Romana Kurdên azad

Rêzeromana 'Vejîna li welatê rojê' di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de qala bûyîn û vejîna Kurdên azad dike. Lewma li her cihî bûye romana dîroka azadiyê ya Kurdan.

Ji nava rêzeromana bi navê 'Vejîna li welatê rojê', ku ji sê bergan pêk tê, pirtûka sêyemîn bi navê 'Vejîna li azadiyê' ji aliyê Weşanên Memyan ve li Ewropayê hate çapkirin û gihîşt ber destê xwendevanan. Pirtûka destpêkê ya bi navê 'Amara' ku beriya wê ji sê bergan pêk dihat û pirtûka duyemîn a bi navê 'Ronahiya hêviyê' ya ji bergekî hatibûn çapkirin û belavkirin. Ji bo bala xwendevanan bikişîne bi têrkerî baş nehatibe amadekirin jî heta radeyekê hate nasandin. Em hêvîdarin ku danasîna vê pirtûka sêyemîn wê baştir be û ev karên navborî yên ku bandora xwe li şoreşa çandê ya Kurd dike, bi taybetî hîn zû û bi xurtî bigihêje destê ciwanên Kurd.

'DIBISTANA WÊJEYÊ YA ŞÎLAN BAKÎ'

Di danasîna pirtûkên çapkirî de tê ragihandin ku pirtûkên navborî 'Beşek ji rêzeromanekê ne'. Xuya ye wê pirtûkên çaremîn, pêncemîn û dibe ku ya şeşemîn, heftemîn jî bên. Bi vî rengî wê di wêjeya Kurdên azad de ku vejîna Kurdên azad û têkoşîna azadiyê ya Kurdan vedibêje, wê gavên girîng bên avêtin.

Di pêşkêşiya rêzeromana bi navê 'Vejîna li welatê rojê' de tê ragihandin ku karê navborî ji aliyê 'Dibistana Wêjeyî ya Şîlan Bakî' ve hatiye amadekirin û berhema karekî cidî Yê bi salan e. Xuya ye bi vî karî re ne tenê romana Kurdên azad tê nivîsandin, di heman demê de pêşketina Kurdên azad dibe xwedî dibistaneke nû û bi îdîa ya wêjeyî.

Şîlan Bakî bi navê xwe yê din Şîlan Kobanê ku navê wê li dibistana wêjeyê ya navborî hatiye kirin, yek ji milîtanên destpêkê yên rêxistinî û pratîkî ya Şoreşa Azadiyê ya Rojava ye ku di 29'ê Mijdara 2004'an de li Mûsilê ji aliyê çeteyan ve hate qetilkirin. Tê zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku bi qetilkirina wê hesiya, pirsa 'Ew keça me ya biçûk bû?' kir. Diyar e keça biçûk Şîlan Bakî, ku şervan û fermandareke gerîla bû, perwerdekar û rêxistinkara gel bû, milîtana û pêşenga azadiyê ya jinê bû, di heman demê de wêjevaneke jêhatî bû ku navê wê li dibistaneke Kurdên azad hate kirin. Şîlan Bakî xwedî pirtûkên dilnizm ên helbest û wêjeyî bû.

Weke ku ji anvê wê jî tê fêhmkirin, rêzeromana 'Vejîna li welatê rojê' di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de qala bûyîn û vejîna Kurdên azad dike. Karên azadiyê yên li dora Rêberê Gelê Kurd hatin meşandin, têkoşîna wê û bandora wan a li ser kesayet û civaka Kurd, guhertina civakî ya vê yekê lêkolîn dike. Ji şoreşa ruh, hest û fikrî ya Kurdan heta bi pêşketina îdeolojîk, siyasî, rêxistinî û leşkerî, mijareke gelekî berfireh lêkolîn dike. Bi esasî jî rastiya Rêbertî ya ku bi Rêber Abdullah Ocalan re şênberb ûye, rola şehîdan, pêşengiya partiyê, têkoşîna gerîla û pêşketina şoreşa azadiyê ya jinê, têkiliya van a bi hev re, xeta pêşketina neteweîtiya demokratîk a li kurdistanê û taybetmendiyên wê radixe pêş çavan. Ji ber vê yekê dibe romana dîroka azadiyê ya Kurdan.

Ji nava sê bergên pirtûkê, pirtûka destpêkê Amara ye. Di herdu bergên destpêkê de bi giranî şert û mercên bûyînê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên vegotin. Di sedsalên 19 û 20'an de bûyerên li Kurdistanê ewimîn, jinûve dagirkeriya Împaratoriya Osmanî ya li Kurdistanê û berxwedana Kurdan a li dijî vê yekê, bandora Şerê Cîhanê yê Yekemîn li ser Kurdistanê, parçekirina Kurdistanê bi çar parçeyan û tunehesibandina neteweya Kurd, destpêkirina êrişên ji bo tunekrinê û taybetmendiyên rejîmên qirker ên li ser Kurdistanê serwer in hatin lêkolîn. Di heman demê de bûye dîroka qirkirin û mêtingeriya li ser Kurdistanê. Bergê sêyemîn taybetmendiya bûyînê û karakterê zarokatiyê yên Abdullah Ocalan radixe pêş çavan, ku di nava şert û mercên wiha de ji dayik dibe.

RONAHIYA HÊVIYÊ

Pirtûka Ronahiya Hêviyê ku bi rengê bergekî hatiye amadekirin, şert û mercên temenê zarokatî û ciwantiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, taybetmendiyên bingehîn ên ku kesayetiya Apo afirandiye, lêkolîn dike. Jiyana li bajêr a ji gund heta Nîzîp û Enqereyê, her wiha rêwîtiya dibistanê ya ji dibistana seretayî heta Lîseya Pîşeyî ya Tapû Kadastro, taybetmendiyên sereke yên kesayetiya Apo yê ciwan nîşan dide. Bi vî rengî taybetmendiyên bingehîn ên kesayetiya Apo tên destnîşankirin ku ji bo azadiya Kurdan berxwedanê bi rêxistin dike.

Pirtûka sêyemîn a ji sê berdan ku nû hatiye weşandin, Vejîna Azadiyê ye, ku bi temamî qala salên 1970'î, ji civîna li Bendava Çûbûkê heta kongreya li gundê Fîsê, civîn û pratîka şoreşgerî vedibêje, ji mal, wargeh û dibistanên li Enqereyê heta çalakiyên azadiyê yên li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê, bi ta ybetî berxwedana li Hîlwan û Sêweregê pêvajoyê vedibêje. Di van hemû bûyer û pêşketinan de jî bandora Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya û Hakî Karer tên vegotin. Di pirtûka sêyemîn de bi kurtasî vejîna Rêber Apo û şênberbûna bi rengê PKK'ê tê nirxandin. Li ser vê bingehê ji aliyekî ve kesayetiya Rêber Apo û taybetmendiyên avabûna partiyê tên lêkolîn, li aliyê din jî dîroka avabûna Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê PKK'ê tê vegotin.

HÎMÊ BINGEHÎN Ê WÊJEYA KURD

Ji van her sê pirtûkan tê fêhmkirin ku pirtûka çaremîn wê li ser Berxwedana Zindanan a Mezin be ku xeta fedayî ya Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê afirand, pirtûka çaremîn li ser karên Rêber Abdullah Ocalan ên li Rojhilata Navîn be ku li çolên Ereb hêviya azadiyê şîn kir, pirtûka şeşmîn li ser gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê yên ji navenda Botanê be ku li ser bingeha vegera li welêt û Pêngava Gerîla ya 15'ê Tebaxê bi pêş ket û pirtûka heftemîn jî li ser karên Dibistana Navendî ya Partiyê û Akademiya Mahsûm Korkmaz be ku ocaxa gerîla bûn.

Em hêvîdar in ku wê zêde dereng nemîne û bi pirtûkên li pey hev bên weşandin, rêzeromana 'Vejîna li welatê rojê' bi pêş ve biçe û taybetmendiyên pêşketinê yên rastiya civaka demokratîk û kesayetên azad ên li Kurdistanê bi rengekî rast û kûr bên lêkolîn. Bi vî rengî wê taybetmendiyên bingehîn ên jiyan û fikrê Kurdên azad hîn baştir bên dîtin ku di xeta azadiyê ya Apoyî de hatiye îfadekirin. Li ser vê bingehê wê şoreşa zadiyê ya Kurd wêjeya xwe afirandibe ku ew jî wê şoreşa çandê û hunera Kurd a nû bi pêş ve bibe.

Eşkere ye ku gava destpêkê hatiye avêtin û fikir û çalakiya Kurdên azad ji zanistiya civakî û siyasî ya Kurd di azadiya jinê û zanistiya leşkerî ya gerîla ya nû de şênber bûye û gihîştiye heta îdeolojiya jiyana azad, bi vî rengî bûye xwedî romana Kurdên azad ku hîmê bingehîn ê wêjeya Kurd a nû ye. Karê ji vê û pê ve dikare hîn bi hêsanî bê. Parçe bi parçe çîrok û romana her têkoşînê dikare bê nivîsandin, ev jî wê pêşketina tevgera hunerê ya mezin biafirîne. Bi vî rengî wê hunera Kurd derkeve derveyî muzîkê û bi xwespartina li azadiya jinê wê bikeve çarçoveya pêkhatina şoreşa çandê ya Kurd.

Eşkere ye ku ji bo afirandina pêşketinên wiha dîrokî çiqasî hewl hatibe dayin, çiqasî ked hatibe dayin jî kêm e. Encamên bi vî rengî xwedî karekterên welê ne ku westandina mirovan bi carekê ve ji holê radikin. Nivîskarên ku vê bikin derketine holê, pêşî li hunermendî û wêjevaniya Kurd hatiye vekirin. Li ser vê bingehê divê mirov spasiya nivîskaran û her kesên keda xwe di van romanan de heye, bikin. Li ser vê bingehê divê were gotin; em berê xwe bidin romana Kurdên azad, bixwînin û bidin xwendin! Her wiha divê bang li her kesî bê kirin ku xwedî li vî karê dîrokî derkevin û xurtir bikin.

Yên ku ji wan heye ku Kurdan dikarin asîmîle bikin û qir bikin, bila bibînin: Wêje û hunera Kurdên azad bi pêş ve diçe û weke şoreşeke dîrokî şoreşa çanda Kurd pêk tê!

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA