Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Rewakirina dagirkeriyê! - Berçem Jiyarê AXPAR

Welatparêziya rasteqîn nêzîkatiya mîna gelê Şêladizê, Silêmaniyeyê-Raperîn e. Gelê me yê Başûr, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê dibîne û li ber xwe dide.

Êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a qirker faşîst a li ser Heftanînê, beşke ji konsepta dagirkirina tevahiya Başûrê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk ku li herêmê polîtîkayeke mêtingerî-dagirkeriyê ya Neo Osmanî dimeşîne, hewl dide tevahiya Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dagir bike û desteser bike. Ji ber ku PKK'ê li pêşiya polîtîkayên xwe yên qirker-dagirker-desteserkirinê weke astengiya yekane dibîne, bi hemû hêza xwe êrişê dibe ser PKK'ê. Di wê baweriyê de ye ku dema PKK tasfiye kir wê karibe polîtîkayên xwe yên emperyal û qirker bi hêsanî pêk bîne.

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ku bi rengekî çavgirtî li dewleta Tirk dinere û ji xeta welatparêziyê dûr e, bi her gotin û hewldana xwe, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger û qirker rewa dike. Di serî de Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî hin ji rayedarên PDK'ê bi daxuyaniyên xwe yên dûrî aqil, hewl didin dagirkeriyê rewa bikin û hîn bêhtir hêzê didin dagirkeran. Dema ku mirov li daxuyaniyên rayedarên PDK'ê guhdarî dikin, ên ku dibêjin 'Tirkiye ji ber PKK'ê êriş dike', hingî pirseke wiha dikeve serê mirovan; gelo dewleta Tirk û PDK'ê li ser dagirkirin û desteserkirina Başûrê Kurdistanê bi rengekî veşartî li hev kirine?

Rojên dawî Nêçirvan Barzanî daxuyaniyeke bi heman rengî da. N. Barzanî got, 'Hebûna PKK'ê pirsgirêk e'. Salên derbasbûyî heman Barzanî gelek caran daxuyanî da ku êrişên dagirkeriyê yên TC'ê yên li ser Başûr û Rojava rewa dikir, normal dikir. Zîhniyeta ku çavkaniya van daxuyaniyan e, ji zîhniyeta înkar û tunekirinê ya feraseta 'Kurdê herî baş Kurdê mirî ye, Kurdê ku gorekê jî heq nake' ya dewleta Tirk ne cuda ye. N. Barzanî bi çîna serdest a Tirk a qirker, mêtinger û dijminê sereke yê Kurdan re heman gotinan bi kar tîne. Divê gelê me bazariyên li pişt van daxuyaniyan baş fêhm bike.

Gelo di bin de hesabên bi çi rengî hene ku Başûrê Kurdistanê welê bi rengekî eşkere pêşkêşî Tirkiyeyê tê kirin? Dewleta Tirk a mêtinger-qirker li Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya PDK'ê bi sedan gund dagir kiriye. TC'ê li Başûrê Kurdistanê zêdeyî bîst baregehên leşkerî û bi dehan navendên MÎT'ê ava kir.

Demekê beriya destpêkirina êrişa dagirkeriyê ya li ser Heftanînê bûyereke gelekî balkêş qewimî. Pêşmergeyên Roj ku hêzeke kontra ye û ji aliyê daîreya şerê taybet a Tirk ve hatine perwerdekirin, ji aliyê PDK'ê ve li ser sînorê Başûr-Rojava hatin bicihkirin. Têl li ser sînorê Başûr-Rojava danî, seranserê sînor ronî kir, kamerayên termal lê bi cih kir û çûn û hatin bi temamî girt. Ev liv û tevgera neasayî ya li ser sînorê Başûr-Rojava û sîstema ewlekariyê ya hatiye avakirin, bêguman pêwendiya xwe bi êrişên dagirkeriyê yên TC ên li ser Başûrê Kurdistanê heye. Eşkere ye ku ev amadekariya li ser sînor wê bi tenê bi dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê nemîne. Weke ku li ser sînorê Başûr-Rojava amadekariya êrişeke nû ya dagirkeriyê ya li ser Rojava tê kirin. Eşkere ye ku di êrişeke nû ya dagirkeriyê de ya li ser Rojava, dixwazin rolê bidin pêşmergeyên Roj. Tê zanîn ku ev hêza kontra beriya çend salan di êrişa li ser Şengalê de hatibû bikaranîn.

'Rêveberiyeke Kurd' a ku têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk a faşîst qirker re gihandiye asta tevlîbûna li polîtîkaya qirkirina Kurdan, gelo mirov dikarin qala Kurdîtiya wê bike? Ev zîhniyeta ku heta qirika xwe hevkariyê bi berjewendiyên qirêj ên dewleta Tİrk re dike, gelo dikare bi navê Kurdan û nirxên neteweyî gotineke rast bêje? Zimanê welatparêziyê eşkere ye. Zimanê welatparêziyê hebûna tevgereke ku li dijî dijminê hov ji bo azadî û hebûna gelê xwe têdikoşe, nêzî pêncî hezar şehîd û gaziyên xwe hene, piştgiriya bi milyonan mirovî werdigire û cihê xwe di wijdanê mirovahiyê de girtiye, lêpirsîn nake. Zimanê welatparêziyê Tevgera Azadiyê nerewa nabîne, êrişên qirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst, qirker û mêtinger rewa nabîne. Welatparêzî axaftina bi zimanê dijmin nîne, lêdana çepikan ji bo qirkeran nîne.

Çarnûsa çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye. Çarenûsa sê parçeyan jî bi Bakurê Kurdistanê ve girêdayî ye. Heta ku pirsgirêka hebûn û azadiyê ya Kurdan a li Bakurê Kurdistanê neyê çareserkirin, pirsgirêka azadiyê ya Kurdan a li sê parçeyên din nayê çareserkirin. Dewleta Tirk ku dijminê sereke yê Kurdan e destûrê nade vê yekê.

Welatparêziya rasteqîn nêzîkatiya mîna gelê Şêladizê, Silêmaniyeyê-Raperîn e. Gelê me yê Başûr, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê dibîne û li ber xwe dide. Dirûşma "Bimire dewleta Tirk a dagirker û nokerên wan' ku timî li ser zimanê gelê me ye, bilêvkirina hişekî dîrokî yê kûr e. Ez di wê baweriyê de me ku gelê me wê li her cihî bi rengekî dîrokî li ber xwe bide û çawa ku dawî li Saddam anî wê sîstema dewleta Tirk a qirker-mêtinger û berdevkê wan ê nîjadperest dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî hilweşîne.