ROJNAMEVAN-NIVÎSKAR SEFKAN KOBANÊ
Rêber Apo banga ku ev bi mehan in bi mereq tê çaverêkirin kir. Ji bo daxuyaniya ku di asta cîhanê de deng veda, li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê bi piştevaniyekî mezin hat kirin. Nota Rêber Apo, “Bêguman ji bo di pratîkê de çek werin berdan û PKK xwe fesh bike, divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin” ku endamê heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder piştî daxuyaniyê ragihand, nîşan dide ku divê dewlet gavê biavêje.
Têkildarî mijarê Rojnamevan-Nivîskar Sefkan Kobanê pirsên ANF’ê bersivand.
Sefkan Kobanê bilêv kir ku Rêber Apo bi daxuyaniya xwe helwestekî dîrokî raber kiriye û destwedanê li krîza li Rojhilata Navîn kiriye û destnîşan kir ku bi daxuyaniya ku bi navê ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ hate dayîn re, pirsgirêka Kurd li ser bingeha hiqûqê û siyaseta demokratîk dikare were çareserkirin û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê zemîn were avakirin. Kobanê bi bîr xist ku PKK’ê di salên 1970’an de di serdemekî ku dihatin înkarkirin de, li gorî şert û mercên demê birêxistin bûye û derketiye holê û wiha got: “Rêber Apo bi tespîta ‘Kurdistan Mêtingeh e’ li ser bingeha artêş û partiyê stratejiya çareseriyê pêş xist. Neçar bû ku vê biceribîne, ji ber ku tu rêyên wî yên din tune bûn. Partî amûrek bû, di rêya vê yekê de mesafeyek girîng girt. Vê pêvajoyê pêşve bir û guhertin û veguhertinê afirand.”
‘AVABÛNA PKK’Ê, GUHERTIN Û VEGUHERTINA CIVAKÊ YE’
Sefkan Kobanê got ku civak wekî organîzmayên zindî her tim xwe diguherînin û destnîşan kir ku bi vê guhertina çawanî re Rêber Apo rola PKK’ê temam kiriye. Kobanê diyar kir ku ev pêvajo tê wateya ji nû ve avabûna PKK’ê û guhertin û veguhertina civakê.
‘TÊKOŞÎNA GELÊ KURD TÊ KRÎMÎNALÎZEKIRIN’
Kobanê diyar kir ku PKK di qada navneteweyî de di lîsteya terorê de ye û bi vê bangê û bi gavên ku pê re bên avêtin re, wê li ber rewakirina têkoşîna gelê Kurd di pîvana navneteweyî de veke. Kobanê destnîşan kir ku nêvenga siyaseta demokratîk ji nêvenga şer tevlîhevtir e û anî ser ziman ku di pêvajoya pêşiya me de xebat û rêxistinbûnên polîtîk û çalakî wê werin rojevê.
Kobanê destnîşan kir ku bi vê projeya Rêber Apo re Kurd dikarin wekî welatiyên azad, bi tifaqa du gelên stratejîk bi awayekî azad bijîn û bilêv kir ku bi vê geşedanê re Tirkiye dikare demokratîk bibe û diyar kir ku Rêber Apo projeyekî demokratîk pêşkêşî Tirkiyeyê kiriye.
‘RÊBER APO DIVÊ DI ŞERT Û MERCÊN AZAD DE BIXEBITE’
Kobanê got ku divê bi van hemû xebatan re divê şert û merc bêne afirandin ku Rêber Apo bi azad bijî û bixebite û wiha got: “Ji ber ku Rêber Apo damezrênerê PKK’ê ye ji bo feshkirina PKK’ê yan jî biryarên ku bêne girtin, tevlî kongreya PKK’ê bibe û bang li milîtan û şervanên xwe bike.”
Kobanê anî ziman ku ne pêkan ev pêvajo zû were hezmkirin, qebûl kirin an jî bînin asta ha dîtin qedandinê. Kobanê diyar kir ku divê hemû beşên di nava PKK'ê û derdora wê beşdarî pêvajoya aştiyê ya demokratîk û bi rûmet bibin û divê nêrînên van beşan li ber çavan bên girtin. Kobanê da zanîn ku divê Rêber Apo bikeve nava siyasetê û got, "Ev bang manîfestoyek e. Divê Rêber Apo bibe yek ji hêmanên bingehîn ên siyaseta Tirkiyeyê. Bêyî qanûnan çêbikin nabe ku li benda banga Rêber Apo yan jî daxuyaniyê bimînin.”
'DIVÊ TECRÎD TEQEZ BÊ RAKIRIN'
Kobanê destnîşan kir ku divê teqez tecrîd bê rakirin û ji bo mîsogerkirina hevdîtinan divê gavên qanûnî bên avêtin. Kobanê bi bîr xist ku ji bo kongre bicive, divê agirbest bê ragihandin û wiha domand: "Divê şerê li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bê rawestandin û piştre jî komîsyon der barê gavên ku bên avêtin de lêkolînên qanûnî bikin. Divê ev komîsyon karibin biçin cem Rêber Apo û hevdîtinan pêk bînin. Pêvajoya Efrîkaya Başûr a Mandela wiha bû.”
‘VAYE RÊBERTÎ EV E’
Kobanê bi bîr xist ku Rêber Apo di nava şert û mercên şer û kaosê de behsa aştiyê kir û got, "Rêbertî ev e. Rêber Apo di serdemeke ku ti kes ne li bendê bû, behsa şer, krîz û kaosê dikirin de behsa aştî û çekan berdanê kir. Ji bo Tirkiyeyê, gelê Kurdistanê, ji bo her kesî û hemû gelan ev yek gelekî girîng e.”
'DIVÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK RAWESTIN’
Kobanê anî ziman ku ti tişt bi dawî nebûye û wiha lê zêde kir: "Yê li ser maseyê Rêber Apo ye. Ev ne şerê çekdarî ye. Heke êrîşek çêbibe wê bersivê bidin. Hêj çek nehatine bêdengkirin. Niha di asta parastina rewa de ne. Heke li Zapê yan jî li Metînayê êrîş bikin wê çi bikin? Wê nebêje were min bikuje. Wê xwe biparêze. Ji Bendava Tişrînê bigirin heta Qereqozaxê li her derê êrîş didomin. Divê ev êrîş bên rawestandin. Divê sepanên qeyûman bi dawî bibe.”
Sefkan Kobanê di dawiyê de bang li hemû pêkhateyên civakê kir ku bi hemû hêza xwe beşdarî vê pêvajoyê bibin.