Sala 2023’an a mîladî jî, kêm maye biqede. Her kes ji aliyê xwe ve sala borî dinirxîne. Tiştên ku di tevahiya salê de qewimîne, yek bi yek tên rêzkirin. Li ser vî bingehî mirov hewl didin pêşbînî bikin ku wê sala 2024’an a mîladî çawa derbas bibe. Eşkere ye ku ‘mejiyê mirov’ di aliyê dîrokî de bi vî rengî pêş ketiye.
Bê guman em li vir bûyerên ku sala borî qewimîne, bi berfirehî rêz nakin. Ji xwe hin kesên din vê yekê dikin. Tişta ku dikeve ser milê, nirxandina bûyerên ku mohra xwe li salê xistine yan jî ji bo salên li pêşiya me hewldana dîtina dersên ku bên wergirtin. Bê guman divê mirov vê yekê jî li ser bingehê berjewendiyên jin û ciwanan, civak û gelên bindest bike. Yan em ê bikevin rewşek wisa de ku ji hin kesên din re xizmetê bikin.
Dema ku em di vê çarçoveyê de bi girseyî li sala 2023’an a mîladî dinêrin, em Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dibînin ku ji aliyê sîstema kapîtalîst ve zêdeyî 30 sal in dewam dike. Em hîn baştir fêm dikin ku çima Tayyîp Erdogan li ser desthilatdariyê tê hiştin. Ji aliyê Kurdan û mirovahiyê ve jî em rastiya berxwedana mezin û hêviya nû dibînin. Sala 2023’an a Mîladî li ser van bingehan xwe dewrî sala 2024’an dike.
Bi şerê Ûkraynayê re ku sala borî kete rojevê, Şerên Qerebax û Xezeyê bi eşkere nîşan da ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku sala 1990’an destpê kir, mîna her du şerên din ên cîhanê, di esasê xwe de şerê ji nû ve parvekirina serweriya li ser çavkanî û rêyên enerjiyê ye. Em vê yekê dikarin weke şerê mêtingeriyê ya di navber hêzên kapîtalîst jî pênase bikin.
Di meha Îlona borî de, li Hindistanê lûtkeya G 20 pêk hat. Piştî vê rêya Hindistan-Siûdî Erebistan-Îsraîl-Qibris-Yewnanistan hate ragihandin û piştre şerên Qerebax û Xezeyê qewimîn. Ev geşedan hemû vê rastiyê eşkere kirine. Yanî armanca esas a Şerê Ûkraynayê ya di navbera Rûsya-DYE’yê de ev bû. Yanî ji bo sabotekirina rêya enerjiyê bû ku tifaqa Rûsya-Çînê dixwest li ser Ûkraynayê ber bi Ewropayê ve veke. Yanî ji sala 1990’an û vir ve armanca esas a li pişt Şerê Korfez, Şerên Efxanistan û Iraqê, pêvajoya ‘Bihara Ereban’, bûyerên ku li Misir, Lîbya, Yemen û Sûriyeyê qewimîne, ev bû.
Mîna ku tê zanîn şerê ku li ser esasê vê armancê, şerekî 150 salî ye ku di nava sîstema modernîteya kapîtalîst a cîhanê de diqewime. Di pêvajoya Şerê Cîhanê yê Yekemîn de di navbera tifaqên kapîtalîst de ku bi pêşengiya Îngilistan û Elmanyayê şêwe girt, li ser bingehê projeya rêha hesin a Berlîn-Basrayê pêş ket. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li dijî Elmanyaya Hîtler tifaqa Yekîtiya Îngilistan-DYE-Sovyetan bi şêwazê girtina rêya Qafqasya-Îran-Hindistanê çêbû. Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de jî bi pêşengiya DYE’yê li ser bingehê avakirina rêya Hindistan-Siûdî, Îsraîl-Qibris-Yewnanistanê çêdibe.
Tê fêmkirin ku li pêşiya rêyeke bi vî rengî Îran ku yek ji astengiyên herî cidî dihat dîtin, êdî nabe asteng yanî ji astengiyê hat derxistin. Tê dîtin ku bi Şerê Ûkraynayê re Rûsya jî ku yek ji astengiyên din a herî mezin e, qels dibe. Bê guman pirsgirêkeke din a girîng jî Tirkiye ye. Ji aliyê alîgirên wî ve propagandaya ‘Bi lîdertiya Tayyîp Erdogan Tirkiye bû dewleteke mezin a cîhanê’ hate kirin û di rastiyê de jî ji projeya rêya nû ya sîstema modernîteya kapîtalîst hatiye derxistin. Tê dîtin ku ‘girîngiya xwe ya stratejîk’ û ‘rolê xwe yê bûyîna pira di navbera Ewropa û Asyayê de’ winda kiriye.
Niha hîn baştir tê fêmkirin ku di hilbijartinên Gulanê de çima Erdogan ji aliyê derdorên derve û hundir ve hîna li ser desthilatdariyê tê girtin. Diyar e ku Tayyîp Erdogan li ser desthilatdariyê tê hiştin û ji aliyê derdorên derve û hundir ve li ser vî bingehî tê karanîn. Yanî Tayyîp Erdogan li ser desthilatdariyê qezenc dike, derdorên wî yên derve û hundir hîn zêdetir qezenc dikin, lê Tirkiye girîngiya xwe ya stratejîk winda dike û zirar dibîne. Ew rewş jî ji ber polîtîkayên qirkirinê û şerê li hemberî Kurdan e ku ji aliyê Erdogan ve tê meşandin.
Eger were bîra mirov, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya dehan salan ev rastî anîbû ziman. Gotibû ku Tirkiyeyeke ku azadiya Kurdan nas nake û xwe li ser vî bingehî demokratîk neke, wê zirarek mezin bibîne û wê parçe bibe. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê jî projeyên ku dikarin bên pêkanîn, pêşkêş kiribû. Lê evane ji aliyê rêveberiya Tayyîp Erdogan ve nehatin dîkatkirin û berovajî ji bo pêşxistina qirkirina Kurd hate karanîn. Civaka Tirkiye, beşên bindest û rewşenbîr jî yan negihiştin zanista vê rastiyê, yan jî hêza pêşxistina pratîkê ya li gorî vê nîşan nedan. Di encamê de Tayyîp Erdogan 20 salan ma li ser desthilatdariyê, lê Tirkiye jî girîngiya xwe ya di çarçoveya sîstema kapîtalîst de winda kir. Niha zehmet jî be divê mirov vê rastiyê ji civaka Tirkiyeyê re bêje. Divê Tirkiye ji Tayyîp Erdogan were rizgarkirin.
Eger em qala Kurdistanê bikin, ji polîtîkayên qirker ên Tayyîp Erdogan bêguman herî zêde Kurd û Kurdistanê zirar dît. Yê ku winda kir Tirkiye ye û ji Kurdistanê jî da windakirin. Diyalektîka Tirkiye û Kurdistanê wiha ye. Rewşa ku yek bi ser bikeve û yek winda bike ne pêkan e û ev jî ji ber rewşa heyî ya stratejîk û vê diyalektîkê ye. Yan li gel hev tê qezenckirin yan jî li gel hev tê windakirin. Lê belê ev yek ji bo civakan derbasdar e. Ji bo dewlemendên berjewendîparêz ên li dora Tayyîp Erdogan kom bûne, ne derbasdar e. Ew dema ku Tirkiye û Kurdistan winda dikin, qurt dibin û qezenc dikin. Bêguman wê rojên berovajî vê rewşê jî werin; serdemên ku ew winda dikin û civakên Tirkiye û Kurdistanê ku li gel hev qezenc dikin jî wê werin.
Di tevahiya sala 2023’an de rêveberiya Tayyîp Erdogan şerê xwe yê qirkirinê yê li dijî Kurdan domand û êrîşên xwe yên topyekûn ên li ser vê bingehê zêde kirin. Ji Îmraliyê heya Zapê bi hemû rê û rêbazan êrîşên xwe yên tunekirinê yên li dijî tevahî hebûna Kurdan berdewam kirin. Ji çekên kîmyewî bigire heya bombeyên nukleerî yên her cure çekên qedexe bi kar anîn. Her roj bi dehan mirov binçav kirin û girtîgeh kirin cihê êşkence û mirinê. Ji bo van yekan jî ji PDK’ê û NATO’yê her cure alîkarî stand.
Li dijî van êrîşên faşîst, talanker û qirkirinê jî tevahiya salê gelê Kurd û dostên wan bi hemû dînamîk û bi qehremaniya xwe li ber xwe dan. Ji bo azadiya Kurdan sala 2023’an bû mezintirîn yek ji salên berxwedanê yên dîrokê. Bi berxwedanên Îmralî û Zapê rê li ber hemû berxwedanan vekir. Li Îmraliyê Rêber Apo û li hemû Kurdistanê jî bi taybet li Zapê gerîlayan li ber xwe da. Girtiyan li dijî êşkenceya li girtîgehan, Rojava û Başûr li dijî dagirkeriyê li ber xwe dan. Li çar perçeyên Kurdistanê, jin û ciwanên derveyî welat, hemû gelê Kurd û dostên wan li ber xwe dan.
Bêguman ev berxwedan bi saya Kampanyaya Azadiyê ya Cîhanî ku di 10’ê Cotmehê de hat îlankirin, pêk hatin. Du meh û nîvan kampanya her roj bi beşdariyên nû mezin bû û di asta cihanê de berfireh bû. Bi şoreşa jinê ya Jin Jiyan Azadî di warê îdeolojî û asta cîhanî de pêş ket.
Ciwanan bi Konferansên Cîhanê pêşengiyeke bihêz bi dest xistin. Çalakiyên grevên birçîbûnê yên ku ji aliyê girtiyên şoreşger ve di 27’ê Mijdarê de hate destpêkirin, bû sedem ku di nava tevahiya civakê de hişyarbûnekê pêk bîne. Ev yek sala 2023’an dike sala hêviyê, sala ku hêviyên nû di asta cîhanî de mezin dike.
Niha em girêdayî van hêvî û berxwedanê dikevin sala 2024’an. Xuya ye ku wê di sala 2024’an de hêvî mezintir bibin û berxwedan wê xurtir û berfirehtir bibe. Wê berxwedana azadiya Kurdan kelecaneke mezin bide hemû mirovahiyê. Eger rastiya bê ka çima Tayyîp Erdogan li ser desthilatdariyê dihêlin, ji civaka Tirkiyeyê re berfirehtir û baştir bê eşkerekirin, wê faşîzma AKP û MHP’ê têk biçe û wê geşedanên siyasî yên ku tesîreke baş li tevahiya Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn bike, pêk werin. Wê Kurd azad û Tirkiye û Rojhilata Navîn demokratîktir û mirovahî hêvîdartir bibe.
Em girêdayî van esasan, sala nû ya hemû xwînerên van gotinan pîroz dikin û serkeftinê dixwazin!