Senteza AKP û MHP’ê DAÎŞ’a nû ye

Yên ku a niha ji xwe re dibêjin ‘Artêşa Millî ya Sûriyeyê’ jî El Kaîde ne, DAÎŞ in û El Nusra ne. Feraseta wan yek e. Tirkiye bi van çeteyan dixwaze Sûriyeyê ji nû ve dîzayn bike.

Piştî ku serokê wê Bagdadî hate kuştin, têkiliya dewleta Tirk a bi DAÎŞ’ê re dîsa hate rojevê. Dewleta Tirk jî îddîa dike ku ew li hemberî DAÎŞ’ê têdikoşe. Her hes dizane ku dewleta Tirk têkiliya wê bi DAÎŞ’ê re heye lê ji xeynî medyaya nêzî wan kes bawer nake ku Tirkiye çawa li dijî DAÎŞ’ê têdikoşe. Ew van çîrokan dibêjin û ew ji xwe re guhdar dikin.

Medyaya nêzî wan dibêje ku ‘DAÎŞ’ê hêrî zêde êrîşî me kiriye’. Desthilatdariya AKP’ê û rêxistina wê ya îstîxbaratê ya MÎT’ê berê dayê DAÎŞ’ê daye ser mûxalifên AKP’ê û Kurdan. Di pêvajoya 7’ê Hezîranê de desthilatdariya AKP’ê li ber hilweşandinê bû. Bi taybetî li Kobanê piştî ku DAÎŞ têk çû, qedera AKP û DAÎŞ’ê bûye yek. Ji ber vê jî êrîşî mûxalifan kirin. DAÎŞ’ê di 5’ê Hezîranê de li Amedê, di 20’ê Tîrmehê de li Sûrûcê, di 10’ê Cotmehê li Enqereyê, di 20’ê Tebaxa 2016’an de li Dîlokê êrîş kir. Ev jî diyar dike ku di hedefa DAÎŞ’ê de kî hene. Ji bo ku gefan li Ewropayê bixwe û wekî qetlîama li Reynayê, ji bo ku çavê hin alîyan bitirsîne, êrîşî çend cihên din jî kiriye. Ev êrîş ne li dijî şirîkên desthilatdariya AKP’ê û saziyên dewletê ne. Êrîşî kesên li dijî tifaqa AKP, MHP û Ergenekonê hatiye kirin.

MÎT bi xwe di nav van êrîşan de heye û MÎT’ê berê DAÎŞ’ê daye van cihan. Li Sûriyeyê berê wê daye Kurdan û li Tirkiyeyê jî berê DAÎŞ’ê daye ser mûxalif, hêzên demokratîk û Kurdan. Bi ser de nîşan didin ku qaşo ev êrîş li dijî desthilatdariya AKP’ê û dewleta Tirk hatiye kirin. Li gorî wan ‘Dinya nizane ku yên hatine kuştin kî ne û ji ber vê jî dibêje qey ez ê wan bixapînim.’ Lê tu kes ji van tiştan bawer nake. Rûsya û Pûtîn jî baş dizanin ku têkiliya AKP û DAÎŞ’ê çawa ye. Herî zêde jî rejîma Sûriyeyê û Îranê dizane.

Têkiliya Tirkiyeyê û DAÎŞ’ê di pêvajoya El Kaîdeyê de ava bûye. Tirkiye ji bo ku li Iraqê Sunniyan nêzî xwe bike û li ser vî esasî zextan li Iraqê bike, têkilî bi El Kaîdeya Iraqê re daniye. Alîkarê Sunnî yê serokê dewleta Iraqê Tarik Haşimî dema ku derket holê têkiliya wî bi El Kaîdeyê re heye, Tarik Haşimî berê çûye Başûrê Kurdistanê û ji wê derê jî reviyaye Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê wekî mêvanekî hatiye parastin. Ji ber ku bi hev re li dijî Iraqê şirîkatîya sûc kirine. Wekî ku tê zanîn Tarik Haşimi wekî şirîkê sûc ê El Kaîdeyê tê darizandin.

Waliyê Mûsûlê Nûceyfî yê ku tê îddîakirin şirîkê DAÎŞ’ê ye û Mûsûl teslîm kiriye, têkiliyên wî yên bi Tirkiyeyê jî xurt e. Dagirkeriya DAÎŞ’ê ya Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Mûsûlê jî bi hevkariya DAÎŞ û MÎT’ê hatibû kirin û lîstikek e. Bi vê re xebatkarên Tirkiyeyê yên li konsolosxaneya Mûsûlê û çeteyên DAÎŞ’ê yên li Tirkiyeyê bi hev hatine guherandin. Tirkiye ji bo ku diyar bike têkiliya wê bi DAÎŞ’ê re tune, car caran hin operasyona dike û çend kesan digire. Beşeke biçûk jî têkiliya DAÎŞ û dewletê dizanin. Yên ku bi vê operasyonê nizanin jî van operasyonan dikin. Di sala 2013’an de Wezîrê Karê Navxweyî Mûammer Guler ferman dabû saziyan ku bila qedrê endamên DAÎŞ’ê were zanîn, li bajarên ser sînor werin parastin û ji bo derbasbûna wê alîkarî were kirin. Têkiliya DAÎŞ’ê ya bi dewletê ji zû veya hatiye destpêkirin û îro jî didome. MÎT di navenda rêveberiya vê têkiliyê de ye. Li Tirkiye û Kurdistanê bi rêya MÎT’ê bi sedan ciwan şandine nav DAÎŞ’ê.

Dema ku DAÎŞ hatiye ser sînorên Tirkiyeyê, Tirkiye kêfa wê ji vî tiştî re hatiye. Lê dema ku Kurd bûne serwerên van sînoran Tirkiyeyê xwe aciz kiriye. Dema ku Kurdan berê xwe dan Minbîcê û îxtîmala ku Efrîn û rojhilatê Firatê bû yek, wê demê berê xwe dane Cerablûsê. Bi DAÎŞ’ê re li hev kirine û ketine Cerablûsê. Dewleta Tirk fikirî ku QSD piştî Minbîcê dikare berê xwe bide Babê û ji ber vê jî dewleta Tirk ketiye Babê. Li Babê ji ber vî tiştî şer çêbûye. Tirkiyeyeyê dîtiye ku DAÎŞ têk diçe û ji bo ku Efrîn û Minbîc nebe yek, berê xwe daye Babê. Meseleya ku tifaqa AKP û MHP’ê dibêje me li dijî DAÎŞ’ê şer kir jî, vê nakokiya biçûk e.

Tirkiyeyê ti carî dest ji DAÎŞ'ê berneda. Destpêkê xwest ji bo têkbirina Kurdan û rejîma Sûriyeyê bi kar bîne û bi vî rengî Sûriyeyê li gorî xwe ava bike. Ji ber ku polîtîkayên xwe yên der barê Sûriyeyê ji bo van her du armancên bingehîn destnîşan kir, xwest ku DAÎŞ, El Nûsra û çeteyên mîna wan bi vê armancê bi kar bîne. Çeteyan hîn jî ji bo van armancên xwe bi kar tîne.

Dema ku DAÎŞ'î ji aliyê QSD'ê ve hatin girtin beşek ji DAÎŞ'iyan û malbatên wan hemûyan xwestin wan teslîmî Tirkiyeyê bikin. Ji xwe beşek ji wan ji bo nekevin destê QSD'ê ber bi Tirikyeyê ve çûn. Tirkiye vê rastiyê hîn jî vedişêre. Tirkiye gelekî aciz bû ku DAÎŞ'î û malbatên wan ketin destê QSD'ê. Ji ber ku ditirse ku têkiliya Tirkiye û DAÎŞ'ê eşkere bibe.

Bi hezaran DAÎŞ'î di destê QSD'ê de tên lêpirsîn. Gelek mikurhatin hatin weşandin ku têkiliya wan a bi Tirkiyeyê re raxist pêş çavan. Ya rast ev agahî bi xwe jî kêm in. Tenê 20 ji sedî yê têkiliya DAÎŞ-TC eşkere bûye.

Tirkiyeyê di ser kampên penaberan re her tim li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevneke îstîxbaratê ava kirye. Dewleta Tirk beriya êrîşa dagirkeriyê ya 9'ê Cotmehê ferman da yekîneyên xwe ku hin DAÎŞ'iyên di destê QSD'ê de ne yan bikujin yan jî birevînin. Çima dixwazin lîderên DAÎŞ'ê li girtîgehê bên kuştin? Eşkere ye ku ev lîderên DAÎŞ'ê haya wan ji têkilî û hevkariya sûc a bi Tirkiyeyê re heye. MÎT ji bo nehêle ku ew biaxivin xwest ku wan bêdeng bike. Ya rast sedemeke din a êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk kontrolkirina temamiya DAÎŞ'iyane. Bi vî rengî wê hem hevkariya xwe ya sûc veşêrin hem jî bibin xwedî amûreke karibe baş bi kar bîne. Bi hêzeke weke DAÎŞ'ê wê bixwaze gefê li her kesî bixwin û tişta dixwazin bi dest bixin. Çawa ku bi gefa penaberan Ewropa mîna çêlekê didoşe, wê bi DAÎŞ'ê jî dinyayê êsîr werbigire. Dema ku bêîrateiya dinyaya berjewendiyan dît hingî polîtîkayeke bi vî rengî ya şantajê bi kar anî.

Eşkere ya ku niha jê re Artêşa Milî ya Sûriyeyê dibêjin El Qaîde ye, çeteyên DAÎŞ'ê ne, El Nûsra ne. Mejiyê wan heman mejî ne. Tenê navê ku xwediyê wan lê kirine û boyaxa lê kirine cuda ne. Hemû jî DAÎŞ'iyên rûreş in. Kî 'Artêşa Milî ya Sûriyeyê' jê re dibêjin cuda dibîne hingî xwe dixapîne. Ya girîng; bi kîjan mejî û pîvanan ava bûye. Tirkiye dixwaze bi rêya van çeteyan Sûriyeyê ji nû ve ava bike. Sûriyeya ku Tirkiye dixwaze ne bi kêrî Ereban tê, ne bi kêrî civakên Îslamî ne jî bi kêrî dinyayê tê. Ji xwe eger neyê astengkirin wê di demeke kurt de bê fêhmkirin ku Tirkiye ya heyî rastiyeke DAÎŞ'ê ye ku bi neteweperestiyê hatiye jehrkirin.