Sala 42'emîn a PKK'ê

Diyar e ku wê sala 40’emîn a PKK’ê wekî lêhûrbûna salên borî bidome û wê rê li ber geşedaneke di wê astê de veke. Wê di çareseriya doza Kurdan de rêyeke mezin were vekirin û gavên cîddî werin avêtin.

PKK li hemberî qirkirinê pêşengiye ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dike û dikeve sala xwe ya 42’emîn. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat pîrozbahî tên kirin. Kurd û dostên wan di sala 42’emîn de, îddîaya têkoşîneke xurt derdixe holê. Em jî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de Cejna Partiyê ya hemû PKK’yiyan û ya gelê Kurd pîroz dikin. Em berxwedana azadiyê ya gelê Kurd silav dikin. Em şehîdên qehreman ên vê berxwedanê di şexsê şehîd Hakî Karer de bi hurmet bi bîr tînin.

Di têkoşîna dijwar a 40 salan de PKK ji bo Kurd, jin, gelên Rojhilata Navîn û mirovayetiyê geşedanên mezin ava kiriye. Îro ev tişt zêdetir tê dîtin û li her qadê tên nîqaşkirin. Jin û ciwan di serî de hemû bindestên cîhanê hewl didin PKK rast fêm bikin û bi xeta berxwedanê ya PKK’ê bibin yek. PKK li Enqereyê ava bû û li Kurdistanê bû partî û li Rojhilata Navîn jî bû gerîlal îro bûye pêşengê azadiya hemû bindestên li cîhanê. Berê Kurdan li kolanan digotin ‘PKK gel e, gel li vir e’ lê îro hemû bindestên li cîhanê dibêjin ‘PKK azadî ye, azadî li vir e.’

PKK beriya niha 47 sal berê di nav ciwanan de ava bû û têkoşîna azadiyaê ya Kurdistanê bi feraseteke nû ava kir û îro li her dera dinyayê bûye pêşengê têkoşîna azadî û demokrasiyê. Têkoşîna azadiya Kurdistanê îro bûye têkoşîna azadiya di asta global de. Bi vê re tê dîtin ku em gelekî nêzî çareseriya doza Kurdan bûne.

Lê ji bo astengkirina vê çareseriyê pergala modernîteya kapîtalîst êrîşên xwe zêde kiriye. Pergala qirkirina Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de ye, hê jî didome. Bi awayên cihê piştgiriyê didin faşîzma AKP û MHP’ê ya li ser gelê Kurd. Lê gelekî diyar e ku pergala kapîtalîst a global nikaribûye PKK’ê tasfiye bike û nikare têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd têk bibe. Êdî cîhan jî dema wê hatiye ku derbarê PKK û Kurdan biryarekê bide.

Di salvegera damezirandina PKK’ê ya ya 41’emîn de tê dîtin ku têkoşîna global xurt didome. Rêveberiya DYE’yê derbarê sê rêveberên PKK’ê di 6’ê Mijdara 2018’an de biryara girtinê û diyariya pereyan eşkere kiribû. Rêveberiya DYE’yê qîma xwe bi vê biryarê neaniye û li ser vî esasî ji bo êrîşê berê PDK û YNK’ê daye PKK’ê. Piştgirî daye êrîşên leşkerî yên faşîzma AKP û MHP’ê ya li dijî PKK’ê û piştî 9’ê Cotmehê pêşiya êrîşên li ser Rojava vekiriye.

Li hemberî vê êrîşê Kurd bi pêşengiya PKK’ê tevî hemû bindestan bi cesareteke mezin li ber xwe dide. Li hemberî plana nûkirina komployê ya DYE’yê piştî 7’ê Mijdara 2018’an pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ hatiye destpêkirin û bi vê berxwedanê de tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê û 23’ê Hezîranê de têk çûye. Li hemberî êrîşên dagirker ên di 9’ê Cotmehê de jî gelê Kurd û hemû bindest bûne yek û wê Rojava bikin gora faşîzma AKP û MHP’ê.

Bi têkoşîneke wisa em dikevin salvegera 42’emîn a PKK’ê. Diyar e ku wê têkoşîna sala 42’emîn jî li gorî salên din bi dijwarî bidome û li hemû cîhanê li ber berxwedana azadiyê veke. Ji ber ku feraset û siyaseta ku gelê Kurd tune dihesibîne îro jî neguheriye. Ev feraset û siyaset ji bo tunekirina hebûna Kurdan wê bi awayekî hovane êrîş bike. Heta ku vê feraseta nexweş neyê tunekirin, êrîşên li ser Kurdan jî bidome.

Gelo wê vê feraset û siyaseta nexweş çawa were tunekirin? Ev kêşe ne bi tenê li pêşiya Kurdan, li pêşiya hemû mirovayetiyê ye. Ji ber ku heta ev feraset û siyaset hebe, wê DAÎŞ ava bibe, wê El Kaîde ava bibe û bibin belaya serê cîhanê. Wisa xuya dike ku li cîhanê hemû kesan ev gef û talûke dîtine. Yek ji sedema sereke ya ku jin, ciwan û gel xwe nêzî têkoşîna azadiyê ya Kurdan dikin jî ev e.

Heta ku ev helwest bidome wê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya di asta global de berfirehtir bibe. Diyar e ku şoreşa demokratîk a global ava dibe. Wê hêzên desthilatdarî û dewletê jî di vê pêvajoyê de bitengijin. Ji ber ku di vî warî de têra xwe manevrayên siyasî hatiye kirin û heta ku ji wan hatiye wan mêtingeriya aborî kirine. Li holê ye ku DYE, YE û Rûsya çiqasî tengijîne. Wê nakokî û şerên wan bidome, wê ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê jî derfet û firsend jî zêde bibin.

Diyar e ku wê hêza diyarker, têkoşîna gelê Kurd be. Wê pêşengiya rast a PKK’ê û gerîlayên azadiyê her tiştî diyar bikin. Têkoşîna cesûr û fedakara a gelê Kurd wê encamê diyar bike. Diyar e ku gelê Kurd a ku PKK pêşengiyê jê re dikin jî bi îddîa û biryardariyeke wisa dikevin sala 42’emîn a PKK’ê.

Diyar e ku wê sala 40’emîn a PKK’ê wekî lêhûrbûna salên borî bidome û wê rê li ber geşedaneke di wê astê de veke. Wê di çareseriya doza Kurdan de rêyeke mezin were vekirin û gavên cîddî werin avêtin. Ji bo vê jî yekîtî û berxwedana di navbera Kurdan de esas e. Jin û ciwan di serî de hemû Kurd bi îrade, îddîayeke wisa sala 42’emîn a PKK’ê pêşwazî dikin, li ser xeta Rêber Apo û şehîdan ji her demê zêdetir xwe didin ber lêpirsînan û li ser xeta partîbûn, gerîllatî û neteweya demokratîk xwe ava dikin. Wê serfirazî ya şoreşgerî û fedakariya wisa be.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka