Ruhê berxwedanê yê Zîlan li her derê ye

Şehîd Sara û Rûken ku bi ruhê berxwedanê yê Zîlan têkoşiya, weke fedaiyên gelê Kurd bûn xwedî jiyanekê û bi lehengiyeke mezin şehîd bûn.

Bi salan e berxwedana gerîla, li dijî erîşa dagirkeriya Tirk bi ruhekî mezin xwe dide pêş, li ser Rêber Apo tecrîdeke giran heye, li ser girtiyên zindanan zext û êşkenceyeke mezin heye, li gelê Kurd jî jiyaneke bi koletî tê ferzkirin. Ya herî bi êş û bi bandor jî ew e ku bi dijwarî êrîşê gerîlayan li serê çiyayan tê kirin. Çekên qedexekirî tên bikaranîn, bêdengiya li dijî van hemûyan dihêle ku rastiya Erdogan û yên ku pişta wî digirin dernekeve holê. 

Lê gerîlayên HPG‘ê û YJA Starê bi rastiya xwe planên qirêj ên desthiladaran pûç dikin. Niha gerîla bi berxwedana xwe ya hem li çiya û hem li bajaran bi awayekî fedayî bersiv dide hêzên dagirker. Piştî ku dagirkeriya Tirkiyeyê li Heremên Parastina Medyayê xitimî, berê xwe qadên Bakur, li Bakurê Kurdistanê hewil dide bi teknîka xwe gerîla qir bike, lê gerîla bi berxwedan û çalakiyên xwe van hewlidanan pûç dike. Tevî ku gerîla zanin ev şer bê bedel nabe, canê xwe dikin senger û li dijî çekên bi her awayî li ber xwe didin.  

Ruhê PKK' fedayî ne bi tenê îro xwe dide der; ji destpêka ku milîtanên Rêber Apo dest bi vê doza Kurdan kirine û heta niha ev ruh her dewam dike û roj bi roj bi berxwedanê geş dibe. Şerê fedaiyane û şehîdbûna gerîlayên li serê çiyayan nîşaneya xeta Zîlan û Egîdan e. Gerîla Rûken û Sara jî ruhê Zîlanan temsil kirin û ji bo ku tola hevrêyên xwe yên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûne hilînin, ev çalakî li dar xistin, her wiha bersivek bû li dijî zexta li girtiyên zindanan tê kirin.

Sara û Rûken her du gerîlayên YJA Starê yên bi mînak tevgeriyan heta şehadeta wan jî mînak bû, kî dikare di yek çalakiyê de hemû taktîkan bi kar bîne, eger ne Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bin kî dikare vî ruhî bide der. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo, xwe ava dikin heta ku dighîjin asta milîtaniyê û li dijî van dagirkeran dibin bersiv.

Ji bo vê çalakiyê jî heta ku Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê daxuyaniyeke neda, dewleta Tirk nedizanî ev çalakiya bi bandor çawa hatiye lidarxistin. Bi vê diyar dibe ku ne şerê taybet ê Erdogan bi rê ve dibe, ne jî bi êrîşên xwe yên hovane dikare li dijî gerîla bi ser bikeve. Ji ber ku vîna gerîla têrê her tiştî dike, him têknîkê têk dibe, him jî planê dijmin pûç dike. 

Yanî gerîlayên serdemê bi rêbaza tîmên bi tevger û taktîkên gerîlatiya nûjen, pêvajo guhartin, dem êdî dema gerîla, dema azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Çalakiya fedaiyane ku gerîla Sara û hevrêya wê wê Rûken li dar xistin, ev yek diyar kirin. Ew, wek hêzên YJA Star’ê ji bo tola hevrêyên xwe hilînin wê li her derê bin û derbên bi şok li dagirkeran bidin, bi rastî jî wisa kirin; ji bo artêşeke wek ya artêşa Erdogan bû şokeke pir mezin ku ne li bendê bûn. 

Vaye gerîlayên çiyayî wisa soza xwe bi cîh tînin, ji şehadetan çêdibin hêzê digirin û wisa dibin bersiv. Bi taybet jinên Apoyî ku xwe bi ramanên Rêber Apo ava kirine, dikarin bibin fedaiyên rastîn. Her çiqas zexta sîstemê li ser jinan hebe jî jinên PKK’yî diyar dikin ku ne sîstem ne jî dewlet dikarin wan xilas bikin; bi tenê rêyek heye ku jin xilas bibe ew jî rêya heqîqeta ku Rêber Apo daye avakirin e. Lewma jina ku xwe disipêrê felsefa Rêber Apo bi hêz dibe û dikare xwe li ber faşîstan bigire.

Her du ruh, her du jin bi jiyan û fikira xwe azad bûn û di çalakiyên xwe de bi nav û deng bûn. Jiyana rastîn ew e mirov bi wate bijî û bi wate xilas bike, jiyana jinên fedaî Rûken û Sara jî watedar bû û bi qehremantiyeke mezin gihîştin şehadetê.