Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Serhildana gelan a li Îranê û bomberdûmana rejîmê

Di vê rewşê de tişta niha di serî de xwepêşander û gelê Îranê vê fêlbaziya rejîmê bibîne û fam bike; li dijî wê bibe xwedî helwest. Divê taybet rewşenbîr, xelkên derveyî Kurdan vê bibîne

Di demekê de ku raperîna gelan a bi pêşengiya jinan a piştî qetilkirina Jîna Emînî (22) ku ji aliyê ‘polîsên exlaq’ li seranserî Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kir û şûnde, her diçe belav dibe; rojên dawî em dibînin ku rejîma Îranê tengav bûye, dest bi bomberdûmanên li ser hêz û partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li sînorên Başûrê Kurdistanê dikin.

Di roja îro de em dibînin ku xwepêşandanên bi pêşengiya jinan bi taybetî gelê Kurd dîsa Faris, Belûc, Azerî û pêkhateyên din li Tehran, Ekbatan, Qezvîn, Meşhed, Kerec, Êsfehan û hin bajarên din ên parêzgeha Farisê, Fîruzawa û Zerîn Deşt, Qom, Tebrîz, her wiha li herêmên Rojhilatê Kurdistanê di serî de li Sîne, Kirmaşan, Loristan, Ûrmiye û gelek deverên din xwepêşandan didomin. Her çendî rejîma Îranê bi qutkirina xetên înternet û dîsa amûrên ragihandinê jî ku xwepêşandan neyê dîtin jî, di serî de jin û hemû xelkê herêmê li dijî rejîmê rabûne ser pêyan û daxwaza hilweşandina rejîmê dike.

Her ku diçe jî ev xwepêşandan berbelav dibe. Di roja îro de xwendevan jî tevlî xwepêşandanê bûn û boykota dibistanê ragihandin. Dîsa karkerên pîşesaziya neft û gazê jî diyar dikin ku eger rejîm bi vî rengî dewam bike û zextê wê zêdetir bibin, wê ew jî kar boykot bikin. Her wiha qada pîşesaziya wesayîtan jî diyar kir ku dibe boykotê ragihîne.

Li vir dixwazim balê bikişînim ser xwepêşandana li dijî Şahê Îranê ku ew jî ji ber sedema rakirina hîcabê bi darê zorê ku dîsa bi pêşengiya jinan xwepêşandan dest pê kir, karmendên neft û gazê, dîsa xwendevanan kar û dibistan boykot kiribûn û ev yek bandoreke mezin li rejîma Şah kiribû û hilweşand. Ji ber ku eger ew bi temamî dest ji kar berdin, di warê aborî û pîşesazî de rejîm felç dibe û nikare xwe li ser lingan bigire.

Yek ji ferq û cudahiya vê serhildana li welat belav bûyî ev e ku xelkê herêmê êdî bi rengekî zelal û bê tirs li ber rejîma Îranê serî rakiriye. Xelkê xizan ê ji ber wê rewşê li ber mirinê ye, hew zext û guşarên rejîmê qebûl dike. Di xwepêşandanan de diyar dibe ku ev yek bûye sedem ku gel êdî hew tehemul bike. Serî hilda û radike. Xelkê herêmê daxwaza rakirina hîcaba zorî tenê nake, tenê daxwaza aborî û nan nake, belku daxwaza azadiyê dike. Ev yek ji xisûsê herî cuda yên ji çalakiyên din e. Daxwaza hilweşandina rejîmê dike. Ji bo wê jî ev çalakî tenê li qad û herêmekê sînordar nemaye. Dîsa beşek civakê na, her beşê civakê di bin dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” de li kolanan, li qadan e.

Rejîma Îslamî ya Îranê ku ne li benda helwesteke wiha bû, bi taybetî jî ne li bendê bû ku jin serî hilde û bi pêşengiya jinê çalakiyeke wiha xurt belavî her dera Îranê bibe. Bi vê çalakiyê hem li hundir û hem li derve piştevaniyeke xurt ji bo çalakiyan heye. Her wiha dîsa di warê nêzîkatî û miameleyên tund ên li ser xwepêşanderan jî di qada navneteweyî de rejîma Îran tê teşhîrkirin û piştevaniya xwepêşanderan tê kirin. Ev jî dihêle ku rejîm nikaribe bi dilê xwe tevbigere. Dixwaze bi rengekî vê tengaviyê derbas bike.

Di vê çarçoveyê de ev bi qasî 5 roj in xetên sînor ên Başûrê Kurdistanê yên bi Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê û dewleta Tirk ve tê bombekirin. Taybet îro bi dronan navend û baregehên hêz û partiyên Rojhilatê Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Silêmanî û Koyê bi dijwarî hatin bombekirin.

Rejîm bi van êrîşan dixwaze peyam bide xwepêşandana navxwe û dîsa xelkê Îranê. Ev peyam çi ye? Dixwaze bi van êrîşan bide nîşandan ku destê derve di xwepêşandanan de heye û taybet destê Kurdan di nav de heye, aliyên nerazî yên nava xwepêşandanê û çalakvanan parçe bike. Dîsa ji bo netewperestên Faris bide nîşandan ku ev cihêkar in û li pişt çalakiyê ne, wisa bikare navberê bixe nava çalakvanan û parçe bike. Bi vî rengî çalakiyê bike yekalî û ji giştîbûnê û daxwazên giştî derxe; bi vî rengî bikare bi êrîşan çalakiyê serkut bike. Dema rejîmê karî vê ser bixe, wê çalakvanan parçe bike û bi hêzên ewlekariyê bi tundiyê, qetilkirin û girtinê çalakiyê bide rawestandin.

Di vê rewşê de tişta niha di serî de xwepêşander û gelê Îranê vê fêlbaziya rejîmê bibîne û fam bike; li dijî wê bibe xwedî helwest. Divê taybet rewşenbîr, xelkên derveyî Kurdan vê bibîne. Divê zanibin bi vê rêbazê dixwazin hemû çalakiyên li Rojhilat û Îranê serkut bikin, daxwazên gelan bifetisînin.

Li aliyê din divê li Başûrê Kurdistanê ku heta niha helwestek baş û xurt li dijî rejîma Îranê û dîsa piştevaniyeke xurt ji bo xwepêşandanan nekiriye baş zanibe ku dema ku ev êrîş li ser hêz û partiyên Rojhilat dewam bike, wê rejîma Îranê jî mîna Tirkiye bi awayeke leşkerî bikeve herêmê û dest bi êrîşên dagirkeriyê bike. Ji bo wê ye divê helwesteke xurt a li ber vê bê nîşandan û piştevaniya çalakiyan bê kirin.