Di nava salê de faşîzmê êrişên mezin kir, PDK’ê li her derê dijminatiya PKK’ê kir û li kêleka TC’yê cih girt û cerdevantî ji TC’yê re kir, daristanên Kurdistanê birî, bû sedem ku gund werin bomberdûmankirin, gel koç bikin û li her dera dinyayê belav bibin, li Kurdistanê tu mal, milk, hest û fikr nema ku nefirotin. Bêguman ev tiştê ku kir, jê re nema. Di dîroka xwe de çawa ku di Peymana Cezayîrê de teşhîr bû, ew zêdetirî vî tiştî teşhîr bû, qîmeta xwe winda kir û gelê Kurd jê nefret kir. TC’yê jî ev êrişên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê berfirehtir kir, TC ligel ku zext li ser gelên Tirkiyeê dike, li ser esasê hêzên hegemonîk şantajê bike, hinek gav avêt. Gelek kes girtin, qetlîam kir, qetlîam birêxistin kir, xwest şerekî navxweyî çêbike, herî zêde jî tevî van tiştan bi derewa ‘şerê li dijî terorê’ dizî kir, gel ji birçîbûnê daxistin asta mirinê.
Ligel van tiştan jî nekarî pêşiya berfirehbûna pêngavê bigirin. Vê pêngava ku di asta pêşengtiyê de bi tevgera azadiyê dest pê kir, li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê dengekî mezin veda, bi çalakiyên serfiraziyê yên gerîlayan geştir bû û bi berxwedana zindanan re gihişt asta lûtkeyê. Van hemû tiştan nekarîn zextên TC’ya faşîst biqedîne û ji holê rake. Ji ber ku hê faşîzm hilneweşiyaye. Faşîzmê derbên giran xwar lê hê nehatiye hilweşandin û nehatiye tunekirin. Di şexsê AKP û MHP’ê de ya ku hemû tiştên di destê xwe de seferber kiriye hêza ku TC’yê li ser pêyan dihêle DYE û hegemonyaya dinyayê ye, di heman demê de jî PDK ye ya ku nûnerê naletbûyî yê paşverûtiya herêmî ye.
Bi qasî çalakiyên ku jinên Kurd di çarçoveya vê pêngavê de kirine, pêngava ku KJK’ê jî îlan kiribû, bû sedem ku bandora pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ mezintir bibe. Hinek çalakî herêmî mabin jî bandorên gerdûnî nîşan dan û sînerjiyek ava kirin. Sermesele kampanyaya ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem’ çalakiyeke girîng bû ku di şexsê Erdogan de faşîzma AKP û MHP’ê were teşhîrkirin. Bi heman awayî li hemberî hejariya jinan û qetlîama li ser jinan jî kampanyayê bandoreke mezin afirand. Bi kurtasî desthilatdariya faşîst tirsand. AKP û MHP a ku dijminatiya li hemberî jinan xist nav îdeolojiya dînî û dixwest gelan jehrî bike, li hemberî çalakiyên ku bi pêşengiya tevgera azadiyê ya jinan hêrs bû, ev jî bû sedem ku desthilatdarî şaşiyên mezin bike, têkeve nav panîkê. Bi gotineke çîrokên wan sixte yên li ser demokrasî û pêşveçûnê pûç bû, maskeyên wan daket. Erdogan li dûrî sloganên di dema xwe ya destpêkê de ye û ket rewşa ku heqaretê li jinan, zarokan, kal û pîran, kedkaran dike û êrişî wan dike. Ber bi dawiya salê ve mêtingerên ku fort vedidan êdî ne li holê bûn, xwediyên desthilatdariya ku êdî nikare li ser pêyan bisekine û li ber sikratê jî nefesa xwe ya dawîn ji bo xerabiyê bi kar bîne, xwe di nav nîqaşên hilweşandinê de dîtin. Partiyên pergala mûxalefeta Tirkiyeyê, para xwe ji vî tiştî stendin û nîqaş kirin jî, gelekî eşkere ye ku Kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê faşîzma AKP û MHP’ê xistin asta hilweşandinê, hilbijartin û çalakiyên protestoyê li dar xistin. Di herî serî de jî jinên Kurdistanê hene.
Di vê pêvajoyê de li ser Rêbertî tecrîdeke giran meşandin. Ji bo ku ji tecrîdê re sedemekê bibînin, li ser navê cezayê dîsîplînê derewên hiqûqî kirin û zextên li ser Rêber Apo domandin. Her kes dizane ku têkoşîna herî mezin a li hemberî faşîzmê, li Îmraliyê di şexsê Rêber Apo de tê dayîn. Ev pêngav çawa ku li ser serkeftina pêngava berê hatiye îlankirin, divê xwe bi ser bikeve. Dîrok ji vê serdema krîtîk, Kurdan, jinan û ciwanan vî tiştî dixwaze. Kurdên ku dixwazin bi azadî bijîn, dizanin ku divê pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ divê bi ser bikeve. Ji ber vê jî çalakiyên di nava pêngavê de hatin kirin, wateyên mezin afirandin, di nav civakê de bîrbûnek û li hemberî pergalê jî biryardariya helwestê derxist holê. Dema ku pêngavê sala xwe temam kir, sloganên ‘AKP îstîfa’ dihatin berzkirin. Ev tişt jî berê me dibe ser rola dîrokî ya pêngavê. Bêguman ev ne bes e û armanca sereke jî ne ev e. Dema hilweşandina faşîzmê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye û dîrok ji hemû kesên ku dixwazin bi azadî bijîn vî tiştî dipê.
Kurd bi coş û biryardariya têkoşînê ketin sala 2022’an. Bandora serfiraziya berxwedana Garê ya di Sibata 2021’an de û têkçûna faşîzma AKP û MHP’ê jî mezin e. Erdogan bi xwe jî ji bo serfiraziya Garê got “Mixabin, em bi ser neketin’. Armanca êrişa li ser Garê ev bû ku li PKK’ê were xistin, bi wergirtina hêza psîkolojîk re zemîna şerê qirkirinê were berfirehkirin, lê serfiraziya Garê ev rewş ji holê rakir. Ev jî bû sedem ku faşîzma AKP û MHP’ê ji serê salê ve têk biçe û mat bimîne. Şaş bû ku wê çi bike.
Di dawiya salê de rewşa aborî tevlihev bû, birçîbûn û sefaleta gel, xwekuştin zêde bû û van tiştan re civaka Tirkiyeyê protestoyên xwe yên li hemberî tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê zêdetir kir. Bi kurtasî mirov dikare bibêje ku AKP bi pişteke kul kete sala nû. Kurdan jî berxwedana gerîlayên Kurdistanê ya bi pêşengiya Şoreş Beytuşebab hate kirin û pûçkirina êrişa faşîst a AKP û MHP’ê bi çoşeke mezin pêşwazî kirin bi protestoyên xwe tarîtiya Sibatê kirin biryardariya tunekirinê. Sala nû ya ku bi hesta serkeftinê hate destpêkirin, di nava salê de jî bandora xwe domand. Bêguman berdêlên mezin hatin dayîn, şehadetên mezin hatin kirin. Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê rastî êrişên giran ên faşîzmê hatin. Ligel van tiştan jî têkoşîna di sala 2021’an de û rewşa ku desthilatdariya faşîst ketiye nav û protestoyên ku îro tên kirin, li hemberî gotinên wan ên digotin ‘qediyane ‘ vejînek pêk hat. Bi serkeftinan em ketin sala 2022’an.
Êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bû wekî tevgera dagirker a li ser Rojava. Îxaneta PDK’ê ya di van êrişan de bû sedem ku PDK teşhîr bibe û îtîbara wê kêm bibe. Tevî van tiştan PDK’ê xwe da kêleka MHP’ê ya ku dijminatiya Kurdan dike û vî tiştî rûyê wê yê rastîn derxist holê. Derket holê ku gotinên PDK’ê yên li ser netewebûnê sixte ne, maskeya wê ket, bi gotinên netewebûnê re dixwaze Kurdan bike kole, li hemberî dijminên Kurdan jî Kurdan bikişîne ser xeta teslîmiyetê. Dema ku rûyê rastîn ê PDK’ê derket holê, astengiya herî mezin a li pêşiya yekîtiya neteweyî jî rabû. Bi van tiştan re derket holê ku yekîtiya neteweyî ya ligel hemû tiştan û avakirina yekîtiya neteweyî ya bi PDK’ê re êdî ne kêmasiya bîrbûnê ye, tê wateya ku mirov tê ser xeta PDK’ê. Bi vî tiştî re pêşiya yekîtiya neteweyî ya demokratîk a Kurdan jî vebû. Bi baweriya ku li ser bingehên rast wê yekîtiya neteweyî ya demokratîk bi pêşengiya tevgera azadiyê ya Kurdistanê pêk were, em ketin sala 2022’an.
