Roja hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Edaletê diyar bû
Hate diyarkirin ku heyeta DEM Partiyê wê di 24’ê Nîsanê de bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike.
Hate diyarkirin ku heyeta DEM Partiyê wê di 24’ê Nîsanê de bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bike.
Roja hevdîtina ku wê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Wezareta Edaletê pêk bîne diyar bû. Serokwekîlên Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî û Cîgirê Hevserokatiya Giştî û Hevberdevkê Komîsyona Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan wê di 24’ê Nîsanê de bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bikin.
Hevdîtin wê li Wezareta Edaletê pêk bê, lê saeta hevdîtinê hîna diyar nebûye.