Rûyê navxweyî yê xiyanetê!

PDK li qadê serkêşiyê ji polîtîkaya dagirkerî û îlhaqê re dike. Ji ber siyaseta PDK'ê ya ku xwe dispêre dijmin, bi hezaran leşker, bi sedan tank li Başûrê Kurdistanê hatin bicihkirin û gelek baregehên leşkerî hatin avakirin.

XIYANETA PDK'Ê

Dewleta Tirk di çarçoveya kiryarên xwe yên îlhaqkirina Başûrê Kurdistanê de hewl dide li herêmê bi sedan gundan vala bike. Li xeta herêma Amediyê ya Dihokê rojane sewqiyata leşkerî dewam dike. Artêşa Tirk ji bo li herêmê mayinde bibe, diavêje ser qadan û gundan. Di vê çarçoveyê de zêdeyî 100 gund hatin valakirin, zêdeyî 600 gund jî di bin gefê de ne. Barzaniyên ku Başûr pêşkêşî îlhaqkirina Tirkan kirine, ketine şerê desthiltadariyê.

ŞERÊ BARZANIYAN

PDK ji bo polîtîkaya dagirkerî û îlhaqê bi rola serkêşiyê radibe. Êdî xiyaneta di hundirê PDK’ê de nikare xwe veşêre. Şerê ji bo desthilatdariyê yê ku li ser destketiyên gelê Kurd tê meşandin, di navbera Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî de gihişt asteke bêveger. Yek ji van xalên herî dawî jî Mesûd Barzanî bi navê serokê herêma Kurdistanê bi Bexdayê re li dora maseyê rûnişt.

ARTÊŞA TIRK JI BO RIZGARKIRINA DESTHILATDARIYA PDK'Ê NAYÊ

Hikûmeta Erdogan li Başûrê Kurdistanê bi rehetî tevdigere û qadên sivîl jî di nav de, operasyonên leşkerî pêk tîne. Ev yek nîşan dide ku PDK siyaseta xwespartina dijmin, dimeşîne. Weke berdewama vê siyasetê di van rojên dawî de bi hezaran leşker û bi sedan tank ji Başûr re hatine şandin û her wiha gelek baregehên leşkerî hatine avakirin. Dewleta Tirk di encama lêgerîna xîlafeteke nû de hêza leşkerî li Başûrê Kurdistan û Iraqê bi cih kiriye. Ev hêz ji bo parastina desthilatdariya PDK’ê nayên bi cih kirin. Berovajî tiştên tê xeyalkirin, di dawiya dawî de Tirkiyeyeke nû ya bi zêdebûna eyaletan tê dîzaynkirin.

GAV BI GAV DIBIN HÊZA PARAMÎLÎTER

Barzanî dixwazin bi tinekirina PKK’ê re li ser desthilatdariyê bimînin. Lê ev rê jî bi pêşkêşkirina Dihok û Hewlêrê ji bo dewleta Tirk re dibe. Geşedanên li herêmê, nîşan dide ku artêşa Tirk pêkanînên îdarî yên cihên di destê hêzên PDK'ê de jî girtiye bin kontrola xwe. Ev rewş di heman demê de tê wateya defacto bûyîna hêza paramîlîter a Komara Tirkiyeyê.

DI ŞERÊ NÊÇÎRVAN BARZANÎ Û MESRÛR BARZANÎ DE TASFIYEYÊ DESTPÊ KIR

Her ku diçe şerê di navbera Nêçîrvan Barzanî û Mesûd-Mesrûr Barzanî de ku wêneyê şerê desthilatdariyê ye zêdetir bûye. Lêgerîna bav û kur a ji bo tasfiyekirina Nêçîrvan Barzanî jî zêde bûye.