Di nava salê de bi taybetî di heşt mehên dawîn de gerîlayan berxwedaneke mezin nîşan dan û bi berxwedana xwe ji bo şikandina îradeya artêşa Tirk a dagirker roleke mezin bi cih anîn. Şeê ku dewleta Tirk dimeşîne, bêguman ne şerê çeper û kozikan e û ne jî şerekî di şertên wekî hev de ye. Wê ne rast be ku mirov ji dijminatiyeke wisa tiştekî wisa hêvî bike. Ji ber vê jî desthilatdariya faşîst bi qasî ku êrişên xwe zêde kir, di heman demê de li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî amadekariya dagirkeriyeke berfireh kir û ji bo ku vî tiştî bike dagirkeriya Başûrê Kurdistanê jî gav avêt. Berxwedana gerîlayan bi tena serê xwe nîqaşek û mijare derseke dîrokî ye. Li hemberî mezinbûna êrişan berxwedana gerîlayan bû tiştekî bêhempa û sedema vî tiştî jî hêza wan a îradeyê ye. Vê hêza îradeyê, bi nûbûna ruhê fedaî yê Apoyî derdikeve holê. Li ser vî esasî xeta ku hatiye afirandin, di şexsê gerîlayên şehîd bûye, payeyeke rûmetê ye ya ku bexşî gelê Kurdistanê hatiye kirin. Hemû gelê me di şexsê zarokên xwe divê rêya mezinkirina vê payeya rûmetê bibîne, tevî gerîlayên ku derbên mezin li gerîlayan didin berxwedanê geş bikin û ji bo ku faşîzmê biavêjin sergoyê dîrokê divê gavên xwe zêdetir bike. Bi afirandina jiyana azad em dikarin bersivê bidin berxwedana ku Rêber Apo geş kiriye.
Piştî vê qonaxa ku têkoşîn gihiştiye, bêguman wê serkeftinên werin bidestxistin gelekî girîng e, çalakiyên ku wê bi ser bikevin jî watedar in û tişta ku wê wateyê bide van tiştan û wateyê geştir bike jî afirandina jiyana azad e. Qaîdeyên jiyana azad a gelê Kurd heye. Qaîdeya pêşîn azadiya Rêber Apo ye. Heta ku Rêbertî azad nebe, divê her kes bizanibe ku wê tu Kurd azad nebe. Mirovên ku bi vî tiştî nizanin û îddîa dikin nasnameyeke wan a siyasî tune ne jî dibêjin ‘Heke Ocalan azad bûya, wê Tirkiye ne di vê rewşê de bûya’ Ji bo Kurdan jî jiyana azad tê wateya avakirina civakîbûna xwe, avakirina pergalake azad, rizgarbûna ji zextên faşîzmê û wateyeke hêja bidin nirxên berxwedanê. Fêmkirina hewldan û keda ku Rêber Apo ji bo Kurd û Kurdistanê kiriye û fedakariya ji bo hemû mirovayetiya dinyayê kiriye û bicihkirina vî tiştî ya zemîna wê ya sosyolojîk, azadiyê jî wekî kombûna hest û ramanan xwestin, bi layiqbûna berdêlan dikare pêk were.
Pêkhateya hemû van tiştan jî Rêber Apo ye. Ji ber vê jî azadiya Rêbertî jin û ciwan di serî de, ji bo hemû gelên Kurdistanê şertê jiyana azad a watedar e. Mirovên ku jiyana azad piçekî be jî dizane û prensîba azadiyê ji xwe re kiriye perestgeha jiyanê, heta ku azadiya hemû mirovayetiyê nexwaze û ji bo azadiya gerdûnî nexebite, nikare bisekine. Di heman demê de prensîba azadiyê ya mirovên wisa prensîba heqîqetê ye jî. Prensîba azadiya rastîn e. Mirovên rast ev in. Rêber Apo ji me qal kiriye ku divê ev mirov çawa bijî. Em jî wekî şertê jiyana bi Rêbertî re ya ku ev ders daye me, bi hilweşandina êşkenceya Îmraliyê, bi şikandina tecrîdê re dikarin soza xwe ya jiyanê, bi çalakî û têkoşîna li gorî van gotinan dikarin pêk bînin.
* Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê
ANF | Heta ku Rêbertî azad nebe kes nikare azad bibe – I (anfkurdi.com)