixwazin bibin mirov, bi bihîstyariyeke mezin peywir û berpirsyariya xwe pêk tîne. Em baş dizanin ku Rêber Apo derbên çawa giran ên kuştinê li îxanetkariya Kurd, qirkeriya TC’yê, pergala mêrserwer û bi giştî jî derbên çawa li pergala modernîteya kapîtalîst a ku dijminê civak, jiyan û xwezayê dixe.

Rêber Apo li ber xwe daye, ser ketiye, ji bo hemû kesên bûne mirov peywir û berpirsyariya xwe bi cih aniye û wî daniye holê ku kesên dixwazin azad bibin divê çawa bijîn û çi bikin. Em kesên dixwazin ku azad bibin, em dikarin jiyana di nav kontrol û astengkirina modernîteya kapîtalîst û rejîma mêtinger wekî ‘azad’ nehesibînin û wisa dest pê bikin.

Ji ber ku pergala desthilatparêz, dewletparêz û mêrserwer têkeve ku derê ew der dibe zindan. Ji ber ku li vê ciha ku ev pergal heye, nabe ku azadî, wekhevî û edalet hebe. Lê ji ber haveynê xwe divê jiyan jî azad, wekhev û adilane be. Rêber Apo ji ber vê diyar kir ku kesên li derve em ketine xefkeke ku em qaşo azad in, em xwe dixapînin û tişta ku em dijîn ji wateyê bêpar e. Rêber Apo got “Ne wekî mirovên azad lê wekî mirovên ku pêdiviya wan bi azadiyê heye, li jiyanê binihêrin.”

Em kesên li derve sedema ku em vê xefk û derewa azadiyê dijîn, sedema hemû anormaliyên me ne. Em wekî kes, mirov û Kurd dibe sedem ku vê rewşa ku divê tehamulî wê neyê kirin lê em tehamul dikin, em tiştên derew wekî rastî bijîn, li hemberî pergala kapîtalîst û li hemberî pergala qirker a ku versiyona wê ya Kurdistanê ye, em bi hemû hêza xwe nekevin nav tevgerê.

Ji ber van sedeman dema ku em dikevin nav têkoşîneke nû ya komployê, divê em heqîqeta Rêber Apo baştir fêm bikin, hewl bidin jê têbigihêjin û li hemberî vî kesê ku ji bo me hemû peywirên xwe bi cih aniye em jî bipivîn ku me peywir û berpirsyariyên xwe çiqasî bi cih aniye û divê em jî ji komplogeran hesab bipirsin.