Xelatên Oscarê: 'Anora' xelata fîlmê herî baş wergirt
Anora ku fîlmekî trajîkomîk ê Sean Baker e di Xelatên Oscarê yên 97'emîn de xelata Fîlmê Herî Baş wergirt û mohra xwe danî binê yek ji surprîzên herî mezin.
Anora ku fîlmekî trajîkomîk ê Sean Baker e di Xelatên Oscarê yên 97'emîn de xelata Fîlmê Herî Baş wergirt û mohra xwe danî binê yek ji surprîzên herî mezin.
Di fîlm de Anora strîptîziyeke li New Yorkê ye, bi warîsê malbateke olîgark a Rûs re ji hev hez dikin û li cihêkariya çînî rast tê.
Fîlm berê temaşevanan hem dide rêwîtiyeke hestewar, hem jî rûyê bêrehm ê kapîtalîzmê bi zimanekî heneko nîşan dide.
Anora ku bi budçeyeke ji şeş milyon dolarî hatiye kişandin, par li Festîvala Fîlman a Cannesê xelata Palmiya Zêrîn wergirtibû û bal kişandibû ser xwe.
LÎSTIKVANA HERÎ BAŞ: MIKEY MADISON
Di şeva Oscarê de Sean Baker xelata Derhênerê Herî Baş, lîstikvana sereke ya fîlm Mikey Madison jî xelata Lîstikvana Herî Baş wergirtin.
Madison a 25 salî hevrikên xwe yên weke Demi Moore li pey xwe hişt û xelat wergirt.
Mikey Madison dema ku xelat wergirt got, "Careke din dixwazim civata karkerên seksê bidim naskirin û bi rûmet bikim."
LÎSTIKVANÊ HERÎ BAŞ: ADRIEN BRODY
Yek ji serketinên şeva Oscarê Adrien Brody bû ku bi performansa xwe ya li fîlmê The Brutalist xelata Lîstikvanê Herî Baş wergirt.