Rêveberên Başûr ji bo dagirkeriyê çi dibêjin?

Partiyên siyasî û saziyên li Başûr divê li hemberî berxwedana Rojava helwesta xwe zelal bikin. Heke bibêjin em li hemberî vê dagirkeriyê xemgîn in, wê ev ne helwest be.

Piştî ku dewleta Tirk Rojava dagir kir û êrîşên dagirker bir ser wê, gelê me yê Başûrê Kurdistanê çalakiyên protestoyê yên xurt li dar xistin. Dagirkerî şermezar kirin û xwedî li gel derketin. Li hemberî dagirkeriyê hêrsa xwe diyar kirin û ketin bin barê êşa wan. Hemû kesan dîtin ku gelê Başûr tiştên li Rojava hîs dike û li hemberî dagirkeriyê hêrsa xwe nîşan dide.

Hêrsa gel watedar e lê ya ku wê vî tiştî bigihîne çalakî û encameke bi wate, îradeya siyasî û pêşengtî ye. Ligel ku li Başûrê Kurdistanê çalakiyên gelekî mezin çêbûn jî, rêveberiya wan îradeyeke wisa nîşan nedan. Mirov dikare bibêje ku sedema ev çalakî negihiştin encamê, ji ber astengkirina rêveberiya Başûr e. Hemû çalakî li ser milê gel dimîne. Hemû alîkarî tên li sînorê hesta dilşewitandinê dikevin.

RENCÎDEKIRINA KURDBÛNÊ

Rêveberiya Başûr, reklama kampên li Başûr dikeve û bangî gel dike yê ku li ber xwe dide û bi awayekî dibe hevkarê êrîşên Tirkiyeyê. Kurdên li Rojava qîma xwe bi konên li kampan nayne. Kurdên ku tên înkarkirin û qetilkirin nabe ku li benda balîf û nivînekê bin. Nîşandana vî tiştî ya ku qaşo çareserî ye jî tê wateya rencîdekirina Kurdbûnê. Doza Kurdan ne dozeke debareke şexsî ye.

DOZA KURDAN

Doza Kurdan doza azadiyê ya dîrokî ye. Canê hemû kesan girîng e, lê gelê ku li ber xwe dide mirov rizgarkirina can wekî çareserî nîşanî wan bide, ev jî tê wateya ku teslîmîyet tê ferzkirin. Gelê me vî tiştî qebûl nake û bi berdêlên mezin di Berxwedana Rûmetê de cih digire. Heke ne wisa bûya wê gelê Rojava bi hezaran şehîd neda û wê dayikan li pêş tabûtên zarokên xwe govend negerindana. Heke ne wisa bûya wê keç û jin li pêş tabûta bavê xwe negotina, “Bavê min bi serbilindî diçe, bi rûmeta xwe xatir ji me dixwaze.” Ev hemû tişt helwestên wan civakan e yên ku dozeke wan a girîng heye û berdêlên mezin dane.

MAFÊ TU PARTIYÊ TUNE

Divê mirov doza gelê Kurd biçûk nebîne û rê li ber serkeftina wê negire. Mafê tu partiya siyasî û saziyên Kurdan tuneye ku ji bo berjewendiyên xwe doza azadiyê ya gelê Kurd biçûk bixîne û têkoşîna gel a ku ji bo azadiyê berdêlên mezin daye jî bi paş ve bibe.

Partiyên siyasî û saziyên li Başûr divê li hemberî berxwedana Rojava helwesta xwe zelal bikin. Heke bibêjin em li hemberî vê dagirkeriyê xemgîn in, wê ev ne helwest be.

BI QASÎ GEL ÇI TÊ KIRIN?

Hêzên siyasî yên Başûr li hemberî dewleta Tirk a faşîst wê helwesta wan çawa be? Gel dema çalakiyan li dar dixe, wê kîjan gavên pratîk were avêtin. Mesela gelê Başûr mal û alavên Tirkan boykot dike. Baregehên Tirk protesto dike û diyar dike ku ew ê li rêzefîlman wan temaşe neke. Rêveberiya Başûr bi qasî van tiştan gelo çi dike, dibe şirîkê helwesta gel an na?

Di pêvajoyeke wisa de dema sefîrê Tirk bi waliyên hin bajarên Başûrê Kurdistanê rûdine, ev jî mirov dixe nav fikaran. Gelo piştî kaymakamên tayînî Cerablûs û Babê hatin kirin, li bajarên Başûr jî qeyyûm hatine tayînkirin?

DIVÊ PARTÎ POZÎSYONÊN XWE BIGUHERÎNIN

Tirkbûn û dewleta Tirk li hemû cîhanê tê protestokirin, slogana ‘Erdoganê terorîst’ li hemû cîhanê tê berzkirin. Gelo sedema ku ev slogan li Başûr bilind nabe, ji ber zextên rêveberiyê ye? Divê partiyên Başûr bi lez ji vê pozîsyonê derkevin û guh bidin dengê gel, piştgiriyê bide van gavên bi rûmet ên têkoşîna azadiya Kurdistanê û divê li hemberî faşîzma Tirk helwesteke zelal nîşan bidin.

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi paradîgmaya xwe ya neteweya demokratîk, ji bo ku hemû aliyên siyasî bigihêje xeteke azadîxwaz, di nav hewldanên mezin de ye. Bangên ji bo konferans û kongreyên neteweyî jî, nîşana vî tiştî ye. Divê ev firsend rast werin nirxandin.

Divê hunermend, ronakbîr û pêşengên civakî nîqaşan zêde bikin, rêveberiya Başûr di serî de bi hemû hêzên siyasî gavan bidin avêtin û li hemberî faşîzma dewleta Tirk banga berxwedanê bikin. Divê li zemîneke hevpar bi prensîbên giştî karibin werin ba hev.

Yan na siberoj heke protestoyên li Iraqê xwe gihand sînoran û statuya Başûr jî were nîqaşkirin wê hêzek tunebe ku biçin ber lingê wan û spasiya wan bike.