Şerê Barzaniyan ku dem bi dem bûye mijara nûçeyan, bi kuştina Muhsîn El Reşîd ku yek ji rêveberên payebilind ên PDK'ê ye, bêhtir şênber bûye. Nêçirvan Barzanî li dijî vê yekê ket nava tevgerê, hat hînbûn ku Mesrûr Barzanî û derdorî wî kesên nêzî Nêçirvan Barzanî li nav Parastinê tasfiye kirine. Di vê çarçoveyê de di nava agahiyên hatine bidestxistin de tê gotin ku hin cînayetên siyasî yên li Hewlêrê ji raya giştî tên veşartin. 

Rûyê navxweyî yê xiyanetê!  PDK li qadê serkêşiyê ji polîtîkaya dagirkerî û îlhaqê re dike. Ji ber siyaseta PDK'ê ya ku xwe dispêre dijmin, bi hezaran leşker, bi sedan tank li Başûrê Kurdistanê hatin bicihkirin û gelek baregehên leşkerî hatin avakirin. 

MESÛD BARZANÎ WEKE 'SEROKÊ HERÊMÊ' ÇÛ BEXDAYÊ

Li aliyê din, mijareke din a balkêş ew e ku lîderê PDK'ê Mesûd Barzanî dema çû Bexdayê weke 'Serokê rêveberiya herêmê' bi hikumeta navendî ya Iraqê re rûnişt. Di nava heyeta Barzanî de Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Desteya Wezîran Umed Sebah û gelek rayedarên hikumetê hebûn. Piştî ku hevdîtin pêk anî, Serokwezîrê Iraqê Sûdanî got, "Ji bo di navbera hikumeta federal û hikumeta herêma Kurdistanê de têkiliyeke baweriyê bê danîn em derbasî qonaxeke baş bûn." Vê daxuyaniyê kir ku nîqaşên li ser mijara 'Barzanî bi kîjan navî çû Bexdayê' derbasî qonaxeke cuda bibe. Tê payin ku krîza navbera Barzaniyan rojên bê hîn kûr bibe.

NÊÇÎRVAN BARZANÎ PIŞTGIRÎ XWEST 

Tê ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî li dijî kiryarên Mesûd Barzanî ji hêzên navneteweyî piştgirî xwestiye. Hin derdor dibêjin ku hêzên navneteweyî piraniya xwe nêzî Nêçîrvan Barzanî disekinin. 

MISOGERKIRINA HEBÛNA XWE LI SER PKK’Ê 

Li aliyê din her du aliyên Barzanî jî hewl didin li ser PKK’ê xwe îspat bikin. Ev hewldan nîşan dide ku rayê xiyanetê çawa kûr bûye. PDK’ê pereyên mezin da hin saziyên Iraqê, bi devên fermî têkildarî meseleya şewatan YNK û PKK hedef nîşan da. Ev yek ji mînakên sereke ye ku divê mirov pê dakeve. YNK’ê got, “Di destê me de wêne û dîmenên DAÎŞ’iyên ku anîne Başûr, hene.” Ev bû sedem ku Nêçîrvan Barzanî di vê mijarê de paşde gav biavêje. Piştî daxuyaniyan, Barzanî derket pêşberî qemereyan û got, “Îspatek nîne ku YNK’ê wisa kiriye, yê şewat derxistiye PKK ye.” Hewldana Krîmînalîzekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê jî weke encameke vê siyasetê şikil girt. Bi vê yekê re Nêçîrvan Barzanî xwest YNK’ê li aliyê xwe bikişîne û peyama xwe jî bi rengekî vekirî da. 

Mesûd Barzanî li Bexdayê ji bo dagirkeriyê, li ser navê dewleta Tirk lobiyê bi rêve dibe. Ev yek jî geşedaneke cuda ye ku siyaseta PDK’ê nîşan dide. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê hêzên taybet ên bi navê Parastin û Gulan bi cih dikin. Her wiha hewl didin îradeya xelkê Şengalê desteser bikin. Serkêşê van kiryaran Mesûd Barzanî ye ku tiştên ji bavê wî mayîne, temam dike.