Seferberiya ji bo parastina Heftanînê

Eşkere ye ku girîngî û wateya parastina Heftanînê ji bo Kurdan gelekî zêde ye, meseleyeke hebûn û azadiyê ye. Lewma nêzîkatiyeke lawaz a li vê yekê nabe. Di vê mijarê de xizmeta ji dijmin re li aliyekî, nêzîkatiyeke xumamî jî li welatparêziyê nayê.

Nêzî meheke li herêma Heftanînê şerekî giran ê çekdarî diqewime. Ya rast li çar parçeyên Kurdistanê, li her qad, çiya û bajarên Tirkiyeyê jî rewşeke bi vî rengî heye. Lê belê piştî êrişa hewayî ya berfireh a ku artêşa TC'ê di şeva 14-15'ê Hezîranê de li Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, ji bejahî ve êrişên dagirkeriyê dest pê kir û di encamê de jî Heftanîn veguherî navenda şerê çekdarî.

Li ser vê bingehê artêşa TC meheke bi bikaranîna hêza xwe ya teknîkî êrişê dibe ser Heftanînê. Ji aliyekî ve bi balafiran, helîkopteran, tank û topan bombardûman dike, li aliyê din jî leşkeran datîne ser girên stratejîk û bi vî rengî hewl dide dagir bike. Li dijî vê yekê gerîlayên HPG û YJA Starê di asta lehengiyê de li ber xwe didin, gerîlayên PKK'ê hewl didin pêşî li dagirkeriya artêşa TC'ê ya li xaka Başûrê Kurdistanê bigire û bi vî rengî Başûrê Kurdistanê biparêzin.

Çapemeniya şerê taybet a Tirk ji destpêkê ve çîroka 'Mehmetçîk ên Qehreman' binepixîne jî di pratîkê de rewş berevajî texmînên wan e, lewma şerê psîkolojîk kêm kiriye. Çavkaniyên gerîla her roj bîlançoyên giran ên ku derbên mezin li artêşa faşîst-dagirker dixin, diweşînin. Berxwedana 'Cenga Heftanînê' li ser vê bingehê bi xurtî dimeşe û xuya ye gerîla derbên cidî li artêşa Tirk a faşîst-dagirker dixe. Xuya ye mîna bûyera Zapê ya Sibata 2008'an ku artêşa TC a faşîst-dagirker ji aliyê gerîlayên HPG û YJA Starê ve hate têkbirin, rewşeke bi heman rengî li Heftanînê jî diqewime.

Êrişa dawî ya TC a faşîst-dagirker a li ser Mexmûr, Şengal û Heftanînê li Rojhilata Navîn û dinyayê jî zêde tê nîqaşkirin. Bi taybetî hêzên demokratîk-şoreşger, derdorên çepgir û tevgerên jin û ciwanan li ber êrişên dagirkeriyê radibin û destekê didin berxwedana lehengî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê. Bi taybetî li qada Ereban, hêzên dewletan ji hin aliyan ve li ber dagirkeriya navborî radibin. Di serî de Misir, Iraq û Îmarat hin dewletên Ereb daxuyaniyên şermezarkirinê weşandin.

Dagirkeriya li Heftanînê bandora herî zêde li Başûrê Kurdistanê dike. Bêguman di vir de bandora êrişên hewayî girîng e ku dewleta TC a dagirker êrişên hewayî li dijî sivîlan bi kar tîne. Dewleta TC hema bêjin her roj li Başûrê Kurdistanê komkujiya sivîlan dike û êrişê dibe ser hedefên gerîla. Ev rewş di nava civaka Başûrê Kurdistanê de bi taybetî li nava jin û ciwanan bû sedema hêrs û nerazîbûneke mezin. Bi taybetî serhildana gelê Şêladizê pêşengiyê ji vê raperînê re dike. Di encama zexta gel de Rêveberiya Herêmê ya Başûrê Kurdistanê û hin rêxistinan daxuyanî dan, lê daxuyaniyên wan xumanî ne û alîgirê TC a dagirker in. Yanî Rêveberiya Herêmê ya Başûrê Kurdistanê xaka ku jê berpirsyar e naparêze û di ser re dagirkeran mafdar nîşan dide.

Di rewşeke wiha de ciwanên Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî yên li Qendîlê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji bo parastina Heftanînê banga seferberiyê kirin. Ev parastin jî di asta azadî û serxwebûna Kurdistanê de dîtin. Xuya ye dil û mejiyê ciwanan ê ku qirêjî û berjewendiya desthilatdariyê negihîştiye wan, baş bi metirsiya mezin a dagirkeriya Heftanînê hesiya ye. Careke din eşkere bûye ku yê rastiyê dibîne rastiya ciwanan e.

Beriya her tiştî divê ev helwesta ciwanan bê pîrozkirin. Bêguman her welatparêzekî Kurd wê ji dil û can tevlî seferberiya parastina Heftanînê bibe ku ciwanên Başûrê Kurdistanê pêşengiyê jê re dikin. Ya rast ev banga seferberiyê li ciwanên Kurd ên li Kurdistanê û derveyî welat tê kirin û tê xwestin ku li dijî êrişkariya TC a faşîst-qirker li her qadê têkoşîn bê meşandin. Her wiha gelekî girîng e ku ev banga sefeberiyê li dijî dagirkeriyê weke berxwedana parastina çekdarî li her qadê bi cih bê anîn. Yanî bang divê ne tenê di bangawaziyê de bimîne û tenê îmze bên komkirin. Berevajî, divê kêlî bi kêlî bikeve pratîkê û ya esasî jî parastina çekdarî deyne ber xwe. Ji ber ku dagirkerî tenê bi vî rengî dikare bê astengkirin û şikandin.

Wekî din, helwesteke bi vî rengî ya seferberiyê ji ber ku li dijî dagirkeriya li Heftanînê tê nîşandan gelekî bi wate ye. Ji ber ku dagirkirina Heftanînê gava dawî ye ku sebrê difûrîne. Ne ya yekane ye, êrişa dawî ya êrişên dagirkeriyê yên beriya niha ye. Ji ber vê yekê divê dagirkirina Heftanînê û berxwedana serketî ya li dijî vê dagirkeriyê girîng bê dîtin. Pêwîste ev yek weke bûyereke li herêmekê diqewime neyê dîtin, ev di nava yekparebûna Kurdistanê de yekparebûnê temsîl dike. Bi rastî jî şerê Heftanînê şerekî di navbera dagirkeriya TC a faşîst-qirker û azadîparêz û hebûna Kurdistanê de ye. Di vê mijarê de Heftanîn yek ji qadên diyarker e.

Em bala xwe bidin ser; êrişa dagirkeriyê ya li ser Heftanînê piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ya li Rojava dest pê kir. Beriya wê jî di zivistana 2017 û 2018'an de Efrîn û Xakurkê hatibûn dagirkirin. Heman piştî têkçûna DAÎŞ'ê ya li Reqayê, hêzên dij bi Kurd li Kerkûk, Efrîn û Xakurkê dest bi êrişan kirin. Eşkere ye ku van hemûyan xwe spartin dagirkirina Cerablûs û Babê, komkujiyên li Cizîr û Sûrê, komkujiya 5'ê Hezîrana 2015'an a li Amedê, komkujiya Pirsûsê ya 20'ê Tîrmeha 2015'an û komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an. Di bingeha van hemûyan de jî bidawîkirina hevdîtinên li Îmraliyê yên 5'ê Nîsana 2015'an û 'Plana têkbirinê' ya di civîna MG'ê de ya 30'ê Cotmeha 2014'an de hate wergirtin, hene.

Bi rastî jî divê civîna MGK'ê ya 30'ê Cotmeha 2014'an û biryarên wê girîng bên dîtin. Pêwîste bê dîtin ku 'Plana çalakiyê ya serîtewandinê' ku di vê civînê de biryar li ser hate dayin, ji bo qirkirina Kurdan konsepteke nû bû. Bal dikişand ser marnc û rêbazên plana nû ya qirkirinê. Mînak; armanca destpêkê ya vê planê tasfiyekirina PKK'ê ye; lê belê armanca xwe ne tenê ev e. Ji bo careke din tevgereke azadiyê ya mîna PKK'ê derkeve holê, zemînan hemûyan tune bike. Her wiha dixwaze li nava Kurdistanê herêmeke tampon ava bike; lê belê vê yekê wê mîna sînorên 1985'an bi pênc kîlometreyan herdu aliyên sînor neke. Di vê planê de dixwaze ku ji Efrînê heta Xakurkê li seranserê herdu aliyên sînor bi sih kîlometreyî qadekê bi giştî 60-70 kîlometreya bi kûrahiyê dagir bike, van deveran bê Kurd bihêle û çeteyên ji çar aliyên cîhanê aniye li van deveran bi cih bike, li van qadan sîstemeke faşîst a çete-terorê biafirîne.

Eger jê bê wê bi vê yekê re destpêkê PKK'ê tasfiye û îmha bike, temamiya Rojavayê Kurdsitanê û beşeke girîng a Başûrê Kurdistanê dagir bike, qadên mîna Mêrdîn û Botanê bê Kurd bihêle, hêzên xwe yên çete-terorê yên faşîst ên peyda kiriye li van herêman bi cih bike, bi vî rengî yekparebûna civakî û cografîk a Kurdistanê tune bike, qirkirina Kurdan bibe serî, herêmê bi tundî kontrol bike û bi xwespartina li vê hêza çete-terorê Rojhilata Navîn kontrol bike û bi terorê gefê li cîhanê bixwe.

Armanca bingehîn a êrişa dagirkeriyê ya TC a faşîst-qirker a li ser Heftanînê ev e. Eger karibe vê bike, wê demê dewleta TC wê vê plana xwe bixe meriyetê. Armanc û hedefa sereke ya plana navborî PKK û Kurd in, lê êriş li dijî tevahiya Rojhilata Navîn û dinyayê tê kirin. Lewma berxwedana li dijî êrişên dagirkeriyê yên TC a qirker-faşîst, bi taybetî jî berxwedana li dijî dagirkeriya li Heftanînê, bi çarçoveya parastina hebûna gelê Kurd û Tevgera Azadiyê be jî bi giştî parastina demokrasî û mirovahiya azad a Rojhilata Navîn e.

Eşkere ye ku girîngî û wateya parastina Heftanînê ji bo Kurdan gelekî zêde ye, meseleyeke hebûn û azadiyê ye. Lewma nêzîkatiyeke lawaz a li vê yekê nabe. Di vê mijarê de xizmeta ji dijmin re li aliyekî, nêzîkatiyeke xumamî jî li welatparêziyê nayê. Divê welatparêzên Kurd hemû û demokratên Rojhilata Navîn û mirovahiya azad, divê di asta seferberiyê de nêzî parastina Heftanînê bibin û tevlî bibin. Welatparêziya Kurd, mirovbûna azad-demokratîk a rasteqîn bi vî rengî dibe.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎK