Dema ku di sibeha 7'ê Cotmehê de rêveberiya DYE'yê ragihand ku wê leşkerên xwe yên li Sûriyeyê vekişîne û gava ku hêza xwe ya kêm a leşkerî vekişand, ji hinekan hebû ku ev yek rast e û DYE dikare xwe ji Rojhilata Navîn jî vekişîne. Ji ber vê yekê hinekan reş girêdan û hinekan banga 'venekişe' kirin. Encam çi bû? Hêzên DYE'yê piştî ku rê da êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û kir ku êriş dest pê bikin ji nû ve li herêmê bi cih bû. Bi vî rengî piştî Efrînê Girê Spî û Serêkaniyê jî ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin û cografyaya Rojavayê Kurdistanê hate parçekirin.
Di nava du mehên dawî de bûyerên li Rojhilata Navîn qewimîn gelo tenê ev bûn? Bi gotineke din, di encama manewraya DYE'yê ya vekişîna ji Sûriyeyê de tenê Rojavayê Kurdistanê parçe bû? Bêguman na. Bi vê manewrayê re destwerdaneke nû ya DYE'yê li Rojhilata Navîn bû. Ji Yemenê heta Lîbyayê em qala bûyerên li Efrîkaya bakur jî nakin. Lê belê dema ku mirov bala xwe didin ser herêmên din ên Rojhilata Navîn dibînin; ku li Lubnanê xwepêşandanên berfireh ên gel pêk hatin û hikumet neçar ma îstifa bike, niha hikumet nikare ava bibe. Li Iraqê xwepêşandanên girseyî yên berfireh û tund pêk hatin û di encamê de hikumet neçar ma ku îstifa bike, niha nizanin ku hikumeta nû çawa ava bibe. Li Îranê xwepêşandanên berfireh û tund ên gel pêk hatin, rêveberiya heyî bi tundiyê ancax karîbû rawestîne, ya rast hîn nediyare ku rawestandiye yan na.
Di vê navberê de di navbera DYE û Dewleta Tirk de di asta bilind de hevdîtin pêk hatin û wê di demeke nêz de di navbera Rûsya û Dewleta Tirk de jî hevdîtinên nû pêk werin. Di nava NATO'yê de nîqaşên navbera Fransa û Tirkiyeyê di çapemeniyê de jî deng vedan û di nava çend rojan de wê bi rengekî cidî bibin rojev. Alîkarê Serokê DYE'yê serdana Hewlêrê kir, Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê jî çû Enqereyê û vegeriya, her wiha dibe ku hevdîtinên bi vî rengî dewam bikin. Tevî van, rêveberiya DYE'yê dubare kir ku divê Kurd xwe vekişînin herêmên petrolê yên li başûr. Xuya ye ev rewş wê dewam bike. Li gel van hemûyan li Îsraîlê krîza hikumetê rû da û ev krîz wê hîn dewam bike.
Divê mirov nebêjin ku çi eleqeya van hemûyan bi hev re heye. Pêwendiya xwe gelekî bi hev re heye û hemû jî ji navendekê ve tên birêvebirin. Bi vî rengî pêwendiya xwe bi hev re hene. Bi taybetî dema mirov bala xwe didin ser krîza hikumetê ya li Îsraîlê, dibînin ku kaosa Rojhilata Navîn a sîstema sermayeya global di kîjan astê de kûr û berfirehe. Bêguman her bûyer xwedî sedemên xweser in û divê ew jî bên dîtin. Lê belê sedema giştî û hevpar krîza modernîteya kapîtalîst a global e. Dema ku mirov bala xwe bidin ser wê bê dîtin ku di her bûyerê de destê DYE'yê heye û ew dest dek û dolaban timî digerîne. Tê gotin ku ev hemû pêwendiya xwe bi têkoşîna navbera DYE û Îranê re hene û destwerdana nû ya DYE'yê ya li Îranê ye. Bi kurtasî lîstikeke naskirî ye: Parçe bike, bide şerkirin û hikum bike. Yanî pêkanîna kûrkirina polîtîkaya emperyalîst a bi şêweyê 'Parçe bike û bi rê ve bibe' ye.
Bêguman hin sedemên xwe yên herêmî jî hene. Pirsgirêkên sîstema desthilatdarîparêz-dewletperest ku berhemeke pênc hezar salî ya Rojhilata Navîne, dibe sedema van hemûyan. Ev yek rastî ye. Lê belê efendiyên vê serdemê yên sîstemê ji bo vê yekê bînin serê herêmê gelekî hewl didin destwerdanê dikin. Bi van destwerdana dixwazin herêmê parçe parçe bikin, parçeyan jî bikin dijminê hev û bi vî rengî hemûyan bixin nava krîzekê ku hewcedarê xwe bikin. Bi vê krîz û kaosê dixwazin li herêmê xwedî hikum bin û temenê sîstema dewletê û desthilatdariyê yên riziyayî hîn bêhtir dirêj bikin.
Her tişt ji bo vê tê kirin û herêm bi vî rengî tê birêvebirin. Xwîna mirov û ciwanên herêmê ji ber vê yekê her roj tê rijandin. Mînak em bala xwe bidin ser çend bûyerên li Sûriyeyê. Di encama şerê serketî yê dijî çetetiya DAÎŞ'ê de herêma herî aram a Sûriyeyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yanî Rojhilatê Firatê afirî bû. Di vê mijarê de her kesî li hev kiribûn. Encam çi bû? Piştî êrişên dagirkeriyê yên 9'ê Cotmehê eşkere bû ku çi qewimî. Xuya ye aramiyê hin hêz aciz kir. Niha ev herêm veguherandin yek ji herêmên herî tevlîhev û bi şer ê Sûriyeyê. Ji vê jî wêdetir, 'Dewleta DAÎŞ'ê ku destûr nehate dayin ku li xeta Mûsil-Reqayê bê avakirin, li vê herêmê ava kirin.
Bêguman hêza ku dewleta Tirk bi navê 'Artêşa Milî ya Sûriyeyê' bi rêxistin kir û pêşkêş kir, ji çeteyên DAÎŞ, El Qaîde û Ahvanî Muslumîn pêk tê. Ya rast DYE, Rûsya, Ewropa û her kes bi vê zane. Ew çete çi navî li xwe bikin bila bikin eşkere ye ku ji her sê rêxistinan pêk tên. Ev hemû ji aliyê rêveberiya AKP-MHP'ê ve hatin parastin, xwedîkirin û tevlî şer hatin kirin. Dinya bi vê zane. Lê belê tevî ku tê zanîn jî ji Serêkaniyê heta Îdlibê bi vê hêzê re dewleteke çete ya faşîst-qirker tê avakirin. Armanca DAÎŞ'ê ya li xeta Mûsil-Reqayê li vê herêmê tê pêkanîn.
Weke ku tê zanîn pêşî bi Cerablûs û Bab û Idlibê ev mijar kirin bazarê û hêzên çete yên navborî bi hevkarî li vê qadê hatin komkirin. Piştre ji bo dagirkirina Efrînê fetwa hate derxistin û qada navborî bêhtir hate berfirehkirin û yekkirin. Niha jî bi dagirkirina Grê Spî û Serêkaniyê qad zêdetir tê berfirehkirin û li vir ''Dewleta DAÎŞ''ê tê avakirin. Li ser vê xalê Kurd û hemû mirovahî dipirse: Wekî wê ev qad dawiyê bide DAÎŞ'ê, naxwe çima bi salan li van deran şerê dijî DAÎŞ'ê hate kirin? Çima xwîna ev qas ciwanan hate rijandin. Çima ev qas mesref hate kirin? Naxwe hemû tişt lîstik bû? Ji bo ku hinek, nexasim jî yekdestên çekan pereyan bi dest bixin ev hemû tişt hatin kirin? Ev lîstik wê çiqasî bidome? Hê wê çi qasî xwîna Kurdan, Ereban û mirovên herêmê were rijandin.
Diyar e ku mirov dikare pirsan pir zêdetir bike. Lê bi qasî pirsan bersivên rast û têrkar jî girîng in. Ji dagirkeriya ser Rojava a 9'ê Cotmehê heta bi bûyerên li Lubnan, Iraq û Îranê hevpar in û êrîşa nû ya berjewendiyê ya pergala kapîtalîst a global e. Ev jî armanc dike ku krîza li Rojhilata Navîn û kaosa wê girantir bike, li ser vê bingehê jî zêdetir dabeş bike û wiha jî serwer bibe û mêtingeriyê bidome. Gelên herêmê, jin û ciwan heta ku bi dînamîkên navxwe şoreşên xwe yên azadî û demokrasiyê geş nekin û li ser xwîşk û biratiyê heta ku yekîtiyên xwe yên demokratîk ava nekin, lîstika navborî û êrîş wê bidomin.
Naxwe di destwerdana derve ya kapîtlasît de û di statûkoparêzên herêmê de ku dûvelengên wan in ti çareserî nîne. Tekane çareserî şoreşa demokratîk a gelan e, şoreşa azadiyê ya jinan e, Konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navîn e ku xwe dispêre ser xweseriya demokratîk. Ango yekitiya li ser berxwedan, demokrasî û xwîşk û biratiyê ye. Rêya vê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ronî dike. Rêya çareserî û rizgariya Rojhilata Navîn Rêberê Gelê Kurd nîşan dide. Dema ku ji vî alî ve mirov dinere, êrîşa komploya navnetewî ya 22 salan û pergala êşkence û qirkirinê ya Imraliyê baştir tê fêhmkirin. Niha bêhtir tê fêhmkirin bê ka çima tecrîda ev çend giran û domdar a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê domandin û çima di serwer dengê xwe dernaxîne.
Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka