Roja Kobanê ya Cîhanê û ciwanên Bakur

Li Bakurê Kurdistanê li ser ciwanan êrîşeke mezin heye, şerê taybet ji her alî êrîş dike. Ciwanên Bakur ên ku têlên sînor rakirin û ji Bakur berê xwe dan Rojava gelo îro çi dikin?

Roja Kobanê ya Cîhanê û Roja Rojava ya Cîhanê li hemû cîhanê bi çalakiyên mezin hate lidarxistin. Azadiya gelê Kurd hate parastin. Dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Li Kurdistanê û li dehan welatan berxwedana Kobanê bi wefayeke mezin hate bibîranîn. Çima wefa? Ji ber ku hemû kesên li Kobanê li ber xwe dan, derbeyeke mezin li DAÎŞ’ê dan a ku bûbû belaya serê hemû cîhanê. DAÎŞ a ku armanca wê ev bû li Kobanê nimêja cejnê bike, hemû hedefên wê li Kobanê hilweşîya. DAÎŞ derba herî giran li Kobanê xwar. Piştî wê demê her dem hate gotin, “Şaşiya herî mezin a DAÎŞ’ê ev bû ku, êrîşî Kurdan kir.” DAÎŞ’ê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir a ku Ocalan bi salan ked dabûyê.

Sedema ku berxwedana Kobanê bû serfiraziya Kobanê keda hemû parçeyên Kurdistanê, azadîxwazên şoreşger ên ji Tirkiyeyê û keda hemû gelên cîhanê heye. Lê tişta ku herî zêde li bîra me maye, keda ciwanên Bakurê Kurdistanê ye yên ku têlên li ser sînor rakirin û bi qefleyan berê xwe dan Rojava û li wan deran can dan. Bi sedan ciwanan di Berxwedana Kobanê de can dan. Ji berxwedana di 6-8’ê Cotmehê re tê gotin ‘Ruhê Kobanê’ Ji ber ku ruhê azadî û berxwedanê ya ji bo azadiya Kobanê dest bi çalakiyên wisa kir ku sînor nas nekir û her tişt da ber xwe.

Ciwanên Bakurê Kurdistanê hêza rêxistinkirinê ya lêgerîna azadiyê di dilê xwe dît û ev hêz xiste nav tevgerê. Ne bi tenê ji bo xwerêxistinkirinê ji bo azadiya hemû parçeyên Kurdistanê tevlî nav maratona têkoşînê bû.

Ew ciwanên ku têlên sînor rakirin û ji Bakur berê xwe dan Rojava gelo îro çi dikin? Em baş dizanin ku êrîşên faşîzma Tirkan ne bi tenê dagirkerî ye. Her cure êrîş li ser ciwanan tê kirin. Piştî berxwedana xwerêveberiyê êrîşên mezin li ser ciwanan hate kirin. Ciwanên têkoşer bi serbilindiyeke mezin berê xwe dan şehadetê. Malbatên van ciwanan bi rûmeteke mezin ev şehadet hilgirtin. Yên dîl hatin girtin ji Komunên Parîsê heta Çiyager hemû wateya dîrokî ya berxwedanên xwerêveberiyê nîşan dan û dijmin darizandin. Wekî parêznameya Mazlûm Dogan PKK’ê ya di Zindanên Amedê de, van ciwanan parastina siyasî ya berxwedaneke nû bi dengekî bilind qîriyan.

Ji xeynî şehîd û yên hatine dîlgirtin, beşeke zêde ya ciwanan heye li Bakurê Kurdistanê. Dema ku li ser Rêber Apo pergala îşkenceya Îmraliyê hatiye destpêkirin, ev ciwan hatine dinyayê. Li Kurdistanê bi fikra azadiyê mezin bûne, çanda welatparêz wergirtine û berxwedan di bîra xwe de rewa kiriye. Em dizanin ku li ser van ciwanan êrîşên mezin hene. Gelek ciwan hatine revandin, gef li wan hatine xwarin û hewl dane ku ev ciwan bibin sîxur. Bi êrîşên dagirker re hewl dane, gelek ciwanan bi tîryakê derxînin derveyî exlaqê civakî.

Rejîma qirker a Tirk her tim bi rêbazên şerê taybet êrîşî ciwanan kiriye. Lê belê ev êrîşên faşîzma Tirk di pêvajoya xwerêveberiyê de ji aliyê ciwanan ve hatin astengkirin ku xwe bi rêxistin kiribûn. Rêxistiniya ciwanan ciwan zane kiribû û kiribû xwedî hişmendiyeke polîtîk. Ciwanan dijmin pênase kiribûn û bersiv dabûn hemû pirsên der barê jiyana pêwîst a gel. Armanca bingehîn a êrîşên faşîzma Tirk ên dema xwerêveberiyê, tinekirina ciwanên rêxistinbûyî û qutkirina ciwanan ji têkoşîna azadiyê bû.

Li dijî ciwanan îro êrîşeke mezin tê kirin; şerê taybet ji her alî ve êrîş dike. Lê belê tevî ewqas zext, kiryarên faşîst û êrîşên giran sekneke sist a dijderketinê heye. Ev yek jî dibe sedem ku pirsên nû bên pirsîn.

Ruhê berxwedanê ku weke ruhê Kobanê hate pênasekirin niha li ku ye?

Li dijî dijminê ku hewl dide ruhê Kobanê ji holê rake ji bo hebûnê wê gavên bi çi rengî bên avêtin?

Wê çawa xwe ji feraseta çalakiyan ên li dora partiyên siyasî rizgar bikin?

Faşîzma Tirk dînamîzma çalakiyan û azadîxwaza Kurdan hemûyan bi rêya qeyûman bloke dike. Bi dorê qeyûman li bajar, navçeyan wezîfedar dike û şaredariyên li Kurdistanê yek bi yek desteser dike. Çalakiyên ku destpêkê li dijî talankeriya qeyûman pêk hatin, diviyabû bi demê re ya girseyî bûna ya jî mekanîzmaya rêveberiya xwecihî ya alternatîf biafirandibûya û bi vî rengî qeyûm pûç kiribûna. Lê belê rewşa heyî nîşan dide ku têkoşîna li dijî qeyûm têrker nîne.

Ji ber vê yekê divê ciwanên Bakurê Kurdistanê xwe ji nû ve bi rêxistin bikin, li dijî dijmin sînoran careke din ji holê rabikin, xwe ji nû ve bi rêk û pêk bikin û mîna Denîzan, Mahîran, Mazlûman û Kemal Pîran pêşengiyê ji civakê re bikin.