Sedsala 21'ê ya jinan e

Têkoşîna azadiya jinê her sal ji sala din zêdetir wê pêş bikeve. Ev tekoşîn wê pergala zilamê serwer tevî hemû sazûmaniya wê rêke sergoyê dîrokê.

Li her derê dinyayê jinan 8’ê Adarê ku roja jinên kedkar e, pîroz kirin. Em jî 8’ê Adara borî ya jinan ku hemû kedkar in, pîroz dikin. Em wisa yeqîn dikin ku wê di sala 2020’an de têkoşîna azadiyê ya jinan qezencên mezintir bi dest bixe. Îro dema ku tê gotin têkoşîna azadiyê ya jinan, destpêkê jinên Kurd tên bîra mirovan.

Civakbûna mirovahiyê bi Şoreşa Neolîtîkê ya ku jinê pêşengiya wê kir, li Mezopotamyaya Jorî pêk hat. Îro jinên Kurd jî li ser şopa dayikên xwe yên arkaîk rabûne ser piyan û wan Mezopotamyaya Jorî dîsa kiriye navenda şoreşa jinê. Weke ku Rêber Apo got; teşiya Kurdan dirêse û hemû mirovahiyê ber bi şaristaniya demokratîk ve vediguhêze. Rêsîna teşiya Kurdî jî, esas, têkoşîna azadiyê ye ku jin wê bi pêş dixin.

Îro jinên Kurd bûne hêza pêşeng a têkoşîna azadiyê ya hemû jinên dinyayê. Tenê ne pratîkî diwarê îdeolojîk û teorîk de jî jinên Kurd bi rola pêşeng a têkoşîna azadiya jinê de ne. Ya ku ev derfet afirandî jî Jineolojî ye ku bi saya dahûrandinên îdeolojîk û teorîk ên Rêber Apo derketiye holê. Jineolojî zanista jinê ye. Lewma jî îdeolojiya azadiya jinê ye. Sazûmankarê îdeolojiya azadiya jinê jî Rêber Apo ye. Wî taybetmendiya xwe ya Rêbertiyê jî herî zêde bi saya sazûmaniya xwe ya îdeolojiya jinê qezenc kiriye. Jin hemû jî bêyî bikevin nav kompleksekê divê bi rehetî bikarin bêjin ku Rêber Apo rêberê wan e, ango rênîşanderê wan e. Jinên Kurd vê rastiyê baş nas dikin. Ji aliyê jinên cihanê ve jî naskirin û dîtina vê Rêbertiyê wê hêzeke mezin bide têkoşîna azadiya jinê.

Bêguman jin heta niha li gelek deveran li dijî pergala zilamê serwer têkoşiyan û wan li ber xwe da. Wan zilm û zora li ser xwe qebûl nekir û bi hin daxwazan têkoşîn bi pêş xistin. Lê belê dema wan ev têkoşîn bi pêş jî dixist ne xwedî hêzeke ramanî ya îdeolojîk û teorîk bûn. Vê jî dihişt ku têkoşîna wan encameke têrker bi dest nexe, yan jî di nav têkoşîna azadî û demokrasiyê ya giştî de bibin parçeyek. Heta di nava modernîteya kapîtalîst û di nava ava wê ya lîberalîzmê de ji cewher û rastiya xwe jî gelek tişt winda dikirin.

Jinên ku ji bo azadiya jinê têdikoşin, bi saya îdeolojiya rizgariyê ku Rêber Apo pêş xist bûn xwedî perspektîfek. Ew hîn bûn ka wê bi kîjan rê û rêbazan encamê bi dest bixin. Jixwe, ji ber ku jinên Kurd gihiştin pêşengiyeke îodeolojîk û teorîk, têkoşîneke encamgir bi pêş dixin. Têkoşîna wan jî zêdetir encam da. Va ye, şoreşa Rojava mînaka herî berbiçav e. Ji Şoreşa Rojava re Şoreşa Jinê jî tê gotin, ji ber ku jin bi perspektîfeke îdeolojîk û terorîk rabûn ser piyan û wan mohra xwe li şoreşê da.

Divê em balê bikişînin ser wê yekê ku Jineolojî dayika hemû zanistên civakî ye. Heta ku zanista jinê neyê fêmkirin, ti zanîst û ilmekî civakî jî nayê fêmkirin. Çi zanîstên civakî yên ji aliyê zanîsta jinê ve nehatibin ronîkirin ji bilî tarîkirina rastiyê ti wateyeke xwe tine ye. Di vê çarçovê de em dikarin ji Jineolojiyê re bêjin, maka zanîstan.

Jixwe jinan tenê bi warê fîzyolojîk ji mirovahiyê re dayiktiyê nekiriye. Jinê ji civakbûnê re jî dayiktî kiriye. Jinan pîriktî ji mirovahiyê re kir da ku ji rewşa keriyan derkeve û civakî bibe. Ev bi destê jinê, bi bandor û mohra jinê pêk hatiye.

Ji ber ku têkoşîna azadiyê ya jinê bûye xwedî hîmekî îdeolojîk û teorîk wê ji niha pê ve têkoşîna wan hîn xurttir bibe. Ji ber teyîsîneke hindik a ji vê hîma îdeolojîk û teorîk jî pêngaveke mezin da têkoşîna jinê ya li cîhanê. Sala 2019’an di warê têkoşîna azadiya jinê de xurt derbas bû. Sala 2020’an jî di çarçova têkoşîna azadiya jinê de wê ji geşedanên girîng re şahidiyê bike.

Rêber Apo got wê sedsala 21’ê bibe sedsala azadiya jinan. Wî ji ber ku bi jinan re potansiyel û arezûya azadiyê dît, ev analîz kir. Wî bi taybetî jî ev analîz li dijî sepandinên modernîteya kapîtalîst kir ya ku dixwaze koletiya jinê berfireh bike û jinê bike keybanûya metayan. Rêber Apo hê ji mêj ve dît ku jin bi îdeolojiya azadiyê wê li dijî modernîteya kapîtalîst serî hilde. Jixwe, rêber xwedî pêşbînî ne. Tespîtên wî yên beriya bi 20-30 salan, îro yek bi yek pêk tên. Jin, demokrat û sosyalîst jî êdî dibêjin, wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinan. Jixwe, ji niha ve sedsala 21’ê bûye sedsala jinê. Ruhê jinê ku ji aliyê pergala zilamê serdest ve weke ‘cin’ dihat pênasekirin êdî ji wê şûşeya ku lê hatibû girtin, derketiye. Serdest hemû ji dengê lingê jinê ziravqetî bûne. Lê feydeya tirsê ji ecelê re tine ye! Têkoşîna azadiya jinê her sal ji sala din zêdetir wê pêş bikeve. Ev tekoşîn wê pergala zilamê serwer tevî hemû sazûmaniya wê rêke sergoyê dîrokê.

Bi baweriya ku têkoşîna azadiya jinê civak hemû û mirovahiyê bigihîne jiyana azad û demokratîk.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA